Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da

Yekîneya Hiqûqê ya MLSA’yê li ser navê Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Yekîneya Hiqûqê ya Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) li ser navê Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Yilmaz, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di meha nîsanê de hatibû binçavkirin û di 3’yê gulanê de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku doza behsa xeberê raste rast doza rojnamegeriyê û azadiya xweîfadekirinê eleqedar dike û hat xwestin ku divê tavilê were lêkolînkirin. Di serlêdanê de hat gotin ku di dema binçavkirina Yilmaz de qedexeya “îşkence û miameleya xerab” a di Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de hatiye binpêkirin. Her wiha di serlêdanê de îşkenceya dema Yilmaz li Enqereyê dihat teslîmkirin lê hatiye kirin hat vegotin.

Di serlêdanê de her wiha di dema kirariyên binçavkirin û girtinê de mafên “jiyana taybet û malbatê” û “azadiya xweîfadekirinê” hatine binpêkirin. Her wiha hat diyarkirin ku kirariya binçavkirinê bi awayekî keyfî hatiye kirin û bi vê yekê re mafê “Azadî û heqê ewlehiyê” yên ji hêla Destûra Bingehîn û PMME’yê ve hatine misogerkirin hatine binpêkirin.

‘Xala 18’emîn a PMME’yê’

Bi domdarî di serlêdanê de hat gotin ku xebatên rojnamegeriyê yekser weke sedemên girtina Yilmaz hatine nîşandan û hat gotin ku kirariyên girtin û binçavkirinê binpêkirina “azadiya xweîfadekirinê” ye. Her wiha hat destnîşankirin ku Yilmaz bi sedemên polîtîk hatiye girtin, ji ber kurdbûn û muxalîfbûna xwe hatiye girtin û beriya hilbijartinan hatiye girtin û ev yek jî weke binpêkirina xala 18’emîn a PMME’yê hate nîşandan.

Çi bûbû?

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 15 bajaran bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtinên malan ên 29’ê nîsanê de hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz li Amedê û xwîşka Yilmaz a bi navê Fîlîz Yilmaz jî li Stenbolê hat binçavkirin. Piştre jî binçavkirî derbasî Enqereyê hatin kirin.

Ji bo dosyayê biryara 24 saetan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat dayîn. Piştre jî Yilmaz û Muftugolû bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin. Rojnamegeran diyar kirin bi otobûsê anîne Enqereyê û 15 saetan destkelemçekirî mane. Her wiha gotin ku 24 saetan birçî hatine hiştin. Yilmaz got ku dema li Amedê li otobûsê dihat siwarkirin, ji hêla polîsan ve hatiye derbkirin.

Yilmaz niha li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê û Muftuoglû jî li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar