Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Mizrakli: Dewlet bi zîhniyeta salên 1991’an nêz dibe

Hevşaredar Selçûk Mizrakli anî ziman ku qeyûm darbeyeke li dijî vîna gel e. Mizrakli diyar kir ku zîhniyeta dewletê ya salên 91’î û ya niha hemane û wiha dom kir: “Tevî hemû zext û zordariyê jî gelê me li vîna xwe xwedî derdikeve. Ji Japonyayê heta Torontoyê, ji vî aliyê cîhanê heta aliyê din ê cîhanê li dijî qeyûman nerazîbûnek heye.”

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku wezareta karên hundir di 19’ê tebaxê de li şûna wî qeyûm tayîn kir, der barê mijarê de axivî. Mizrakli tayînkirina qeyûman weke ‘darbe’ pênase kir û got ku qeyûm, rêbazeke bêhiqûqîtiyê ye ku dewlet bi wê hêza xwe ya dijwar li hemberî vîna gel pêk aniye. Mizrakli destnîşan kir ku qeyûm, binpêkirina vîna gel e û wiha dom kir: “Di 12’ê Îlonê, di 12’ê Adarê de û di 27’ê Gulanê de çi bû? Dema mirov li sedem û zimanê wê dinêre, tê dîtin ku bi feraseteke darbekar çêbûye.

Mizrakli qala daxuyaniyên derdorên ku tayînkirina qeyûman diparêzin jî kir û wiha derbirî: “Dema mirov gotinên serokê MHP’ê guhdar dike, dê bê qey danezana darbeyê dixwîne. Tayînkirina qeyûman a li herêmên kurdan tê wateyeke din. Ango dibêjin; ‘Em li tu deverekê tehemûla me ya ji bo vîn û hiqûqê nîne.’ Dema ku we wiha got, ev yek tê wateya êrîşa li dijî mafên hemwelatîtiyê, êrîşa li dijî vîna gel û êrîşa li dijî siyaseta demokratîk e. Dibe ku di demên pêş de pêvajoyên hîn zehmetir berdewam bikin. Divê em van êrîşan weke nîşaneyeke vê bibînin.”

‘Hişmendiya niha jî mîna ya salên 91’an e’

Di berdewamê de jî Mizrakli daxuyand ku nêzikatiya dewletê ya di salên 1991’an de ya li hemberî pirsgirêka kurd û ya niha heman e û wiha pê de çû: “Cînayetên kiryarên wan nediyar, girtina bi hezaran siyasetmedarên kurd û hwd. dişibe wan salan. Em dibînin ku tevî van pêkanînan jî vîna gelê me ya di israra domandina siyaseta demokratîk de nekarîne bişikînin. Yên dikujin nabe, yên digirin nabe, hemû bêhiqûqiyan dikin nabe, bi KHK’yan ji kar derdixin nabe, bêkar û bêdebar dihêle careke din nikarin vê vînê bişikînin.”

‘Em ê eniya demokratîk neterikînin’

Mizrakli diyar kir ku dewlet hewldana xwe ya dervehiştina kurdan a di siyaseta demokratîk de didomîne û wiha got: “Divê mirov baş li encamên hilbijartinên 31’ê adar û 23’yê hezîranê binêre. Em ê hewldanên xwe yên di vî warî de bidomînin û eniyên demokratîk neterikînin. Hemû cîhanê êdî ev rastiye dît. Êdî her tişt li holê ye. Êdî gelekî xwedî li vîna xwe derdikeve heye.”

‘Dewletê tehemûla hilbijartina min nekir’

Selçûk Mizrakli bi bîr xist ku serlêdana wan a ji bo namzetiyê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve hatiye qebûlkirin û wiha derbirî: “Lê belê mazbataya hevşaredar Hulya Alokmen nehatiye dayîn. Gelê me ez weke hevşaredar hilbijartim lê dewletê tehemûla vê nekir. Di hêla berpirsiyariyên burokratîk, îdarî û hiqûqî de tu pirgirêk nînin. Hûn nikarin vê hêla demokratîk a vî karî ku di vîna gel de bi cih bûye ji nedîtî ve bên. Car heye nirxên gel û tiştên gel derxistine holê, li pêş hiqûq, burokrasî û îdareyê ne.”

‘Kenê qijikan bi îdiayên wan tê’

Têkildarî îdiayên ‘Pereyan dişînin Qendîlê’ jî Mizrakli ev tişt destnîşan kir: “Kenê qijikan jî bi van îdiayan tê. Em ew kesên ku gotine; ‘Em ê tu carî bêhiqûqiyê nekin, em ê ji heq û edaletê venegerin û nehêlin ku tu kes gotinekî ser qurîşekî gelê me bike’ ne. Me heta niha 103 milyon û nîv lîre deynê qeyûm daye. Ji vî deynî 73 milyon ên qelemên şaredariyê, 30 milyon jî yên DÎSKÎ’yê ne. Ger ku me ev deyn nedabûya, dê ev deyn li gel vegeriyaba. Webala qeyûman pir zêde ye. Lê webalekî me yê biçûk jî heye ku me ew deyn da. Helbet em ji dayîna wî deynî berpirsyarin. Lê dîsa jî dilê min diêşe. Çima ew deynan dihêlin û em didin?”

‘Dê gelê kurd li vîna xwe xwedî derkeve’

Di dawiyê de jî hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli wiha got: “Polîtîkayên qeyûman encam nagirin. Dê gelê kurd li vîna xwe xwedî derkeve. Mixabin ev gele ji berê ve rastî gelek neheqî û bêhiqûqiyan hat. Lê ev gel hînî wê kir ku di her şert û mercan de li vîn û rûmeta xwe xwedî derdikeve. Li vir jidilîbûn, bawerî û xwedîderketina li pêşeroja xwe heye. Ne tenê HDP, hin derdorên din jî hewl didin bibin hevparê vê. Em dibînin ku ji Torontoyê heta Japonyayê, ji vî serê cîhanê heta serê din li hemberî qeyûman nerazîbûn heye. Armanca vê nerazîbûnê jî pêkanînan divêtiyên hiqûq, edalet û demokrasiyê ye. Meşeke ku encamên wê rast hatine xwendin ve em ê bi ser bikevin. Teqez em ê bi ser bikevin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar