Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

MOP’ê qurbaniyên qirkirina Seyfo ya 1915’an bi bîr an

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê MOB’ê Qirkirina Seyfo ya 1915’an a di salvegera wê ya 107’emîn de bi bîr anî û wiha got: “Piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk ku hêviya helan e û Erdogan-Bahçelî bavêjin ser çopa dîrokê.”

Gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî xwedî li Qirkirina Seyfo ya 1915’an derbikeve, dikare hemû nirxên xwe bi dest bixe.”

MOP’ê di serî de lehengên mîna Mor Şemun Bunyamen, Îsa Zette Çelme, Aşûr Yoûsef, Gelle Hirmiz, Hanne Sefer, Melke Haydo, Mesût Gevriye, û Hobel Rihavî ku di pêvajoya qirkirina 1915’an de jiyana xwe ji dest dabûn, hemû qurbanî bi bîr anî û got ku birînên ku wê qirkirinê vekirîn, nehatine girtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî ku 107 sal li ser Seyfoyê derbas bûne, şopdarên vê zihniyetê hîna heman tiştî didomînin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta tirk û hin beşên hevkar ên kurd êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurd, elewiyan, êzidiyan û kurd, ereb û asûrî, suryanî û keldaniyên li Sûriyeyê dikin û wiha hat gotin: “Li ku derê pêşketinek derbarê nirxên mirovahiyê de hebe, dewleta tirk êrîşî wir dike. Lewma li dijî gerîlayên PKK’ê çekên herî bi xeter û kîmyewiyê bi kar tîne. Di dîroka mirovahiyê de, ji bo Qirkirinên Seyfo ya 1915’an neqewimin, berxwedanên li dijî zihniyetên qirker li her qadê girîng e. Lewma divê di hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li pêşiya me de, em zihniyeta qirker têk bibin, piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk ku hêviya helan e û Erdogan-Bahçelî bavêjin ser çopa dîrokê.

Em MOP, banga me ji bo neteweyên asûrî/suryanî/keldanî, ermenî, rûm/pontûs, yahûdî, êzidî, elewî, kurd, tirk, ereb, muhalmî, çerkes, laz, pomak û romen e: Ji bo ku em bi hev re pêşerojek demokratîk, wekhev û azadî bînin divê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Eger gelê asûrî/suryanî/keldanî xwedî li Qirkirina Seyfo ya 1915’an derbikeve, dikare hemû nirxên xwe bi dest bixe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar