Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli teblîgata jikarstendinê îmze nekir û got ku ev ji bo wî bibe tiştekî bêrûmet
Piştî ku bi fermana Wezareta Karê Hundir hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ji peywirê hat girtin, polîsan dora şaredariyê girtin. Ketin û derketina avahiyê hate girtin û bariyer li ber şaredariyê hate danîn. Ablûka bi şev hate destpêkirin û saet 06.00’an de derî hatin şikandin. Li pêşiya şaredariyên Sûr, Yenîşehîr û li gelek cihên bajêr jî polîs hatin bicihkirin.
Dema ku polîsa di nav şaredariyê de lêgerîn didomandin, parlementerên HDP’ê, endamên meclisê û partiyê hatin pêşiya şaredariyê. Destûr nehate dayîn ku hevşaredar û heyeta pê re têkevin şaredariyê. Piştre hevşaredar Mizrakli tevî alîkarê walî ketin şaredariyê.
Têgeha edaletê hate binpêkirin
Mizrakli piştî lêkolîna li nav şaredariyê tevî endamên HDP’ê li pêşiya avahiya şaredariyê daxuyanî da.
Mizrakli diyar kir ku di 19’ê tebaxê de li Tirkiyeyê nirxên demokrasiyê, rejîma hiqûq û têgeha edaletê hate binpêkirin û wiha got: “Îradeya gel tune hatiye hesibandin û di şevekê de tê gotin ku ez ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve ji peywirê hatime girtin.”
Belge îmze nekir
Mizrakli belgeya jikarstendinê ya îmze nekir û wiha domand: “Wê bibe tiştekî bêrûmet ku ez li ser navê gelê ku ev îrade daye min, vê belgeyê îmze bikin. Nabe ku ez di nav normên hiqûqê de vî tiştî qebûl bikim. Li Wan û Mêrdînê jî hevşaredar ji peywirê hatine dûrxistin. Ev ji bo siyaseta Tirkiye û nirxên demokrasiyê erdhej e. Em ê li hemberî van tiştan di çarçoveya hiqûqê de nerazîbûna xwe bidomînin. Berê jî qeyûm hatibûn peywirdarkirin û fikarên me hene ku heman tişt were kirin. Ev hilweşandin li dijî demokratî û îradeya gel hatiye kirin. Heke li cihekî kêşeya mafê mirovan û kêşeya hiqûqê hebe, ev kêşeya hemû kesan e. Pergala van kesên ku hatine peywirdakirin wê di nav gel de tu meşrûiyeta wê tune be. Ew tu carî bi ser neketin û wê bi ser nekevin.”
Navê vî tiştî dagirkerî ye
Her wiha parlamentere HDP’ê Mûsa Farisogûllari jî diyar kir ku ev dagirkerî ye û ev tişt anî ziman: “Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye xespkirin. Navê vî tiştî dagirkerî ye. Em bang li hêzên demokratîk û gelê xwe dikin ku bila li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin. Heke bêdeng bimînin wê dor were ser Stenbol, Enqere û Edeneyê. Divê gelê me xwedî li îradeya xwe derkeve.” AMED