Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

MSD’ê ji bo rizgarkirina Efrînê banga ragihandina şerê rizgariyê kir

MSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber êrîşên dewleta tirk bi sedhezaran efrînî ji warê xwe koçber bûn. MSD’ê diyar kir ku dewleta tirk û çeteyên wê herêma herî bi ewle ya Sûriyeyê veguherandin herêma herî zêde tûndî lê heye. MSD’ê bang  li gelên Sûriyeyê kir ku ji bo rizgarkirina Efrîn û herêmên din şerê rizgariyê ragihînin

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji ber salvegera duyemîn a destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:

“Wekî roja îro sala 2018’an hêzên dewleta tirk a dagirker bi çekên giran û bi beşdarbûna komên bi navê Artêşa Azad êrîşî bajarê Efrînê kir. Di encama wê de bi sedan şehîd çêbûn û bi deh hezaran jî koçber bûn. Dewleta tirk a dagirker bi rêya êrîşên hewayî û bejahî siyaseta erdê şewitandî bi kar anî. Her wiha piştre jî guhertina demografyayê, koçberkirina bi darê zorê, talankirin ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve pêk tê.

Dewleta tirk ji destpêkê ve lîstîkvanekî sereke di herêmê de ye. Armanca xwe, xewn û xeyalên xwe hene. Hikûmeta AKP’ê hewl dide serdema Osmaniyan vejîne. Her tim di nava tevgerê de ye da ku xewna xwe pêk bîne û ev yek ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ku derbasî sala 9’emîn bûye, diyar e.

Efrîn veguherandine herêma herî zêde tundê lê heye

Efrîn li Sûriyeyê ji herêmên herî bi ewle bûn. Gelek koçber ji herêmên din ên Sûriyeyê pêşwazî kirin lê piştî êrîşên dewleta tirk bûye herêma herî zêde tundî, şer, talan, hilweşandin û guhertina demografyayê lê tê kirin. Bi hezaran kes ji herêmên din ên Sûriyeyê û bi taybet ji Idlibê hatin koçberkirin û li Efrînê hatin bicihkirin. Li beramberî vê yekê jî civaka navdewletî di nava bêdengiyeke mezin de ye.

Em weke MSD’ê karesata li ser gelê me li Efrînê şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî, Meclisa Ewlehiyê, rêxistinên mafên mirovan, dewletên Koalîsyonê û Rûsyayê dikin ku dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê bi dawî bikin û şêniyên ku bi darê zorê neçarî koçberiyê bûne, li warê wan vegerînin.

Em soz didin ku dê têkoşîna xwe ya sîyasî bidomînin

Her wiha em bang li gelê xwe yê Sûriyeyê dikin ku bi yekdestî û bi hevgirtinê şerê rizgarkirina xaka ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin û di serî de Efrîna berxwedêr, ragihîne. Em soz didin gelê xwe yê Efrînê ku em ê têkoşîna xwe ya siyasî di civaka navneteweyî de dewam bikin. Çareseriyeke siyasî ya aloziya Sûriyeyê di pêvajoya pêş de, destekdayîna hêzên me yên berxwedêr ji bo rizgarkirina Efrînê ji armancên me yên sereke ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar