Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Monologek

Welat Perwer |

Ji ber ku giraniya kurdbûnê li ser me ye, em kurd bi êş in. Kurdên ku ji heqîqeta xwe dûr ketine vê yekê çawa dijîn, nizanim. Lê têxmîn dikim ku ew jî stresa jixwedûrketinê, giraniya biyanîbûn û xayînbûnê dijîn. Di vê gotarê de gotinên min ne ji bo wan in, ji kurdên ku wekî min in ango kurdên ku dewa kurdayetiya xwe dikin re ye.

Em dewa xwebûnê dikin, ji ber ku ne nasname, ne ziman, ne welat, a rastî ne jî em hene. Ji aliyê dagirkeran ve ev tiştên ku me dikin em hatine xespkirin. Di vê rewşê de em jî têdikoşin, li ber xwe didin. Bi vê berxwedanê jî em dixwazin xwe bigihînin mafên xwe. Ango welat, ziman, çand û xwebûna ku hatiye xespkirin bi dest bixin. Em jî bêyî ku pirsgirêka hebûnê bijîn, hewl bidin ku jiyana xwe ya azad bijîn. Lê wekî ku dixwuyê jî ev qet û qet ne hêsan e. Ji ber ku dagiker û qirkerên li serê kurdan bûne bela, qet û qet dest ji vê sekna xwe ya xwînmij bernadin. Jixwe ji bo vê yekê ye ev zêdetirîn du sed sal in, li Kurdistanê her şer e.

Bi kurtasî em xwedî dewa xwe derdikevin û têdikoşin. Bi vî awayî li derveyî kesên ku dev ji hebûn û heqîqeta xwe berdane hemû kurd di nava têkoşîneke xwebûnê de ne. Lê ji ber em hîn jî pirsgirêka hebûnê dijîn, hîn jî me hebûn û azadiya xwe mîsoger nekiriye, asta têkoşîna heyî têrê nakiriye. Ger ku têrê bikira me yê heya niha xwe bigîhanda xwebûna xwe û me yê xwe ji van polîtîkayên qirkirinê rizgar bikira.

Baş e, madem em têdikoşin, me dev ji xwe bernedaye û rewşa qirker û neyaran jî me mecbûr dike ku em asta têkoşîna xwe bilindtir bikin, wê demê em çima vê yekê nakin?

Va ye, li kêleka giraniya kurdbûnê, giraniyeke dîtir li ser me zêde dibe. Ew jî giraniya ku çavkaniya xwe ji asta cuda ya di navbera xwestek û kiryarên me de digire. Bi gotineke din em dewa azadiyê, wekheviyê, edaletê, welêt, nasnamê û bi awayekî giştî jî xwebûnê dikin; ji bo em van bi dest bixin heya astekî têdikoşin jî. Lê belê têrê nake û divê em zêdetir têbikoşin. Lê hin tişt hene ku me ji têkoşîneke mezintir dûr dixin. Va ye, ev dibe bar û giranî. Ev rewşa bi nakok êşa me ya heyî zêdetir dike. Em tiştên ku me dike em dixwazin, ango em bê wan nabin em. Em ew in, ango em dewa xwebûna xwe dikin. Lê ji bo bi dest xistina xwebûnê bi qasî ku terê bike em tênakoşin.

Va ye, divê em sedema vê yekê bibînin û çareser bikin da ku em bikaribin xwe ji vê giraniyê xilas bikin.

Gotinên mirovê mezin Buda dê di vê xalê de kêrî me bên. Tê zanîn felsefeya wî felsefeya xwe rizgarkirinê ya ji êşê ye. Ew jî pir zêde bi êşê re mijûl bûye û di encamê de xwe jê xilas kiriye. Baş e, wî ev yeka çawa kiriye:

  • Rastiya êşê: Tiştên ku bi xwe ve didin girêdan hemû êşê bi te didin kişandin.
  • Rastiya xwestekê: Çavkaniya êşê xwestek e.
  • Rastiya xwerizgarkirina ji êşê: Di vir de tu yê nexwazî.
  • Rastiya tunekirina êşê: Dê ev jî bi bawerî, îrade, soz, çalakî, xwe debarkirin, ked, hafiza û fikreke saf pêk were.

Li gorî wî ger ku tu van her çar merhaleyan bi awayekî serketî derbas bikî, tu yê xwe bigihînî xwebûnê û tu yê xwe ji êşa ku di çavkaniya wê de nefis heye, rizgar bikî. Jixwe ji ber ku karîbûye xwe ji van tiştan rizgar bike, heya niha jî bi milyonan bawermendên wî hene û wek mirovekî azad tê destgirtin.

Bi kurtasî ger ku em jî hinekî rast û dirust nêzîkî xwe bibin, em ê jî bibînin ku pir tiştên me hene ku ji bo me dibin çavkaniya kul û êşê. Gelo em bi çi û çi qasî hatine girêdan? Em bûne dîlê çi? Baş e, çima dibê êş? Ji ber ku em dixwazin. Di nava jiyana modernîteya kapîtalîst a ku pêşiya nefsê bi her awayî vedike de dawiya xwestekan nayê. Bi vî awayî mirov dibe dîlê pir tiştên ku dawiya wan nayê û wê tu demê jî neyê. Di nava vê pergalê de tu hem birçî hem jî çavbirçî yî. Ev pergal te di her milî de dike yekî/e tî û birçî. Tu jî her li pey van tiştan diçî û diçî.

Va ye, ev tişt nahêlin ku em bibin têkoşerên mezin û berxwedêrên ku xwebûna xwe bi dest xistî. Bi vî awayî em her nîvçe dimînin. Em li xwe binêrin gotina me û kiryara me li hev nake. Xwesteka me û keda me jî li hev nake. Bi kurtasî di halê heyî de em mirovên bi nakok in.

Jixwe di halê heyî de em bi awayekî giştî li rewşa gelê kurd binêrin, em ê bibînin ku ev di heman demê de rastiya gelê kurd e. Li ser me polîtîkayên qirkirinê hene, em pirsgirêka hebûnê dijîn û li Kurdistanê ji bo em hebûna xwe mîsoger bikin û koka vê pergala qirker biqelînin şerekî bêhempa tê dayîn. Di kêliyê de keç û xortên kurdan ên herî xweşik di oxira dewaya me de dikevin axê. Dîsa em dizanin ku pergala qirker pir lewaz bûye, bi desteka hin hêzan li ser pêyan dimîne. Lê tevî vê yekê jî em hêza xwe nakin yek, performansa xwe bilind nakin û bi hemû hêza xwe gurzê dawiyê lê nadin.

Baş e, tevî van heqîqetan em çima wisa ne? Ev sekin ji ku tê? Aşkera ye ku ji wan tiştên ku me bi xwe ve didin girêdan tê. Ji bo ku em bi hin tiştan ve hatine girêdan, em xwe tam tev li karê azadiyê û xwebûnê nakin. Tevlibûna me her nîvçe dimîne.

Wê demê divê em nexwazin! Ew tiştên ku me dikin dîlê xwe, em ê nexwazin. Em ê li gorî nefse neçin. Ji ber ku nefseke ku têr dibe tune ye. Bi ya min, tişta ku ya niha nahêle em jî bi her awayî xwe tev li karê şoreşê bikin ev nefs e. Ev nefs me di sînorê ezezîtiyê de dihêle. Ezezetî jî li dijî civakîbûnê ye. Lê mirovbûn jî civakbûn e û ji me re jî tişta pêwîst kar û xebatên civakî ne.

Wê demê divê em şerê herî mezin li dijî nefsa ku me dike yekî/e ezez bikin. Ger ku em vî şerî xurt bikin, wê şerê me yê li dijî dagirkeriyê jî xurt bibe û dê xwebûn pêkan bê…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar