Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Motîvasyona dagirkeran û berxwedan

Di dehê meha sibatê de bi şev li ser axa başûrê Kurdistanê li Garê êrîşeke mezin a dewleta tirk li dijî hêzên gerîla pêk hat. Di her êrîşekê de gelek armanc hene lê ya girîng a esas e. Bi vê êrîşê de jî wiha bû. Bi min ji çend armancên êrîşê yek jî di nav vê heysebeysê de biserdegirtina rêvebirên KCK’ê bû. Gava min bihîst, ez wisa fikirîm. Ji ber ku êrîş ji navenda Başûr pêk hatibû. Yanî êrîş ji alî û awayê her tim dibû ve neqewimîbû. Dibe ku hêviya wan hebû panîk derkeve û di vê kaosê de ji komên wan ên operasyonên taybet bi ser kampên tespîtkirî armancên xwe bibin serî. Belkî jî dagirkeran hêvî dikir ku ew rastî demeke hêzên gerîla ya qels bên û bi vî awayî bi ser kevin.

Ji encamên derketine holê, wisa dixuyê ku armanceke wiha hebûye. Bi taybet bombekirina kampa dîlgirtiyên di destê HPG’ê de vê texmînê piştrast dike. Eger armanceke wiha hebe jî berxwedana gerîla pêşî lê girtiye û ev armanc şikestiye.

Roja ev nivîs dihate nivsandin Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hûlûsî Akar diyar kir ku hêzên êrîş û dagirker ji qada ku hewl didan dagir bikin vekişiyane û êrîş bi dawî bûye. Daxuyaniya Hûlûsî Akar hem texmîna me piştrast dike hem jî îspata îtirafa  têkçûna hêzên dagirker e. Lê Hûlûsî Akar ji bo ku hezîmeta hêzên xwe veşere rastiya heyî bi derewên dewleta tirk ku sed sal in êdî guhên me jê haydar in xemiland. Di bombebaranê de leşkerên xwe kuştine, rastî ji bo kuştina wan jî çûne, weke ku her gav dikin, vediguhezîne firset û amûra  propogandaya reş, davêje ser gerîla. Hêzên êrîşkar şikestine, negihîştine armanca xwe û tevî dîlketî, kuştî û birîndarên xwe xisareke gelek mezin re rû bi rû mane. Ew bombebarana  sê rojan li ser hev rik û hêrsa şikestin û têkçûna wan e.

Dixwestin bi êrîşeke jinişkêve û giran armancên xwe pêk bînin, derz û şikestinekê di refên gerîla de pêk bînin. Êrîşên demildest û giran eger serê pêşîn bi ser nekevin, diewiqin û nikarin pêşde biçin. Encama vê êrîşê re jî em dikarin bêjin; têkçûn. Yanî çûn heyfa bavo mixabin dayik jî ji destê xwe kirin.

Ji avabûna komara tirk vir ve, li dijî gelê kurd bê navber û bê rawestan êrîşên hovane  berdewam in. Bi rastî jî ji kuştin, qirkirin û zilmê têr nabin. Çil sal in li dijî gelê kurd her tişt ceribandin. Ji ‘qasî metraja guleyekî em li ser stûyê wan in’ vir ve îro nebû sibê, ew nebû ya din, îsal nebû saleke din bê navber bi enerjiyeke gelek mezin êrîşên pir berfireh dikin. Ji sala 2015’an vir ve êrîş û şîdeteke gelek zalimane dewam dike. Di qada malî, aborî, siyasî, dîplomatîk, şîdet, qirkirin, dagirkirinê de mesrefên gelek mezin kirin, Tirkiye li dîwarê qeyraneke pir giran asê kirin. Li bakur, başûr, rojava dagirî û êrîşên pir xedar pêk anîn. Hêzên wan her tim, her saet di rewşeke operasyonel de ne.

Ji Başûr nebû ji Rojava, ji Şengalê nebû ji Heftanînê, ji bejahî nebû ji hewa, îro nebû sibê her tim teyaqûzeke operasyonal heye. Ev ji bo dewletekê ne normal e. Stratejiya dewletan çiqas demdirêj be ji bo demeke diyarkirî ye, dibe kurt be yan jî dirêj… Lê kêm zêde demek heye. Ya dewleta tirk ne stratejî ye. Xuya dibe ku ji bo xwe weke man û nemanê dibînin.  Ev çi motîvasyoneke hov e, mana gelekî ji bo xwe weke nemanê dibînin? Ev yek bi lugatan, bi ferhengan û bi tu tiştî nikare bê ravekirin.

Çavên pêşengên tirk sor bûne, xwe ji kuştin û qirkirina personelên xwe yên ku çend sal berê ji bo heman armanca îro pêk bînin şandibûn Qadên Parastinê yên Medyayê û dîl hatibûn girtin, paşde nedane. Ev rewşeke ne normal e. Îsraîl ji bo miriyekî xwe paşde bistîne bi sedan û hezaran girtiyên filistînî serbest berdide. Ev dewlet dikuje paşê jî mîna dêleguran dizûre ku ev hovîtî min nekiriye. Ji bo dewletê takekesên tirk ew qas amûr û bê nirx in. 13 sal berê jî gotibûn, ‘em rizgarkirina leşkerên dîl kêfxweş nebûn, xwezî bimirana, çêtir bû.’

Hikumeta desthilatdar vê motîvasyonê ji bo dawiya xwe difikire. Muxalefet ji bo fikra nijadperest a dewlet-milet piştgiriye didê. A niha jî ji bo wan weke fikreke hevpar a neteweyî dixuyê. Wiha difikirin; divê  miletê tirk tawîz nede, bila dewleta me parçe nebe. Em îro bi ser nekevin, sibeya wê heye. Sibê nebe du sibe heye. Siwarî nebe peyatî heye. Ev derûniyeke dîn û şîzofrenîk e. Lê belê di nav fikriyat û projeksiyona serdest û berdestên (muxalefet) wan de tê û lê ye. Ji ber ku rewş wiha ye, her roj her dem bê navber xwe diceribînin, gelo em vê carê nikarin bi ser kevin? Bi rastî ev rewşeke psîkiyatrîk û psîkopatolojîk e. Em ji vê re nikarin bêjin îrade, ev spartin e, ferzkirina tunebûnê li gelekî din e. Niheq e, hovîtî ye, bê edalet e.

Li gel vê niheqî, hovîtî û bêedaletiyê berxwedana gelê kurd îrade ye. Bi dehan salan e ev hovîtî li îradeya gelê kurd dikeve û dizivire. Di salên derbasbûyî de li her çiya û geliyên me li vê îradeyê asê bû. Mîna ku duh li Heftenînê dibû îro jî li Garê rastî berxwedana şervanên kurd bû, lê asê ma.

Motîvasyona dagirkeran xwe dispêre teknolojî, çekên giran û piştgiriya mutefîkên wan. Berxwedana hêzên kurd ji îradeyeke bîrdozî, siyasî û exlaqî pêş dikeve. Motîvasyona niheq û hov nikare berxwedan û îradeya gelê kurd têk bibe. Motîvasyon û îrade-berxwedan li dijî hev di şerekî dijwar de ne. Îro jî li Garê xwe peyitand. Misogeriya felatê ev berxwedan e.

Nûçeyên Têkildar