Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Moralê gerîla di asta herî jor de ye’

Ji fermandarên HPG’ê Ferhan Botan têkildarî êrîşa dewleta tirk a li ser Heftanînê û berxwedana hêzên gerîla ya li dijî dagirkeriyê ji Stêrk TV’yê re nirxand.

Ferhan Botan diyar kir ku dewleta tirk Heftanînê weke deriyê sereke yê başûrê Kurdistanê dibîne û wiha got: “Heke karibe Heftanînê bi dest bixe dê karibe tevahiya Başûr bi dest bixe. Gerîla 40 sal in li Heftanînê ne. Heke nikaribe li Heftanînê encamê bi dest bixe, wê nikaribe li deverên din jî encamê bi dest bixe û nikaribe herêma tampon ava bike.”

Botan da zanîn ku êrîşa li ser Heftanînê beşa planeke mezin e û wiha domand: “Dewleta tirk tişta ku li Xakurkê, Girê Spî û li Serêkaniyê kir, dixwaze li vir jî dubare bike. Di êrîşê de teknîkeke giran tê bikaranîn. Lê dîsa jî gerîla bi çalakiyên mezin li ber xwe dide. Teknîka ku li devereke din bi kar neaniye li vir bi kar tîne. Şevekê 50 herêm bombebaran kir û piştre jî bi helîkopteran reşandin. Piştre jî hewl da bi helîkopterên Skorsky leşkeran li herêmê deyne. Lê rastî destwerdana gerîla hat. Berxwedanekî bi vî rengî texmîn nedikirin. Şoq bû. Her cara ku hewl da leşkeran li herêmê deyne, me derb lê da û nehişt. Çar caran hewl da leşkeran deyne ser girên Şehîd Adar û Xantûrê û piştre bi bikaranîna teknîkê leşker danî.”

Cerdevan hişyar kir

Di berdewamê de jî Botan ev tişt anî ziman: “Em ev 40 sal in li dijî artêşa tirk şer dikin. Lewre hêza wan a bejahî baş dizanin. Her kesên ku ji sînor ketine nava xaka Heftanînê û alîkariyê dide dewleta tirk, di hedefa me de ne. Em cerdevanan careke din hişyar dikin ku destê xwe nexin nava xwîna zarokên vî welatî. PKK 40 sal in serî netewadiye, ji niha û pê ve jî serî natewîne. Em fedayiyên vî gelî ne.”

‘Rewşa herêman niha baş e’

Herî dawî jî Botan ev tişt destnîşan kir: “Dewleta tirk bêyî ku windahiyan bide nekariye xwe bigihîne ser tu girî. Rewşa herêman niha baş e. Li Xanturê şer didome. Her roj çalakî dibin. Li Dûpişkê her roj çalakî dibe. Li Şeşdarayê berxwedaneke mezin heye. Ev berxwedan wê bidome. Em ê dest ji Heftanînê bernedin. Ne tiştekî hêsan e; 50 caran wê herêmekê bombebaran bike lê windahiyeke me nîne. Berxwedana mezin dewam dike. Moralê gerîla di asta herî bilind de ye. Her bombeya ku diavêjin Heftanînê îradeya me xurtir dike. Moralê me bilind e, ji ber ku gerîla bi zelalî vê dibîne; artêşa tirk bêyî teknîkê nikare bi gavekê jî bi pêş ve biçe. Haya me ji vê rastiyê heye û me ev dît.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar