Mîna rejîma Rajapaksa ya li Srî Lankayê, desthilatdariya AKP jî dema ku bi tevgera kurd re hevdîtin dikir, hewl dida hêza xwe li nava dewletê qewîn bike, tifaqên navneteweyî xurt bike û xwe ji şer re amade dikir.
Dema ku berxwedana kurdan mezin bû, Komara Tirkiyeyê timî pêwîstî bi amadekirina raporên kurd dît. Piştî Qirkirina Dêrsimê ya salên 1937-38’an di nava 40 salên piştre de li Kurdistanê bêdengî û tarîtî hebû. Di nava vê pêvajoyê de li Kurdistanê bi navê kurdîtiyê li bakurê Kurdistanê fîşekek jî nehate teqandin. Wê demê raporeke bi tenê ya kurd jî nehate amadekirin. Li gorî aqlê dewletê ‘Eger berxwedan tune be hingî pirsgirêk jî tune ye’.
Yên ku xistin serê xwe ku Komara Tirkiyeyê li ser zîhniyeta netewe dewletê ava bikin, hîn ji destpêkê ve gava şaş avêtibûn. Dema ku destpêk şaş be, gavên piştî wê jî bi rêz şaş dibû. Komar bi demokrasiyê nehate tacîdarkirin, di ser re hewl hat dayîn ku hebûna wê bi zor, zext û asîmîlasyonê bê serdestkirin. Rewşeke xwezayî ya meseleyê bû ku bandor bibe sedema nerazîbûnê. Bêguman her pirsgirêka kûrbûyî meseleyê bêhtir tevlihev dike.
Tûrgût Ozal li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd şerekî mezin meşand. Sansur, kiryarên sirgûnê, cerdevaniya gundiyan, ‘operasyona derveyî sînor’ a destpêkê rêbazên şer bûn ku di dema wî de hatin bikaranîn. Di salên 1990’î de dema ku li Kurdistanê gule li ser gelê sivîl hate reşandin, Ozal li desthilatdariyê bû. Yek ji kesên ku destpêkê dît, kiryarên bi vî rengî bi kêr nayên û ev ê dewletê jî birizîne, Ozal bû. Ji ber ku berxwedan nekarî bê tepisandin, careke din pêwîstî bi amadekirina raporên kurd hat dîtin. Yê ku pê hesiya ku ev pêkanîn çareseriyê bi xwe re nîne, ne tenê Ozal bû. Hin payebilindên artêşê yên ku di şerê dijî PKK’ê de li refên herî pêş bi rengekî bêrehm şer kirin jî mîna Ozal difikirîn.
Agirbesta destpêkê û sala tarî…
Têkiliya destpêkê ya bi PKK’ê re di van salan de pêk hat. Fermî nehatibe kirin jî her kes zane ku danûstandina destpêkê vê wextê pêk hat. Li ser daxwaza rêveberên dewleta tirk ên wê demê PKK’ê di sala 1993’an de agirbesta destpêkê ragihand ku ev yek di dîroka Komara Tirkiyeyê de gaveke nû bû. Di dîroka komarê de sala ku herî zêde nêzî aştiya tirk-kurd bû pêvajoya sala 1993’an bû. Ev pêvajo veguherandina sala herî tarî ya dîroka komarê. Ozal mîna ku krîza dil derbas kiriye hat kuştin. Fermandarê Giştî yê Cendermeyan Eşref Bîtlîs û komek ji efserên pê re bi xistina balafira wan hatin kuştin. Her wiha generalên payebilind ên mîna Bahtiyar Aydin ku di nava tîma Bîtlîsê de cih digirt bi sûîqestan hatin kuştin. Heman salê ji wezîrên berê yên hikûmeta Ozal Adnan Kahvecî ku dixwest pirsgirêka kurd li ser bingeha demokratîk û siyasî bê çareserkirin û ji bo vê jî raporeke berfireh amade kir, di encama qezaya trafîkê de tevî hevser û keça xwe jiyana xwe ji dest da ku ev bûyer hîn jî nehatiye ronîkirin.
Sûîqest û qezayên bi guman, komkujî, provokasyon li pey hev rû dan. Mirina bi guman a Ozal ku weke mirovê xas ê hêzên rojavayî bi taybetî jî DYE’yê dihate pênasekirin, balkêş bû ku hêzên global bi bêdengî dinixumandin. Ji ber ku plana lîstikê ya Rojhilata Navîn a sed salî ya hêzên global li ser Rojhilata Navîn a xurt û aştiyane, têkiliya kurd û tirk a erênî nehatibû avakirin. Kaoseke bi kontrol dixwestin, dixwestin ku alî şerê hev bikin lê belê hewcedarî wan bin. Yên ku li gorî vê tevdigeriyan piştgiriya wan dikirin, yên ku li ber radibûn jî demekê piştgiriya wan kiribe jî piştre ji lîstikê derdixistin.
Tîma Gureş-Çîller-Demîrel li ser kar e!
Yên ku xwe li pêşberî mirina Ozaln kerr kirin, pêşî li Dogan Gureş vedikirin. Suleyman Demîrel ku weke xwendekarê destpêkê yê ji Tirkiyeyê bûrs ji CIA’yê wergirt û endama xas a rêveberiya DYE’yê Tansû Çîller ber bi asta herî bilind a siyasetê ve dihatin birin. Kuştina kiryar nediyar, şewitandina gundan, koçberkirin, ambargo, bombekirina avahiyên rojnameyê, kuştina karsaz û parlamenterên kurd wê di vê demê de pêk bihata. Tîmên taybet hatin berfirehkirin, înîsiyatîf bi temamî ji leşkeran re hat hiştin, hin waregeh hatin bombekirin, temamiya medyayê hate bêdengkirin, yên mayî jî bi dilxwazî tetîkkêşiya şerê psîkolojîk û şerxwazî kir. Serokwezîra tirk a wê demê Tansû Çîller ku ji xwe bawer bû wê têkoşîna azadiyê ya kurd biqede, ji kursiya meclisê û qadan dikir qareqar û digot ‘Ya wê biqede, ya wê biqede’.
Gotin hatibin guhertin jî ev peyv ‘Qanûna Tûnç’ dianî mirovan. Demîrel jî li şûna xwe nedisekinî, dîrok bi bîr dixist û digot, ‘Çawa ku me 28 raperîn tepisandind em ê ya 29’an jî bitepisînin’. Heman salan têkiliya bi DYE’yê re mezintir dibû, dewleta tirk ji bo karên îstîxbaratê, perwerdeya kontr-gerîla û techîzata leşkerî diçû ber deriyê hêzên rojavayî.
Çîller çend meh piştî bû desthilatdar di 10’ê Cotmeha 1993’an de ku ji bo civîna Konseya Ewropayê çûbû Viyanayê, di vegerê de li balafirê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd qala ‘Modela Baskê’ kir. Bêguman ev yek ne xweşaşkirin bû. Çîller hewl da raya giştî bixapîne ku wke lîdera ku li Kurdistanê şer giran kiriye cihê xwe di dîrokê de girt. Heman demê serokdewleta jin a Srî Lankayê Chandrîka Kûmanatûnga dema ku hate hilbijartin qala aştiya bi tamîlan re kir lê belê di dema desthilatdariya wê de hilweşîna herî mezin a dîroka welatê tamîlê hat kirin.
Taktîk tim bi heman rengî bû
Dewleta tirk a ku di afirandina çareseriyê de zehmetî dikişand, weke ku nîşan bide nêta xwe ya paşvegavavêtinê nîne biryardariya xwe ya dewamkirina şer dianî ziman, her wiha bi rêya hin ekîbên veşartî diyalog û hewldana danûstandinê jî di dewrê de dihişt. Tişta ku destpêkê dihate xwestin tim heman tişt bû; ‘Çekan bêdeng bikin ku em karibin biaxivin’. PKK tevî ku bi hay ji xwe heyî nêzîk bû jî ev lêgerînên ji bo çareseriyê hêja dît, gelek caran bi rengekî yekalî agirbest ragihand. Tevî ku di her agirbestê de bi dehan, bi sedan milîtanên wê di êrîşên yekalî de jiyana xwe ji dest dan her tim giranî da rêya diyalogê. Bersiva dewletê jî tim komplo, provokasyon, sûîqest, operasyon û manîpulasyon bû. Salên 1993, 1995, 1998, 1999, 2006 û 2012 pêvajoyên bi vî rengî bûn. Agirbesta herî krîtîk agirbesta sala 1998’an bû ku bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû. Yên ku ev agirbest xwestin jî hêzên dewletê bûn.
Gotinên Ecevît ku digot, ‘Çima Apo radestî me kirine min hîn jî fêhm nekiriye’ hîn jî di bîra mirovan de ne. Di sala 1999’an de piştî dîlgirtina Rêberê Tevgerê Abdullah Ocalan, gerîlayan bakurê Kurdistanê terikandin û vekişiyan Başûr. Heta sala 2004’an qet çalakiyeke çekdarî nebû. Lê belê komên gerîla yên ku vekişiyan başûrê Kurdistanê tim bûn hedefa êrîşên artêşê û bi sedan gerîla şehîd bûn. Di dawiya sala 2002’an de wê êdî li Tirkiyeyê desthilatdarî bihata guhertin. Partiyên siyasî yên nekarî çareseriyê hilberînin jê çûbûn. Partiya nû ya bi serkêşiya Tayyîp Erdogan û hevalên wî, AKP derdiket ser dikê. Muxalefet li dewletê dikir, digot ku ew partiya gel in, soz didan ku wê pirsgirêkan çareser bikin. Piştî ku ew kirin desthilatdar wê baştir bihata fêhmkirin ku Erdogan parçeyek ji planên navxweyî û herêmî ye.
Hewldana ji bo parçekirina PKK’ê
Dema ku Erdogan bû desthilatdar, yek ji mijarên ku yekser dest avêtê, ew bû ku bi DYE’yê re bikevin nava hewldana parçekirina PKK’ê. Ji aliyekî ve îstîxbarata DYE’yê, li aliyê din jî payebilindên AKP’yî hewl dan mîna Karûna Amman ên li ser têkoşîna tamîlê ferz kirin, di nava PKK’ê de jî tasfiyekaran biafirînin. Li gorî wan, di nava PKK a parçebûyî de yên berxwedanê ji xwe re dikin esas dikarin bi hêsanî bên tunekirin. Jixwe heman aqil wê li welatê tamîlê bihata ceribandin û bi ser biketina. Ji bo bê nîşandan ku ‘pirsgirêk ne kurd e, PKK ye’ ji bo tasfiyekirina baskê berxwedêr ê PKK’ê, wê kesên ji PKK’ê qut bûne weke hêza destekê ya psîkolojîk, siyasî û leşkerî bihatina bikaranîn. Erdogan ku di sala 1991’ê de serokê Stenbolê yê Erbakan bû, raporek kurd amade kir, tê de navê pirsgirêka kurd lê kir, kiryarên dewletê yên li herêmê rexne kir, diyar kir ku çareserî bi leşkerî nabe, qala perwerdeya bi zimanê dayikê dikir, bal dikişand ser girîngiya bandora îradeya kurd li rêveberiyê. Gelo rewşa niha ya Erdogan jirêderketin e yan jî yekî ji aliyê şerê taybet ve hatiye amadekirin e; mijareke hêjayî nirxandinê ye.
Maskeya ‘Çareseriyê’ ya Erdogan
Erdogan ku dema nû bû desthilatdar ji bo pirsgirêka kurd got, ‘Eger hûn nefikirin pirsgirêkeke wiha nîne’, piştî pêngava gerîla ya 1’ê Hezîrana 2004’an çû Amedê û li wir got, ‘Pirsgirêka kurd heye, pirsgirêka min e, em neçar in rû bi rûyê vê pirsgirêkê bibin’. Erdogan pirsgirêka kurd ne ji bo çareseriyê lê belê ji bo berfirehkirina qada xwe ya desthilatedariyê li nava dewletê bi kar anî. Her ku li nava dewletê bi cih bû, maskeya li rûyê wî jî hêdî hêdî daket xwarê. Eger ne ji berxwedanê bûya, Erdogan dikarîbû hîn demeke dirêjtir gel razîne. Maskeya li rûyê xwe welê bi hostatî bi kar dianî, yên ku ji kiryarên rejîma kevn bêzar bûbûn, yekser xwe nêzî Erdogan dikirin. Girseyeke girîng a kurd a ku bi çareseriyê xapiya bû, piştgirî dida wî.
Her ku berxwedana bi pêşengiya PKK’ê mezin dibû, Erdogan ê ku hewl dida xwe ‘demokrat, azadîparêz, bi edalet û bi wijdan’ nîşan bide, nekarî zêde rastiya xwe binixumîne. Salek piştî van gotinên xwe got, “Jin jî be zarok jî be ya pêwîst çi be wê bê kirin’ û rûyê xwe yê radest nîşan dida. Di kûrkirina şer de wê Çîller derbas kiribûya, di lîstik û taktîkan de jî wê karîbûya li hemberî Mahînda Rajapaksa ku salên dawî li Srî Lankayê bû desthilatdar, biketibûya pêşbirkê.
AKP kengî tengav bû qala ‘çareseriyê’ kir. Mebesta xwe ji çareseriyê jî ew bû ku gerîlayên Kurdistanê bi rengekî çekê bêdeng bikin. Osloyê demeke dirêj malovanî ji hevdîtinên Srî Lanka û tamîlê re dikir. Derbaskirina hevdîtinan li Osloyê di heman demê de ji bo dewleta tirk operasyonek bû. Piştî hevdîtina ku li Qendîlê bi navbeynkarên Oslo re hate kirin, demeke kurt piştî çûyîna heyetê ji cihê hevdîtinê, cihê hevdîtinê ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hate bombekirin. Konsepta tunekirinê ya bi rengekî veşartî bi rê ve diçû bi navê ‘çareseriyê’ dihate nixumandin, soz gelek bûn lê yek nedihat pêkanîn. Dewleta tirk gaveke tekane ya şênber navêt.
Rajapaksa û Erdogan bi rola hev rabûn
Mîna rejîma Rajapaksa ya li Srî Lankayê, desthilatdariya AKP’ê jî dema ku hevdîtin bi tevgera kurd re dikir, hewl dida hêza xwe ya li nava dewletê qewîn bike, tifaqa xwe ya li qada navneteweyî xurt bike û xwe ji şer re amade dikir. AKP ku şerê li Sûriyeyê jî di vê çarçoveyê de dinirxand, kurdên noker jî ber bi xwe ve kişand û bi vî rengî hem hewl da yekitiya kurdan asteng bike hem jî PKK’ê lawaz bike û di şerê dijî wê de nîşan bide ku ‘ne li dijî kurdan e lê belê li dijî PKK’ê ye.’
Ev taktîka Erdogan yekser dişibiya ya rejîma Rajapaksa ku nokerên tamîlî danîbû ber xwe. Gotin di cih de be dewleta tirk kesên ku navê ‘Muxalîfên PKK’ê lê kiribû di nava salan de bi kar anî û piştre avêt aliyekî. Rejîma AKP’ê ji ber ku pêwîstiyê bi van kesan nabîne, ne wan derdixîne ser ekranên televîzyonê ne jî di rojnameyan de cih didin wan.
Şerê navxweyî yê Sûriye û Rojava
AKP ji xwe bawer bû ku rejîma Sûriyeyê biguherîne. Destpêkê li qada navneteweyî jî derdoreke berfireh piştevaniya vê planê dikir. Li gorî AKP’ê, namzetê herî xurt ê hikûmeta nû ya li Sûriyeyê bê avakirin, koma ji Îxwanî Mislimîn bû ku nêzî AKP’ê bû. Ji bo têkbirina rejîma Esad ji her devera cîhanê komên cîhadîst ên radîkal peyda kir û di ser Tirkiyeyê re bi çek derbasî Sûriyeyê hatin kirin. Rejîma Esad a ku ev pêngava êrîşê ya stratejîk dît, hêzên xwe vekişand cihên ku girîng dibîne. Kurdan bi hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zanîbûn ku pêvajo wê ber bi vî alî ve biçe. Yek ji kesên destpêkê ku dît Erdogan Esad firotiye, Rêberê Gelê Kurd bû.
Li Rojava ji bo xwerêveberiyê gav hate avêtin û ji bo parastina vê jî, hêzên parastinê yên rewa hatin avakirin. Ev rewş bêguman ji bo AKP’ê surprîz bû. Lê belê jê hebû ku rejîm di demeke nêz de wê bê têk birin, piştî ku Şam têk çû jî jiholêrakirina hebûna kurdan wê ne zehmet be. Dema ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê dirêj bû AKP ket nava panîkê. Di payîza 2012’an de berê çeteyên xwe da Rojava bi taybetî jî Serêkaniyê.
Hevdîtinên li Îmraliyê
Di vê navberê de hevdîtinên ku demekê li Îmraliyê bi rengekî veşartî dihatin kirin, êdî bi rengekî ku li raya giştî aşkera hatin meşandin. Rêberê Gelê Kurd ji bo heyeta dewletê ya hate pê re hevdîtinê bike, destpêkê ev hişyarî dabû: ‘Ez ê nehêlim ku li Tirkiyeyê hegemonyayek bê avakirin, bêguman ez ê nehêlim ku bi Apo re lîstik bê lîstin. Yên ku hevdîtina bi min re dixwazin ji bo vê armancê bi kar bînin, wê gelekî şaş bibin. Dewleta Sûriyeyê min baş nas dike. Teqez we jî lêkolîn kirine. Ji min re ‘mirovê bi pîvan’ digotin. Ez mirovê bi pîvan im, dilsoz im vê bi bîr bixînim’.
Dema ku hevdîtinê dest pê kir, rojeva sereke ya AKP’ê careke din agirbest bû. Li aliyê din jî amadekariyên ji bo şer û plana tunekirina tevgera kurd dewam dikir. Demeke kurt piştî danûstandinên li Îmraliyê ji raya giştî re hatin aşkerakirin, li Parîsê şoreşgerên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Aşkera bû ku sûîqest bi fermana Erdogan weke operasyoneke MÎT’ê hatiye kirin. Dewleta tirk ku li Bakur sûd ji çalakî nekirina gerîla werdigirt, qerqol, kalekol û bendavên ‘ewlekariyê’ ava dikir. Li Rojava jî çeteyên xwe dişand ser kurdan, ambargo datanî ser kurdan û partiyeke din a kurdan PDK jî tev li vê ambargoyê dikir.
Pêngavên stratejik ên Rêberê Gelê Kurd
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di vê pêvajoyê de hin pêngavên stratejîk avêt. Hişyariyên ku li ser xwerêveberî û xweseriyê yên ji bo Rojava û Şengalê kir, avakirina HDP’ê çend ji van pêngavên girîng bû. Heyeta dewletê mikur hatibû ku li Îmraliyê bi carekê tenê jî nekarîn mijara danîna çekê bike mijara nîqaşê. Ji ber ku Abdullah Ocalan hîn ji destpêkê ve pêşî li vê girtibû. Mijara ku dihate nîqaşkirin ev bû; Dema ku şert û mercên pêwîst hate afirandin, têkoşîna çekdarî ya li nava sînorên Tirkiyeyê tê meşandin bê bidawîkirin. Mijara danîna çekan a li Îmraliyê nekarî bê nîqaşkirin, derdê sereke yê AKP’ê bû. Ev mijara ku di medyaya xwe de tim dixist rojevê, weke ku pirsgirêka esasî ew e dinirxand. Bi vî awayî dixwest ku zexta psîkolojîk li tevgera kurd bike û rewatiya çekê bi temamî ji holê rake.
AKP’ê heta jê dihat pêvajo dirêj dikir. PKK ji bo nêta xwe ya baş nîşan bide êsîrên di destê xwe de berda, lê rejîma AKP’ê girtiyekî bi tenê yê nexweş jî berneda ku bi dehan salan girtî ne. Qaşo burokrasiyê guh nedida wan. Ji ber ku navbera wan bi civata Gulen re xera bû, dema ku tengav dibû yekser civata Gulen sûcdar dikir û bi vî rengî hewl dida demê bi dest bixe.
Erdogan ji ber rewşa li Rojava gelekî aciz dibû, bi hêrs dibû. Digotin ku ew rêveberiya kurd a li wir ava bibe weke xeteke sor dibînin. Li Bakur qaşo agirbestê dewam dikir lê belê cenazeyên ciwanên kurd ên li Rojava di êrîşên çeteyan de şehîd dibûn her roj li bajarekî Bakur dihatin veşartin. Berxwedana dîrokî ya li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hate meşandin asta herî bilind a vê pêvajoyê bû.
Di encama hişyariyên Rêberê Gelê Kurd, heyeta şopandinê bû xwedî fikrekî û mutabaqata pêk hat di 28’ê Sibata 2015’an de li Qesra Dolmabahçeyê ji aliyê rayedarên hikûmet û dewletê û Heyeta Îmraliyê ve bi raya giştî re hate parvekirin. Di peyaman de ku aliyan ji hev cuda xwendin, rewşeke cuda bal dikişand. Di peyama Sirri Sureyya Onder de wiha dihate gotin, “Li gorî pîvanên ku li ser li hev hate kirin, li ser bingeha destberdana ji têkoşîna çekdarî…’ Aliyê kurd digot, ‘dema ku li hev hate kirin wê çek neyê berdan lê wê têkoşîna çekdarî bê berdan’. Rejîma Enqereyê qala ‘destberdana ji çekan a bi lezgînî’ dikir. Ji vê gotinê jî dihate fêhmkirin ku kî ji çareseriyê çi fêhm dike.
Civîna li Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibatê di organên çapemeniyê yên nêzî hikûmetê de bi rengekî erênî hate pêşwazîkirin. Peyamên mîna hev ên endamên hikûmetê li pey hev dihatin, bal êdî li ser wê yekê bû ku endamên heyeta şopandinê wê ji kê pêk bên. Her kes li benda vê bû lê Erdogan li pey hev îdîa dikir ku haya wî ji heyeta şopandinê jî, ji civîna li Dolmabahçeyê jî tune ye. Ji raya giştî re aşkera kir ku ew van tiştan rast nabîne. Ev gavên Erdogan û qelibandina maseyê bêguman beşek ji konsepta tunekirinê bû ku dewletê amade kiribû. 5’ê Nîsana 2015’an bû dema hevdîtina dawî ya heyeta HDP’ê ya serdana Îmraliyê. Çavkanî: ANF / Cîhan Erbaş