Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

MSD’ê li dijî gefên dewleta tirk banga yekitiyê kir

MSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber gefên dewleta tirk ên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê, komên çete yên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê careke din xwe komî ser hev dikin. MSD’ê da zanîn ku êrîşeke muhtemel a dewleta tirk dê rê li ber karesatên mezin veke û banga hevgirtinê li pêkhateyên herêmê kir

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) der barê gefên serokê giştî yê AKP’ê Erdogan de daxdaxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin dewleta tirk hewl dide aramî û ewlehiya herêmê têk bibe û li hemberî vê yekê jî banga hevgirtinê li hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê hate kirin.

Daxuyaniya MSD’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Gefên Tirkiyeyê yên ji bo êrîşkirina herêmên sînor ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne û gihiştine lûtkeye. Xebatên pêkanîna mekanîzmeya ewlehiyê berdewam e û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bendên lihevkirinê pêk tîne. Diviya bû ku gefên Tirkiyeyê bi dawî bibûna û hawaya berfirehkirina diyalogên Sûriyeyê û prosesa siyasî ya ku aliyên Sûriyeyê tê de aktîv, di serî de MSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bibûna, peyda bibûye. Lê berovajî vê yekê, aliyên Tirkiyeyê bi qelibandina maseyê dest bi gefan kirin ku ev yek ne rastbûna hikûmeta tirk û necidiyeta wê ya li hemberî van lihevkirinan îsbat dike.

Hewldanên Tirkiyeyê yên leşkerî yên li dijî herêmê, ji hewldanên wê yên dûrxistina MSD û rêveberiya xweser ji avakirina komîteya destûrî ne dûr e. Projeya rêveberiya xweser ji hemû projeyên hatine pêşkêşkirin a tekane ye ku dikare guhertineke rasteqîn di zîhniyet û şeklê desthilata li Sûriyeyê de çêbike. Ev dûrxistin li djiî qanûnên navdewletî ye û hemû biryarên navdewletî di serî de biryara 2254 vala derdixîne.

‘DAIŞ xwe jinûve kom dike’

Em teqez dikin ku gefên Tirkiyeyê yên domdar hişt ku DAIŞ endamên xwe li çolistana Sûriyeyê ji nû ve tevger bike û şaneyên xwe yên veşartî careke din çalak bike. Ev gef dê daxwazên aliyên herêmî yên din ji bo ku careke din kaxezên xwe li hev bixe, zêde bike û xwe amade bikin ji bo ku her valahiyekê ku HSD di encama krîza domdar li ser sînor derkeve, dagire. Bûyerên ku bi lez li Dêrazorê rû didin rastiya van metirsiyan aşkera dike. Li gel wan pêşketinên bi lez û gefên ku ewlehiya sînorên Sûriyeyê tehdîd dike, desthilata Sûriyeyê li Şamê tu tedbîrên micid ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyeyê negirtin, berovajî wê gefên Tirkiyeyê bi tewanên li dijî HSD’ê rewa kirin û Tirkiyeyê bi bîr xist ku dikare vegere lihevkirina Edeneyê. Ji vir û di vê pêvajoya xetere de di temenê Sûriyeyê de em bang li sûriyeyiyan dikin bê îstîsna ku li helwestên xwe vegerin û berjewendiya neteweyî û gelê Sûriyeyê bidin ser tevahiya berjewendiyan.

Em van hewldanên Tirkiyeyê şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî dikin ku li hemberî gefên dewleta tirk helwesteke zelal nîşan bidin. Her wiha em bang li koalîsyona navdewletî ya li dijî terorê dikin ku planên Tirkiyeyê yên ku ewlehiya herêmê armanc dike rawestîne.

Bang li raya giştî kir

Ger ku Tirkiye êrîşî herêmê bike dê ev yek rê li ber karesateke mezin veke û di serî de xiristiyan, li ser pêkhateyên herêmê dê metirsiyeke mezin çêbike. Komên cîhadperest ên girêdayî Tirkiyeyê hebûna xiristiyan û êzidiyan hedef digire. Tevî hedefgirtina hebûna neteweyî ya kurdî ya ku ji girîngtirîn armancên siyaseta guhertina demografyaya li herêmê tê hesibandin. Li rex wê jî şêniyên herêmê yên ji neteweya ereb siyasetên asîmîlekirinê yên ku Tirkiye li herêmên ku dagir kirine dimeşîne red dikin. Her wiha bang li tevahiya şêniyên Sûriyeyê dikin ku ji bakur heta başûr ji Dîcle ji aliyê rojhilat heya berava deryayê ji aliyê rojava ku bi rolên xwe yên neteweyî rabin û hewldanên Tirkiyeyê ji bo dagirkirina herêmên bakur û Rrojhilatê Sûriyeyê red bikin. Em bang li pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê yên kurd, ereb, suryan, asûr, ermen û tirkmen dikin ku bi yekrêzî bisekinin û desteka HSD’ê bikin da ku herêm û destkeftiyên me biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar