Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

MKGP û DFG: Rojnamegerî nayê darizandin

MKGP û DFG’ê li ber Edliyeya Amedê bi daxuyaniyekê bal kişandin ser darizandina rojnameger Abdurrahman Gok û Mehmet Şah Oruç û gotin: “Divê hevalên me demildest bên berdan. Rojnamegerî nayê darizandin. Li gorî peymanên navneteweyî jî darizandina rojnamegeran sûc e.”

Dozên Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok û rojnameger Mehmet Şah Orûç ên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 25’ê nîsanê de hatibûn biçavkirin, îro ne. Danişîna doza rojnameger Gok li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Malbat û hevalên Gok jî di danişînê de amade bûn. Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Serhat Eren, Cengîz Çandar û parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêveberên Partiya Çepên Kesk, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn.

 ‘Rojnamegerî, rojnameger bêdeng namînin’

Di daxuyaniyê de Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û diyar kir ku ew li ber deriyê edliyeyê li benda hevalên xwe yên rojnameger in. Altan, diyar kir ku ew ji bo guhdarîkirina rojnameger Abdurrahman Gok û Mehmet Şah Oruç hatine û wiha domand: “Dema em li îdianameya du hevalên xwe dinêrin, ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tên darizandin. Bi rastî li vir dîsa rojnamegerî tê darizandin. Em hemû jî dizanin ku ev ne sûcê hevalên me yên rojnameger e. Em vê yekê qebûl nakin. Divê hevalên me demildest bên berdan. Cihê wan ne zindan e. Gelek hevalên me ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehê de ne. Pêwîst e di zûtirîn demê de bên berdan. Rojnamegerî, rojnameger bêdeng namînin.”

‘Ew bi îşkence û girtinan tu carî nikarin dengê me qut bikin’

Berdevka MKGP’ê Roza Metîna jî diyar kir ku rojnameger bi awayekî derhiqûqî hatine binçavkirin. Metîna, destnîşan kir ku rojnameger Gok kêliyên qetilkirina Kemal Kurkut a di Newroza Amedê de kişandibû lewma hedef hatiye girtin û wiha pê de çû: “Rojnamegerî nayê darizandin. Li gorî peymanên navneteweyî jî darizandina rojnamegeran sûc e. Ew bi îşkence û girtinan tu carî nikarin dengê me qut bikin.”

‘Her kes dizane ku tola kişandina kêliyên kuştina Kemal Kurkut ji Apo Gok dihilînin’

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di bin lingan de ye. Li hundir rojnamegerek tê darizandin, lê ev der bi polîs û helîkopteran tije ye. Tirkiye di rewşa xwe ya niha de nikare gavekê jî ber bi Yekitiya Ewropayê ve bavêje. Heta ev kiryar bi dawî nebin demokrasî neyê Tirkiyeyê. Her kes dizane ku tola kişandina kêliyên kuştina Kemal Kurkut ji Apo Gok dihilînin. Tişta ku em dixwazin azadiya wî ye.”

 ‘Bi saya van rojnamegeran rastiyê vê erdnîgariyê nayê veşartin’

Piştre Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû axivî û diyar kir ku rojnamegeriya li vê erdnîgariyê tê wateya mirin, îşkence, sirgûn û girtîgehê. Tanrikûlû, axaftina xwe wiha qedand: “Zarok û birayên Mûsa Anter tu carî dev ji têkoşîna heqîqetê ya li vê erdnîgariyê bernedan. Heke ji we nebûya, bûyera Roboskê û Ceylan Onkol ev qas aşkere nedibû. Mirina Ûgûr ku bi 12 guleyan hat qetilkirin dê nehatibûya zanîn. Ev berdêl çi dibe bila bibe em bi hev re didin û em ê bidin jî. Lê bizanibin ku di dawiya vê de em ê bigihîjin azadî, aştî û edaletê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar