Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Muînî: MÎT, Îtlaet û Parastin li dijî gerîla li dora maseyeke hevpar dicivin

Navenda Nûçeyan |

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Muînî tev li Bernameya Rave ya Aryen TV bû û bal kişand li ser êrîşa di 25’ê hezîranê ya li Kunemasiyê û dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê.

Siyamend Muînî da zanîn ku dema 4 hevalên wan li ser erka xwe, ji bo karekî bi ser Kunemasiyê re derbas dibin û wiha domand: “Cilên sivîl li ber wan bûn. Lê dewleta tirk dîsa jî êrîş kir. Hevalê me yê bi navê Arîwan Şoreşger şehîd bû û sê hevalên me jî birîndar bûn. Dewleta tirk hewl dide Îranê li dijî PJAK’ê bide şerkirin. Dewleta tirk li dijî gelê kurd şer daye destpêkirin. Lê ji ber ku aboriya Îran lawaz e, nikare li dijî PJAK’ê raste rast bikeve nava şer. Heke Îran bikeve nava şer, wê demê dê PJAK li se sînor bi sînor nemîne û dê bikeve kûrahiya bajarên Îranê.”

Sedema civînên îstîxbarî

Di berdewamê de jî Muînî anî ziman ku di navbera MÎT’a tirk, Îtlaeta Îranê û Parastina PDK’ê de maseyek hevbeş heye û wiha pê de çû: “Car bi car dicivin û li ser rewşa kurdan gûftugoyê dikin. Bi taybet jî li ser derbkirina PJAK’ê disekinin. Di van mehên dawî de li dijî PJAK’ê şerekê taybet tê meşandin. Ketine nava hewldana qetilkirina endam û rêveberên PJAK’ê. Haya me ji plan û projeyên wan hene.”

Xebatên sîxûrtiyê

Siyamend Muînî herî dawî jî wiha got: “Bi taybet jî malbata Barzanî û PDK’ê, bi giştî Rêveberiya Herêma Kurdistanê berjewendiyên xwe AKP’ê ve girê dane. Ev jî sîxûriya li dijî gerîla hêsan dike. Heta ku li Kurdistanê sîxûrî û xiyanet neyê tunekirin, serkeftin zehmet e. Ev yek çarenûsa hemû Kurdistanê ye. Lewre divê em bi yek dengî li dijî dagirkerî û pergala şovenîzmê derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar