Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Morî: Paradîgmaya Ocalan dikare li Japonyayê jî belav bibe

Profesorê felsefeyê yê Japon Monotao Morî got, "Fikrê konfederalîzmê ji aliyê civakî ve fikrekî îdeal e" û diyar kir, fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û paradîgmaya Jineolojiyê dikarin li Japonyayê jî belav bibin.

Ji Zanîngeha Nagasakî profesorê felsefeyê yê Japon Motonao Morî di destpêka meha tîrmehê de li Hambûrgê bû mêvanê TATORT Kurdistan Cafe, ji bo qala nêrîna Japonyayê ya li jiyana alternatîf a li Rojava bike. Motonao Morî, Konfederalîzma Demokratîk ji aliyê civakî ve weke fikrekî ‘îdeal’ dibîne û baweriya xwe bi wê yekê heye ku utopya Rojava li Japonyayê jî dikare bikeve meriyetê.

Hûn dikarin destpêkê xwe bidin naskirin?

Navê min Motonao Morî ye. Navê min weke Gensaî jî dikare bê xwendin. Li Zanîngeha Nagasakiyê li Fakulteya Zanistên Civakî profesorê felsefeyê me. Li ser anarjîzmê pispor im.

We Rojava çawa bihîst?

Ya ku berê min da mijara Rojava sê bûyer in. Ya yekemîn têkiliya min a yekser bi Davîd Graeber e. Li Londonê di konferansê de min ew nas kir. Dema ku min têkilî pê re danî, ji min re got ku niha li cîhanê navenda herî girîng a siyasî Rojava ye.

Ya duyemîn; min li Zanîngeha Nagasakî kar dît û dest bi xebatê kir. Li zanîngehê hîn bûm ku kesekî bi navê Abdûrrahman Gulbeyaz li wir weke profesor dixebite û kurd e. Piştre min pê re têkilî danî û ji min re qala gelek tiştan kir. Ji bo min ev yek bû çavkaniyeke motîvasyonê.

Ya sêyemîn jî rastiya qanûna têkildarî biyaniyan a li Japonyayê, nêzîkatiya Japonyayê ya li penaberan bi taybetî jî li penaberên kurd bû. Lewma gelekî hêrs bûm.

Di çarçoveya anarşîzmê de ez li ser van rastiyan fikirîm. Vê yekê jî berê min da rastiya Rojava. Avabûna herêmeke bi vî rengî ya xweser û dînamîkên li pişt vê mijarê bala min kişand. Her wiha faktoreke din jî hebû: Rewşa jinan a li Rojava. Japonya di vê mijarê de gelekî li paş maye. Mijarên ku bûn sedem ku li ser Rojava lêkolînê bikim ev bûn.

Agahiyên li ser Rojava yan jî li ser şoreşa li Kurdistanê gelo li Japonyayê zêde ye, yan jî bi giranî agahiyeke taybet e ku li zanîngehê tê hînbûn?

Li zanîngehê jî haya mirovan ji Rojava nîne. Yanî bi giranî nayê zanîn.

Gelo fikreke we heye ku paradîgmaya Abdullah Ocalan bi çi rengî li Japonyayê bê nasandin?

Bi dîtina min, pêkane ku ev paradîgma li Japonyayê jî bê naskirin, fêhmkirin û bigihêje mirovan. Weke anarşîstekî, fikrê konfederalîzmê ji aliyê civakî ve weke fikrekî îdeal dibînim. Beriya naskirina paradîgmaya Ocalan jî ez nêzî vî fikrî bûm. Bi taybetî bi rêya Mûrray Bookchîn û ekolojiya wî ya civakî. Ji ber ku Japonya welatekî afetê ye, ji ber rûdana afetên xwezayî yên mîna erdhej û tsûnamiyê, min lêkolîn li ser vî fikrî kir.

Di çarçoveya teoriya Bookchîn de li Japonyayê ji vî alî ve fikrên felsefî yên civakî hebûn. Mesele ew bû ku piştî afeteke xwezayî ya gelekî mezin civak wê bi çi rengî jinûve bê avakirin. Fikrekî welê yê civakî li pêş bû ku mirov li gel xwezayê bi rengekî bi wate bijîn. Ji ber vê perspektîf û hebûna vî fikrî mirov dikare sîstema Ocalan ji bo Japonyayê jî bifikire. Lewma ev paradîgma dikare li Japonyayê jî belav bibe.

Her wiha ji bo Japonyayê min bal kişand ser Jineolojiyê jî ku gelekî girîng e. Hem ji aliyê ekolojiya civakî ve hem jî ji aliyê pêşketina dîrokî ya jinên li Japonyayê ve. Rewşa heyî ya ku jin li Japonyayê di nav de ne metirsîdar e. Lê belê rewş her tim ne bi vî rengî bû. Di dema Edo de (Ji sala 1603 heta 1868’an) civakeke welê hebû ku rola jinan di nav de navendî bû. Takamûre Îtsûe, Yoshîhîko Amîno û yên din ev mijar lêkolîn kiribûn. Çandeke dayikê hebû. Jin her tim di bin zext û zordariyê de nebû. Di sala 1865’an de piştî ku çanda Ewropayê hat Japonyayê, baviksalarî jî li Japonyayê bi cih bû. Pirsgirêkeke Ewropayê bû û xwe ewqasî zêde nîşan da ku li Japonyayê rola jinan êdî gelekî kêm bû.

Bi dîtina we, fikrên bi vî rengî dikarin li Japonyayê belav bibin? Rewşeke rasteqîn e?

Pirtûka min a sala 2017’an ‘Destpêkirina Anarşîzmê’ gelekî baş hat firotin. Ev yek dikare bibe işareta wê yekê ku anarşîzm li gel her tiştî jî dikare bigihêje civaka Japon.

Cudahiya navbera Graeber, Bookchîn û Ocalan ew e ku Ocalan zayendiya civakî daniye rêza pêş. Dibêje, heta ku jin azad nebe civak nikare azad bibe. Di pirtûka xwe ya nû de hûn mijara zayendî ya civakî çawa dinirxînin?

Pirtûka nû ji aliyê teorîk û pratîkî ve li ser tundiyê ye. Di pirtûkê de ku li ser anarşîzmê ye, ev hîn ne mijarek bû, ji ber ku bi vê mijarê re eleqedar nebû bûm. Di pirtûka nû de YPJ û Jineolojî bi giranî dikeve dewrê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar