Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Mizgîniya Newrozê

Newroza îsal ango Newroza 2024’an mizgîniyek bi xwe re anî. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan beriya newrozê bi çend rojan ragihand ku ewê bi Newrozê re mizgîniyekê bidin gelê xwe. Ev mizgînî jî di 20’ê Adarê de ji raya giştî ya cîhanê re hat eşkerekirin.

Fermandariya biryargeha Navendî ya Parastina Gel ragihand ku êdî wê balafirên artêşa tirk a dagirker nikaribin bi rehetî tevbigerin. Yanî ew fuzeyên ku karibin balafirên artêşa tirk bixînin erdê di destê wan de hene. Her wiha 15 balafirên ku di nava salekê de hatine xistin dîmenên wan jî hatin weşandin.

Ev jî tê wê wateyê ku pergala artêşa tirk a ji hewayê jî hat pûçkirin. Jixwe çend salên dawî tiştekî bi navê artêşê nemabû. Ji erdê ango bejahî ve hebûna wê qediyabû, tenê ji hewayê karîbû êrişan pêk bîne. Erdogan û rayedarên dewletê pişta xwe dabûn teknîka pêşketî û bi vî rengî êriş dikirin. Lê vê carê çareyek ji wê re jî hat dîtin. Ango dawî li wê teknîka wan jî hat.

Ev yek tê wê wateyê ku artêşa tirk ku endamek NATO ye têk çû. Eger nikaribe ji erdê û hewayê êriş bike, wê demê ti wateya hebûna wê jî nema. Êdî gerîla ji erd û ezman derdê li dagirkeran dixin. Ev nûçe û agahiyek girîng û dîrokî bû. Êdî şerê li Kurdistanê derbasî qonaxek din bû û tê wê wateyê ku wê şer girantir bibe.

Dema ku Mûrat Karayilan qala mizgîniyekê kir, milyonan kes li benda wê agahiyê bûn. Her kesî li cem xwe fikrek dikir. Hinekan digot li ser yekîtiya netewî ya kurd e û her kesekî fikrek dikir. Lê kêm kes li bende encamek wiha bûn. Ango ewqas nedihat texmîn kirin.

Mizgîniya ku hat dayîn encama bedelên giran in. Heta ku gerîlatiya Kurdistanê gihişt vê astê gelek bedel hatin dayîn. Di nava 40 salî de bênavber şerê çekdarî tê meşandin. Berxwedana gerîlayan a li dijî dagirkeriyê encamên siyasî û civakî bi xwe re anîn. Mizgîniya herî dawî jî nîşan dide ku êdî gerîlayên Kurdistanê ketine pozîsyoneke rewa. Yanî êdî her kes qebûl dike ku şerê gerîlayên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk rewa ye. Jixwe beriya niha jî dadgehên Ewrûpayê ev yek qebûl kiribûn.

Lewma jî di van çend mehên dawî de rayedarên dewleta tirk derî bi derî digerin. Geh diçin Amerîka, geh diçin Rûsya û geh jî diçin Iraqê. Eger vê dewletê di dema xwe de guh dabûya Rêber Apo, hewce nedikir ewqasî xwe rezîl bike. Eger ev dewlet li çareseriyê digere ew derî jî li Îmraliyê ye. Lê eger şer dixwaze, wê demê keremke. Êdî qonaxa şer jî dikeve hevsengiyekê. Ev dewlet û artêşa wê êdî wê nikaribin bi rehetî çiyayên Kurdistanê bombebaran bikin û zarokên vî gelî şehîd bixin.

Gerîlayên Kurdistanê îrade û biryardariya serkeftinê nîşan dan. Ev berxwedanek rewa ye û wê serkeftinê bi xwe re bîne. Lewma jî Newroza îsal veguherî Newroza mizgîniyê. Ji bo vê yekê ji her salê  zêdetir bi coş derbas bû. Êdî Newroz giha wateya xwe. Ev newroz newroza gelan e û mizgîniya bihareke nû bi xwe re tîne.

Nûçeyên Têkildar