Nûnera Zarokên di Girtîgehê de Cansû Şekercî û bavê Mîrazê biçûk Cengîz Zaza Akbaba bal kişandin ser zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne û gotin ku li girtîgehan muameleya girtiyan bi zarokan tê kirin
Roja Zarokan a Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî di sala 1954’an de hat qebûlkirin û her sal di 20’ê Mijdarê de Roja Zarokan a Cîhanê tê pîrozkirin. Tirkiyeyê di 14’ê cotmeha 1990’î de Peymana Mafên Zarokan qebûl kir û di 27’ê çileya 1995’an de jî ket meriyetê. Di peymanê de her çend tê gotin divê mafên zarokan bên parastin û dewletên ev peyman îmze kirine berpirsiyariyên xwe pêk bînin. Lê belê li Tirkiyeyê ev berpirsiyarî pêk nayê. Ji bo vê jî mînaka herî ber bi çav zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne. Li gorî hin daneyan 864 zarok tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne.
Yek ji van pitikan jî Mîrazê biçûk e ku tevî dayika xwe Gulistan Dîken Akbaba di Girtîgeha Jinan a Gebzeyê de ye. Mîrazê biçûk, di nav hefteyê de li cem diya xwe û di dawiya hefteyê de jî li cem bavê xwe dimîne.
Pêlîstok jî qedexe ye
Bav Cengîz Zaza Akbaba bi bîr xist ku hevjîna wî Gulistan Dîken Akbaba nêzî 3 sal in di girtîgehê de ye û bal kişand ser binpêkirina mafên zarokan û wiha got: “Carekê gava Mîraz dibin girtîgehê nahêlin diya wî pê re here. Me ev mesele hel kir, lê belê meseleyên din derketin holê. Pêlîstokên wî jî qedexekirin.”
Bav Akbaba bal kişand ser meseleya Mîrazê biçûk ku dikirin nedikirin girtîgehê ew qebûl nedikir û got ku gava nehiştine Mîraz biçe girtîgehê giriya ye û ji bavê xwe re gotiğe “Bavo, çima em nikarin biçin cem diya min.” Bav Akbaba anî ziman ku wî jî ji bo Mîraz eware bike gotiye ew mifteyê winda kirine û piştî vê Mîraz li her derê li ‘mifteya girtîgehê’ geriyaye.
Di axaftina xwe de Akbaba destnîşan kir ku divê mafên zarokên ku ji mecbûrî di girtîgehê de li cem diya xwe dimînin bi awayekî aşkera bên nivîsandin û wiha domand: “Ji ber mafên zarokan bi awayekî aşkera nayên nivîsandin, carinan jinên peywirdar muameleya girtiyan bi wan dikin. Heger wezaret xebatekê dike, bila bi me re bike. Demildest divê mexdûriyeta zarokan û malbatên wan bê helkirin. Mesela dayikên bi zarok dikarin bi şertê kontrolkirî yan jî hepsa malê înfazên xwe temam bikin.”
Li girtîgehan binpêkirina mafan
Nûnerê Zarokên di Girtîgehê de ya Komeleya Civaka Sivîl (CÎSST) Cansû Şekercî jî bal kişand ser pirsgên zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de dimînin.
Şekercî destnîşan kir ku nebûna nivînên zarokan, xwenegihandina mafên tenduristiyê, xwenegihandina pêlîstok û zexîreyan hwd. pirgirêk hene û da zanîn ku piştî hewldana darbeya 15’ê tîrmehê Rewşa Awarte hatiye îlankirin û piştî Rewşa Awarte li girtîgehan di warê bikaranîna kreşan de binpêkirinên mafan rû dane.
Her wiha Şekercî herî dawî ev tişt anî ziman: “Xuyangiya qadê pir girîng e. Ji ber ku qad nayê xuyakirin hejmar jî tam nayê zanîn. Yanî haya me ji binpêkirinên mafan çê nabe. Şert û mercên niha yên li girtîgehan, dibe ku bêtir zirarê bide mirovan. Wê ev yek bibe sedema zêdebûna binpêkirina mafan. Divê berdana bi şertî careke din bê nirxandin. Gava ev bê nîqaşkirin divê zarok esas bên girtin û li gorÎ wê bê nirxandin.” STENBOL