Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Muayeneya bi kelepçe ferzî girtiyên nexweş kirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Duzce, mûayeneya bi kelepçe ferzî girtiyê nexweş Selamî Keleş kirin. Malbata Keleş, diyar kir ku ji ber kurê wan ferzkirina muayeneya bi kelepçe qebûl nekir, nehatiye derman û xwest dermankirina kurê wan neyê astengkirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Duzce, mûayeneya bi kelepçe ferzî girtiyê nexweş Selamî Keleş kirin. Keleş ji ber ku muayeneya bi kelepçe qebûl nekir, derman kirina wî asteng kirin û nehat dermankirin. Keleş ê di 8’ê Tebaxê de bi malbata xwe re hevdîtin kir, rewşa tenduristiya xwe û binpêkirinên mafên mirovan ên rastî hat, vegotin

Keleş bi rêya malbata xwe ev tişt ragihandin: “Dermanên min ê epîlepsî nadin min. Ev salek û nîve min nabin kontrola Nexweşxaneya Nexweşiyên Rih û Rehik a Prof.Dr. Mazhar Osman a Bakirkoyê. Deriçeya dilê min diêşe û canê min direcife. Li ber çavên min tarî dibe. Ez baş nabînim. Du caran ez birim nexweşxanê. Gava ketim odeya bijîjk, muayeneya bi kelepçe ferzî min kirin. Ji ber ku min ev yek qebûl nekir, ez muayene nekirim. Berî 6 mehan ji bo tehlîla xwînê, mînak ji min girtin. Lê heya niha encamê wê negihandine min. Em li qawîşê 15 heval dimînin. 6 ji wan ji ber ku cih tuneye, li erdê radizin.”

‘Divê bê dermankirin’

Dayika Keleş Guzel Keleş diyar kir ku dema kurê wê hat odeya hevdînê pir zeîf bibû û wiha got: “Rengê rû yê wî zer bibû. Kurê min ev 2 sal in bi nexweşiya epîlepsî re têdikoşe. Ber ji ber nexweşiya dil, li Girtîgeha Zonguldakê anjiyo bibû. Ez qebûl nakim ku tedawiya kurê min asteng bikin. Divê dawî li pêkanîna ferzkirina muayeneya bi kelepçeyê bînin. Ez dixwazim demildest kurê min baş be. Derbarê rewşa wî de fikarên min hene.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar