Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

MSD: Şoreşa 19’ê Tîrmehê bikin bingeh

Navenda Nûçeyan |

Bi minasebeta salvegera Şoreşa Rojava ya 19`ê Tîrmehê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da. MSD’ê destnîşan kir ku bi hatina salvegera 8`emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê re qonaxeke nû ya têkoşînekê dest dike da ku parastina destkeftiyan bê kirin.

Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:

“Îro salvegera 8`emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Em derbasî qonaxeke têkoşîneke nû dibin ku parastina destkeftiyên vê şoreşê di aliyê leşkerî, aborî, siyasî û saziyan de bikin. Em wek MSD ji berê de têdikoşin da ku çareseriya demokratîk li Sûriyeyê pêk bînin lê aliyên din ên şer dikin, heta niha çareseriya demokratîk red dikin. Di navbera muxalefet û deshilatê de şerê Sûriyeyê didome. Lê vê carê ji bo xaka Sûriyeyê ye. Lê belê bû tişteke nebaş ji gelê Sûriyeyê re. Van aliyan gelê Sûriyeyê kir çeteyên ku ji bo berjewendiyên hêzên herêmê û navneteweyî şer dikin, destpêkê ji Lîbya, Yemen û heta Azerbeycanê.

Bi saya vê şoreşê rewşa bakur û rojhilatê Sûriyeyê cuda bû. Tevî kêmbûna derfetan lê gelek destkeftî hatin bidestxistin. Di aloziya aborî de saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser barê welatiyan bi rêya gelek tedbîran, sivik kir. Jin li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hîn jî pêşengiyê ji şoreşê re dikin, tevî hemû sûcên li dijî jinan, nemaze ya li dijî siyasetmedar Hevrîn Xelef pêk hatiye, lê dîsa jî jinan israra xwe xurttir kir. Ev tedbîr, serkeftin, derketina ji aloziyên aborî, ewlehiyê, tenduristiyê yên di encama korona vîrusê de rû dan, hişt ku hin aliyan xwest van serkeftinan derbe bikin û bi firokeyên bêpîlot ên Tirkiyeyê êrîş kir, her wiha bi rêya avê xwestin şerê gelê Sûriyeyê bikin. Di vir de der barê helwesta hikumeta Sûriye û Rûsyayê de ji van hewldanan re pirs derdikevin holê.

Divê em berdêlên şêniyên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di nava HSD`ê de dane, bi bîr bixin, ji ber berhema Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye, li dijî terorê, fikrên radîkal şer kirin û parastina nirxên jiyana hevbeş kirin. Şoreşa 19`ê Tîrmehê ne tenê di aliyê siyasî de li ber xwe da, lê belê di aliyê rêvebirinê û leşkerî de jî li ber xwe da û paşê şoreşa çandî, aborî, civakî jî xwe da der û hêviyên gelê Sûriyeyê bi cih kirin, ji ber ku gelê Sûriyeyê ji beriya 9 salan ve serî hilda û bi armanca pêkanîna Sûriyeke demokratîk, pirreng têkoşiya.

Li ser vê rêgezê hîn jî şoreş berdewam e û erkeke mezin dikeve ser milê me, her wiha bang li hemû gelê Sûriyeyê dikin ku xwe tev li kar û xebatê bikin û hevrûkirinê di navbera serkeftinên vê şoreşê de bikin û di navbera rewşa herêmên din de û bang li her kesî dikin ku li dijî hewldanên dagirkirina xaka Sûriyeyê bisekinin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar