Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Mizgîna me

Dibe ku dengek bikaribe qedera gelekê biguherîne. Dibe ku dengek bibe lêrgerîna zarokek, ew zaroka ku xwe di pêsîra dayika can terikî û çav li çiyayên dûr de dibîne. Dibe ku dengek bibe perperîk û li heft tebeqe yê jer û jora gerdûnê bigere. Belê dibe ku dengek, ango efsuna awazek bê sînor, bikaribe rastiya jiyana gelekî, herî xweş û zelal raxîne ber çavan

Dibe ku dengek bikaribe qedera gelekê biguhere. Dibe ku dengek bibe lêgerîna zarokek, ew zaroka ku xwe di pêsîra dayika can terikî û çav li çiyayên dûr de dibîne. Dibe ku dengek bibe perperîk û li heft tebeqe yê jer û jora gerdûnê bigere. Belê dibe ku dengek, ango efsuna awazek bê sînor, bikaribe rastiya jiyana gelekî, herî xweş û zelal raxîne ber çavan. Ew dengê ku bi sed salan, ji hestê dengbêjan serpêhatiyên xwe digre û tê. Ew dengê ku li kolanên penaberiyê dibe war û welat.

Wek dayikek, wek lorîkek xwe li qefesa sînga mirovahiyê dixe. Dibêje eyy jiyan, eyy mirovahî, ez ne çengek xwezîme li bextê te. Ez ew eşqa zayînê me li hizir û hestên te. Lewma dibê were li îsyan û hestên azad ên li nav têlên dengê min bigere, wê demê tu perçeyek jixwe û yek jî ji min bibînî. Lewma navê min Mizgîna jiyanê ye, navê min rastiya te ye.!!

Belê ew dengê ku hemû rastiya jiyana me ji me re vedibêje. Wek heqîqeta hundirîn digere. Carna dibe ku çirûskek be, carna jî volqan. Lê belê heman wate ye. Her wext li dû xeyalên xwe dibeze ew. Xeyalên ku tenê li ser axa qedîm û kevnar dikare pênasa wê were kirin. Ango li warên ku hîn çavên xwe ji sînoran re venekiriye, tu caran sînoran qebûl nekiriye, her bi nêhrandinek azad jiyaye. Lewma ew axa qedîm e, rengê çîrok û serpêhatiya Mezrabotan e, dibe perdeyên enstrumana vê denga zîz û çiyayî. Bê ku astengiya nas bike bê dawî, xwe li dilê ahenga doza gelekî dike stran. Bi mizgîniya pêşerojek azad diherike nav awazên nifşên nû.

Me xwe bi dengê Mizgînan nas kir

Zarên çiyayî, xwe di wan dengan de dîtin. Rêwîtiyek li dû stranên çiyayî bû rêheval ji dilê me re. Li çiyayan, notaya bi navê azadiyê ku bi dengê Mizgînan şad û mest dibû, bû stargeh ji me re. Em ew rêwiyên ku henasa xwe ji stranên çiyayî digirin, me da pey rastiya ku dikare qedera gelekî biguherîne. Hîn li kolanên teng û asê dema ku me xwest xwe nas bikin me guh da dengê Mizgîna çiyayan. Wer xweş û geş bû ku wek lêgerînek berê me dida wan warên azad. Dixwazim bibejim ku di henasa min de her qêrîna wê sewtê heye. Roja ku min xwe nas kir, di guhe min de, giyan û asoyê min de wek melodiyek gerdunî digeriya. Li kolanên bajarê Êlihê yên teng de dema dimeşiyam, ew dengvedan cîhana min mezin dikir. Bi vê dengî her zarokek kurdistanî bu lêgervanê stranên kurdewarî û çiyayî. Xwestin xwe di çavê vê sewtê de bibînin. Belê carna çirûskek awazek dibe wateya jiyanê. Wek ku gelek helbestvan dibêjin nayê nivisandin tê jiyîn. Em zarokên li kuçeyê gund û bajarên asê, me xwe bi dengê Mizgînan nas kir.

‘Mizgîna leheng, Mizgîna çelenk’

Gelo çend stran dikarin civakekê ber bi herikîna wateya jiyanê ve bibin. Belkû kêm belkû zêde, lê belê li ser xaka me xwediyê dengê hundirîn ê welatê me, şoreşger, fermandar, hozan û rêheval Şehîd Mizgîn e. Lawê hunerê, Hozan Serhat, jê re digot ‘Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng’ bi heman hest û dengî. Dibe ku pênaseya herî xweş jî ev be. Kesayeta Mizgînê bi van du hevokan têr û tije di dilê xwe de çandiye. Belê pêşenga xeta hunera şoreşgerî Hozan Mizgîn ango Gurbet Aydin di sala 1962’an de li gundê Bileyder tê dinê. Di temenek biçûk de li bajarê Êlihê kadroyên pêşeng ê PKK’ê nas dike. Hîn di sala 1977’an de bi Mazlum Dogan û Mahsum Korkmaz re hevaltî kiriye. Wan deman kuryetiya wan dike. Ew çanda partiyê ji heval Egîd (Mahsum Korkmaz ) û Mazlum fêr dibe. Piştî nasîna rêhavalên pêşeng û hestê rêhevaltiyê, êdî ew bajar û jiyan, ji dilê keça çiya re teng tê. Carek nefesek ji gewriya azadiyê dikişîne hundirê xwe, êdî ew bajar têra lêgerîn û stranên Mizgînê nakin. Wek birînek bê hedan ew nikare di nav pencên pergala serdest de bijî. Lewma di sala 1980’an de berê xwe dide warê gerîla. Êdî ew deng xweşa çiya, rukena civata ye. Li qûntar û lutkeyên çiyayan wateya şer, huner û jiyana gerîla di nav hev de dihone.

Mizgîn bi kedek mezin xebata çand û hûnerê pêş dixe

Bê sînor in lêgerînê hozan Mizgîn, xwediyê armancê mezin in. Di sala 1982′ an de bi komek rêhevalê xwe re derbasî Lubnanê qada Rêbertî dibe. Piştî perwerdeya Rêbertî ji bo xebatê hunerî û rêxistinî diçe Ewropayê. Di xebatên YJWK’ê (Yekitiya Jinên Welatparêzên Kurdistan) cih digire.Piştî damezrandina YJWK’ê heval Mizgîn di rêveberiya Ewropayê de cihê xwe digire. Hem berpirsiyarê xebata giştî hem jî berpirsiyara xebatê jinan bû. Di avakirina Hunerkom û Koma Berxwedanê de pêşengtî dike. Bingeha xebatên hunerî yê qada Ewropayê diavêje. Gelek berhemên girîng ku heta rojame hatine yên wan deman e. Bi kedek mezin, xebatê çand û hunerê pêş dixe. Di temenekî ciwan de berpirsyariyê digire û bi kar û xebatên xwe gelek bandor li civakê dike. Bi kesayeta şoreşgerî û hunermendî ew her tim mînak û afirîner e. Bi Hozan Sefkan û Çiya re, di navenda pergala kapîtalîst de, têkoşîna çanda resen dide meşandin. Bi kinc û dengê xwe yê kurdewar her tim li ser dikê, bi bêhna bayê çiya awazên xwe digihîne dîroka gelê xwe. Li her cih û warî, ew xwe dispêre dilê xwe yê ku bi evîna welat disoje. Lewma Mizgîn li ku be, çi li derveyê welat çi li welat ew bi heman cewherî dijî û stranên xwe distire. Lewma Mizgîn e, lewma leheng e.

Xwe ber bi bêhna çiyayan ve radikişîne

Ew bi hesreta welat li warê xerîbiyê nema dixwaze stranên xwe bistire. Bêhna çiya tenê ji dûr de, giran tê ji Mizgînê re û cardin berê xwe dide axa dayik, bav û kalan. Ew cardin li hêlîna xwe ye. Cardin çiya û Mizgîn bi ax kesera hezar salan hev hembêz dikin. Êdî wek dixwaze, wê awazê xwe li lutkeyê çiyayan biherikîne. Li warê ku bi eşqa wê jiyan dike. Êdî xweza bi navê Mizgînê, kêfxweş û dil şade. Hezkirina Mizgîn a ji çiya re, wiha digot rêhevalek ku pêre jiyaye; “Heval Mizgîn dema li çiya bû, carna dadiket nav gundan, li zozanan jin diaxivin û bê ku heval Mizgîn nas bikin jê re dibêjin ‘Heval me bîhistîye hozan Mizgîn dev ji Ewropayê berdaye û hatiye çiya. Bê lome be, ma mirov dev ji wan dera berdide û qet tê’. Mizgîn dikene û bersiv dide; ‘Ma çawa nayê, ger ku xwediyê welatekî ewqasî bedew be. Binêrin li çiya, zozan, dar û kaniyên me, binêrin li civaka me ya ku hemû êş û birînên me dikewînin. Ma çawa nayê ka hûn bibêjin’. Jinên li zozanan, bi poşmaniya pirsa xwe bêdeng dimînin.”

Bi têkoşîna xwe mirovan dikişîne nava rêxistinê

Bêguman hevala Mizgîn tenê weke hozanekê gerek neyê dest girtin. Ji ber ku di gelek xebatan de pêşengtî dike. Milê heval Mizgîn ê herî li pêş, di aliyê rêxistînê de xwedî liv û tevgerek bi bandor e. Bi jiyan, tevlibûn, tevger, pîvan û şêwazên têkoşîna xwe mirovan dikişîne jiyana rêxistinê. Di dîroka tevgera azadiyê de, di gelek gavên yekem de navê Hozan Mizgîn heye. Ew wek jinek kurd fermadara yekem e. Di salên 1990’î de wek fermandarekê berê xwe dide herêma Mêrdînê. Piştre jî di salên 1991-1992’yan de, bi heman mesulîyetê dibe rêwiyê herêma Xerzanê. Dibe rêwiyê warê Bêrîvan û Rindêxanan. Ew hîn dema ku îsyana Rindêxana namdar, keça çiya û mîrê Botan, ji wan teht û zinaran guhdar dike, dizane ji derveyê çiyayan tu cih û warê me biparêzin tune ye. Lewma rûyê xwe her lêye. Ji bo heval Mizgîn ev demên dîrokî ne. Rêhevala Mizgîn, Ruken Garzan ji bo wan deman wiha dibêje: “Piştî 91-92’an ji bo heval Mizgîn hema bêje bibû serdema destpêkên nû. Mizgîn li qadeke ku qet binesaziya wê tune bû, li aliyekî taktîk û çalakiyên gerîla diyar dikir, li aliyekî rêxsitina milîsan ava kiribû û digihand organîzmayeke rêxistinî, li aliyekî jî, ji bo xebatên eniyê komîteyên gund û bajaran ava dikir. Ev sekna wê li ser hemû heval û gelên qadê bandoreke erênî çêkiribû. Li her derî nasname û kesayetiya Mizgîna Şoreşger, Fermandar û hunermend bi hezkirineke mezin dihate vegotin. Ew hunermend û şoreşgerek rast bû. Gelek stranên ku hîn qeydnekiribû hene. Mînak strana ‘Bîrlik rêket lê lê, ji Botanê. Çek bi destan çû Garzanê,’ hîn ew awaz li ber guhê min e. Lê kes pê nizane’.

Hozan Mizgîn li dû xwe mîrasek dîrokî hişt

Hozan Mizgîn bi deng stran û têkoşîna xwe navê xwe li dilê her rêwiyek azadiyê, li dilê civaka xwe kola. Ew keça hunera şoreşger a çiya gund û bajaran e. Pêşengtiya hunera şoreşgerî dike. Fermandara şervanê welatê xwe ye. Ew dilê rêhevalê xwe ye. Her zindiye deng û rengê Mizgîna me. Li lutkeyê her zinarek, li bin her dar û berên çiya, ew avên bi guje guja dîrokê diherikin, navê te ji me re vedibêjin hevalê. Her keçek, lawek çiyayî di çavê te de xwe dibîne îro. Belê, heval Mizgîn bi xebat û têkoşîna xwe ji me re mîrasek dîrokî dihêle. Di xeta hunera şoreşgerî de bû efsaneyek, li rûpelê jiyanê. Çawa ku jiyana heval Mizgîn bi bandor bû, şehadeta wê jî gelek bandor li ser tevgera azadiyê û civakê dike. Di 11’ê Gulana 1992’an, di biharek reş û xemgîn de, li Tetwanê dijmin mala ku heval Mizgîn lêye, dorpeç dike. Heval Mizgîn hemû dokumentên rêxistinî îmha dike û ji bo malbat nekeve xeteriyê tevdigere. Heta dawî bi berxwedanî şehîd dikeve. Gora Mizgînê hîn jî li Tetwanê ye. Êdî ew ji bo gel cîhekî pîroz e. Belê Mizgîna me di henasa xwe ya dawî de jî, ji me re jiyanek bê dawî dihêle. Wek dengê xwe, wek stranên xwe, wek têkoşîn û navê xwe. Ew bû Mizgîna me, ango jiyana me. Çavkanî : Newaya Jin / Bermal Çem

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar