Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

​​​​​​​MSD: Gefên Erdogan li ser siberoja herêmê û ewlehiya herêmî û navneteweyî xeter in

MSD`ê gefên serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ên pêkanîna êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. MSD`ê teqez kir ku ev gef xeteriyeke cidî li ser siberoja herêmê û aştî û ewlehiya herêmî û navnetweyî çêdikin û banga destwerdana lezgîn li civaka navneteweyî kir.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên pêkanîna êrişên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyek da. MSD`ê destnîşan kir ku di bin bihaneya avakirina “herêmeke ewle” ji bo parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê û vegerandina penaberên sûrî de, wekî her carê Erdogan gefa operasyona leşkerî li Bakurê Sûriyê xwar.

MSD`ê teqez kir ku gefa dewleta tirk serdestiya Sûriyeyê dike armanc û gefa dagirkirina herêmên din ên Sûriyeyê û jihevxistina tevna civaka Sûriyeyê dixwe. Di berfirehiya daxuyaniyê de hat gotin: “Hewldanên bihckirina sûriyan li herêmên ne yên wan piştî koçberkirina şêniyên resen ên bakurê Sûriyê, armanc jê guhertina demografiya herêmên Kurdan e. Ev yek li dijî biryara navneteweyî (2254) ya têkildarî vegera penaberan e û sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Nexasim ku 30 kîlometreyên ku Erdogan behsê dike, cihê gelek pêkahteyên wekî Kurd, Suryan, Êzidî, Ermen û Ereb e. Li wê herêmê her wiha girtîgehên DAIŞ`ê û malbatên wan hene.”

MSD`ê her wiha diyar kir ku dewleta tirk tevî komên sûrî yên alîgirên wê tu herêmên ewle li Efrîn, Idlib, Girê Spî, Bab û Serêkaniyê ava nekirin, berojvajî binpêkirin û sûc li dijî şêniyên resen pêk anîn û sûrî wekî çete di şerên xwe yên derve de pêk anîn. MSD`ê ev tişt ragihand: “Êdî diyar e ku dewleta tirk aramnc dike îmaretekê ava bike tê de hemû tundrawan û serçeteyên wan kom bike, bi wê yekê dê bakurê Sûriyê bike stargeha hemû alîgirên xîlafeta îsalmê. Bi taybet herêmên Bakur û Rojihilatê hîna jî bi xeteriya vegera DAIŞ`ê re ye û şaneyên vê rêxistina terorîst li vê herêmê çalak in. Beriya çend mehan DAIŞ`ê êrişî Girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê kiribû, armanc ji operasyonê rizgarkirina malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên li Kampa Holê bû, ku nêzî 60 hezar lê bi cih dibin û serweriya li ser herêmê û komkirina tundrawan bû.”

MSD`ê di dewama daxuyaniya xwe de teqez kir ku gefên dewleta tirk xeteriyeke cidî li ser siberoja herêmê û aştiya herêmî û navneteweyî çêdikin û pê re dê hemû hewldan û xebatên têkoşîna li djî terorê vala derkevin û wiha pê de çû: “Her wiha xeteriyeke cidî li ser pêşeroja çareseriya siyasî li Sûriyê çêdike û armanc dike ku terorîst û tundrawan di aliyê jeo-siyasî di bin navê opozîsyonê de xurt bike û bi wê yekê wan beşdarî xebatên ji bo pêşeroja Sûriyê bike. Em her operasyoneke leşkerî ya muhtemel şermezar dikin. AKP`ê hewl dide hewldanên aramiyê li Sûriyê û xebatên navneteweyî ji bo istiqrarê, asteng bike. Welatên beşdarî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê bûne xwedî berpirsiyariyeke sereke ne û dikarin rê li destwerdana Tirkiyeyê bigirin, ku dê bi xwe re karesatên mirovî, koçberî, qirkirina etnik û di serî de li dijî Êzidî, Xiristiyan û Kurdan bîne.”

MSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî ev bang kir: “Em bang li civaka navneteweyî û NY`yê dikin ku cidî nêzî gefên Tirkiyeyê bibin, bi lez destwerdanê bikin û helwestên xurt û bi hêz nîşan bidin da ku xeyalên mayî yên sûriyan ji bo pêkanîna çareseriya siyasî biparêzin. Her wiha em bang li gelê Sûriyê û nûnerê wî dikin ku berpirsiyariya nîştimanî di ser berjewendiyên siyasî re bigirin û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê diyalogê esas bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar