Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

MSD: Divê kurd piştî erdhejê ji cihên xwe neyên koçberkirin

MSD′ê siyaseta guhartina demografiyê ku dewleta tirk a dagirker li dijî kurdên li Bakur Rojavayê Sûriyeyê piştî erdheja 6′ê sibatê dimeşîne, şermezar kir û diyar kir divê kurd ji cihên xwe yên resen neyên koçberkirin.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî siyasetên guhartina demografîk ku dewleta tirk a dagirker li dijî kurdan dimeşîne, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Ji kêliya destpêkê ya karesata erdhejê ya 6′ê sibatê ve MSD′ê hemû derfetên xwe yên siyasî û dîplomatîk bo xizmetkirina gelê Sûriyeyê yên zirar ji erdhejê dîtine danîn û têkiliyên xwe ji bo zextan bike ku deriyên mirovî ji bo derbasbûna alîkarî û madeyên guncaw werin vekirin, pêk anîn. MSD′ê însiyatîfên herêmê yên li hundirê Sûriyeyê çi sivîl, gel an jî yên Rêveberiya Xweser teşwîq kirin.

Piştî derbasbûna 14 rojan di ser karesatê re, siyasetên ku di karesatê de hatine bikaranîn derfetên rizgarkirina welatiyên di bin kavilan de û mehrûmkirina mexdûrên erdhejê ji alîkariyan asteng kirin.

Komên çekdar ên girêdayî dewleta tirk a dagirker qedexe kir ku alîkariyên Rêveberiya Xweser ku di demeke zû de gihaştine deriyan derbas be. Van kom, îtîfal û hikûmeta demkî parastina siyasetên dewleta tirk li hember mexdûrên sûriyeyî kir, ruxmî hat îsbatkirina ku saziyên dewleta tirk nikarîn erka xwe li hember welatiyên li hundir Tirkiyeyê pêk bianiya. Siyaseta hundirîn a Tirkiyeyê anku ragihandina AKP′ê da zanîn ku destpêkê divê mexdûrên tirk bê rizgarkirin û desthilata xwe ya nijadperestî di rizgarkirina welatiyan û alîkariya kesên hewcedar de bi kar anî. Lê sûcê li dijî mexdûrên sûriyeyî yên li Bakurê Rojavayê Sûriyeyê hatiye kirin, bi nûnertiya fermanên dewleta tirk bûn. Bi wê re komên girêdayî wê alîkariyên Rêveberiya Xweser pêşwaz nekirin û ragihandina Desteyên Parastina Sivîl a ji bo pêdiviya bi wan alîkariyan paşguh kirin. Lê ji bo erka mirovî û exlaqî û nîştimanî me hewl da em alîkariyê bikin, tevî ku me dizanî bawerî bi van komên terorîst ji bo wan alîkariyan tune ye.

Şermezarkirin û hişyariya li ser guhartina demografîk

Em bi tundî van siyasetên guhartina demografîk ku dewleta tirk li dijî kurdên li Bakur Rojavayê Sûriyeyê pêk tînin, şermezar dikin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku destwerdanê bike û zextê bike ku kurd ji cihên xwe yên resen neyên koçberkirin, her wiha heta niha zêdeyî ji sedî 70 ji şêniyên Efrînê hatine koçberkirin.

Em têkildarî fînansekirina desthilatên dewleta tirk a dagirker ji alîkariyên navneteweyî yên ji Sûriyiyan re hişyariyê dikin, bi taybet alîkariyên hin dewletan veqetandine ku cih û gundên nû li eraziyên welatiyên kurd werin avakirin.

Her wiha em topbaranên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta tirk ve şermezar dikin. Hêzên dewleta tirk gundê Mehmûdiyê û gelek erebe bi balafirên bêmirov di du hefteyên borî de hedef girtin.

‘Siyaseta Şamê berpirsa hilweşîna rewşa mirovî ne’

Desthilata Şamê û ruxmî teqeziya wê li ser girîngiya diyaloga nîştimanî, lê karesat li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî yên teng bi kar anî, însiyatîfên nîştimanî yên hundirîn ên alîkarîdayîna mexdûran red kirin. Siyasetên desthilata Şamê berpirsê bingehîn ê hilweşîna rewşên mirovî û aborî yên welatiyan e. MSD′ê di demeke berê de bang li Sûriyeyan kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û eniyeke demokratîk a fireh ji bo birêvebirina diyalog û dan û standina bi desthilatê re ava bikin da ku di zindîkirina xebata siyasî de bibe alîkar û tê de hemû hêz û aliyên Sûriyeyê yên aktîf hebin ku biryara NY′yê ya 2254′an pêk bînin. MSD′ê piştrast kir ku diyaloga nîştimanî ya Sûriyeyî vebijêrka stratejîk e û divê tê de nûnerên siyasî yên aktîf ji tevahî pêkhateyên civakê hebin.

Bangên ji hêzên nîştimanî û demokratîk re ji bo sivikkirina azarên erdhejê

MSD′ê di demekê de ku sersaxiyê ji malbatên mexdûran re dixwazin û hêviya şifayê ji birîndaran re dikin, em diyar dikin divê gelê Sûriyeyê kesên destên wan di dizîna qûta rojan de hesab bike.

Em bang li hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk dikin hevgirtî bin û mekanîzmeyên aktîf ji bo çavdêriya li hemû çalakiyên desthilatan li ser erdê bînin û gihandina alîkariyên mirovî yên tên şandin bişopînin. Em bang li HSD′ê dikin ku têkoşîna xwe bilind bikin û şansên ji bo sivikkirina azarên sûriyeyan ji dest xwe bernedin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar