Desteya Giştî ya Meclisa Parlamentoya Konseya Ewropayê (MPKE) raporeke ku derbarê Tirkiyeyê de hatibû amadekirin, erê kir. MPKE’yê da xuyakirin ku divê di serî de Leyla Guven û hemû hilbijêr bên berdan
Rapora komîsyona çavdêrîkirina dewletên endamên Konseya Ewropayê ku ji aliyê ji Koma Sosyalîst-Demokrat-Keskan Marîanne Mîkko û ji Koma Muhafazekarên Ewropayê Nîgel Evans ve bi lezgînî hate amade kirin, li Desteya Giştî ya Meclisa Parlementoya Konseya Ewropayê (MPKE) ket dengdanê û hat erêkirin.
Di raporê de bi taybetî li ser mijarên çapemenî û mafên mirovan a li Tirkiyeyê hate rawestandin û ev tişt hate gotin: “Divê parlamenter û muxalefetên derveyî parlamentoyê di warê demokrasiyê de tev bigerin.” Di raporê de qala fikarên di warê mafê mirovan û demorasiyê de jî hate kirin û rakirina destlênedayîna 154 parlamenteran hate bibîrxistin.
Her wiha di raporê de xwemgînî û fikarên têkildarî Selahattîn Demîrtaş û Leyla Guven jî di nav de ku bi dehan hilbijrê di girtîgehê de ne jî hatin ziman û ev tişt hate gotin: “Leyla Guven ji 8’ê mijdara 2018’an ve di grevê de ye. Ji bo bal kişandina ser nebûna diyalog û gotûbêjeke siyasî ya siyasetmedaran, serî li rêbazên wiha hatiye dayîn.”
Daxwazên ji Tirkiyeyê
Her wiha di raporê qala şaredariyên bakurê Kurdistanê ku qeyyûm tayînê wan hatine kirin û şaredarê wan hatine girtin û bi kurtahî ev daxwaz ji hikûmeta tirk hatin kirin;
-Di demorasiyê de divê rêz ji mafên endamên partiyên muxalif re bê girtin.
-Divê destlênedayîna parlamenteran bê parastin, rêz jê re bê girtin.
-Ji ber destlênedayîna parlamenter Leyla Guven li ser biryara têkildarî Parlamenter Enîs Berberoglû ya di demek nêz de ji aliyê darazê ve hatibû girtin, li ser erka xwe kar bike.
-Rakirina destlênedana sala 2016’an a li dijî normên Konseya Ewropayê ye. Leyla Guven û parlementerên berê heta pêvajoya hiqûqê temam bibe divê serberst bên berdan.
-Divê Hiqûqa Têkoşîna li dijî ‘Terorê’ li gorî peymana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bê sererastkirin.
-Divê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ya derbarê Demîrtaş de bikeve meriyetê.
-Divê benda hilbijartinê ya sînordarkirina muxalefetê ya li Parlementoyê rabibe.
-Divê li ser bingeha normên Konseya Ewropayê hevkariyeke berfireh bê kirin.
-Divê stratejiya reforma edaletê temam bibe û bikeve meriyetê.
-Plana çalakiya mafê mirovan a nû divê temam bibe û bikeve meriyetê.
-Divê reformên Destûra Bingehîn a 2017’an li ber çavan re bê derbaskirin.
-MPKE’yê di rêza yekem de neçar e ku bersiva fikarên rayedarên tirk bide. STRASBOÛRG