Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Mûnzûr: CPT û DMME bûne navendê qirkirina kurdan

Endamê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya li Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr bal kişand ser tecrîda giran ya li ser Rêber Apo û got: “CPT û DMME bi kiryarên xwe bûne hevkarên dewleta qirker a tirk û navendên qirkirina kurdan.”

Ferzende Mûnzûr diyar kir ku bersiv ji bang û daxwaznameyên wan re nehatiye dayin û got, “Saziyên ku qaşo di mijara pirsgirêka kurd û têkildarî Rêber Apo de edaletê pêk tînin, gelekî dereng tevdigerin. Daxwaz û pêşniyaran ji nedîtî ve tên. Dîrok wê van kiryaran ji bîr neke, wê efû neke.”

Endamê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku zêdeyî du sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Ferzende Mûnzûr got, “Tecrîdeke mutleq heye ku mînaka wê nîne, nehatiye bihîstin. Rêber Apo ji mafên xwe yên hiqûqî û mirovî bêpar tê hiştin. Ev rewş ne tenê ji bo gelê kurd ji bo gelên din hemûyan windahiyeke mezin e, ji ber ku perspektîfên Rêber Apo çareseriyê ji pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn û cihanê re dibîne, alternatîfê diafirîne.”

‘Her gotinek Rêber Apo bandorek mezin dike’

Mûnzûr diyar kir, hikûmeta tirk a ku sînorên faşîzmê derbas kiriye, di rewşeke ku desthilatdariya wê dihejîne de ji bo bêdengkirin û tepisandinê çi ji dest tê dike û got, “Her kes bi rola Rêber Apo yê dîlgirtî zane, dibihîze û dibîne. Her gotinek ji Îmraliyê tê bandoreke mezin li civakê dike. Pêwîstiya civaka Tirkiyeyê û Kurdistanê niha bi nêrînên Rêber Apo bi perspektîfên wî heye ku rê li ber aştî, çareseriyê vedikin. Nêteke hikûmeta Erdogan nîne ku xwe nêzî demokrasî û aştiyê bike, ji vê re amade jî nîne. Lewma ji bo desthilatdariya xwe hilneweşe qedexeya li ser Îmraliyê dewam dike.”

‘Nahêlin ku dengê Rêber Apo bigihêje gelan’

Mûnzûr destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe çareserî ji pirsgirêkên li Rojhilata navîn re nayê dîtin, aramî pêk nayê, lewma Ocalan li Rojhilata Navîn xwedî roleke diyarker e. Mûnzûr got, “Nahêlin ku dengê Rêber Apo bigihêje gelan. Ji bo çareserî pêk neyê, bi zanebûn bendê datînin.”

‘Divê CPT xizmetê ji zaliman re neke’

Ferzende Mûnzûr anî ziman ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) erk û berpirsyariyên xwe bi cih nînin û wiha dewam kir, “CPT saziyeke bi ser Konseya Ewropayê ve ye. TêkildarÎ Îmraliyê nêrîn û pêşniyarên xwe çêbûn. Bi taybetî gava mirov bala xwe dide ser serdana dawî ya CPT dibîne ku di nava helwesteke bi vî rengî de ye: ‘min serdana xwe kir, êdî jê û pê ve Tirkiye zane’. Wê wextê wezîfeya CPT çi ye? Wezîfe û berpirsyariyên bingehîn nade ser xwe. CPT bi bicihneanîna wezîfe û berpirsyariyên xwe, hêzê dide dewleta tirk ku polîtîkaya xwe ya înkarê dewam bike. Ne şaş e ku mirov bibêje, jê re dibe piştevan. Bingehê ji vê siyaseta înkar û îmhayê re amade dike. Divê CPT vê helwest û nêzîkatiya xwe di ber çavan re derbas bike û bes xizmetê ji zaliman re bike.”

‘CPT û DMME daxwaz û pêşniyaran bê bersiv dihêlin’

Mûnzûr diyar kir ku ji bo dawî li tecrîdê bê anîn û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin wan gelek caran daxwazname pêşkeşî CPT, DMME û saziyên mîna wan kirin, lê belê heta niha bersivek wernegirtine. Mûnzûr got, “Saziyên ku qaşo di mijara pirsgirêka kurd û têkildarî Rêber Apo de edaletê pêk tînin, gelekî dereng tevdigerin. Daxwaz û pêşniyaran ji nedîtî ve tên. Dîrok wê van kiryaran ji bîr neke, wê efû neke. Weke înîsiyatîf wezîfeya me ya bingehîn ew e ku dengê Rêber Apo bigihînin gelan, ev jî bi misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe. Di vê çarçoveyê de amadekarî tê kirin ku mehên bê li welatekî Rojhilata Navîn li ser fikir û felsefeya Rêber Apo konferansek bê lidarxistin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar