Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê de tê girtin 810 roj in tu agahî nayê girtin. Ocalan herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi rêya telefonê hevdîtin bi malbata xwe re kiribû. Ji wê çaxê heta niha hemû serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta cezayên dîsiplînê hatine redkirin an jî nehatine bersivandin.
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Murad têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekitiya kurdan de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û nirxandinên girîng kir.
‘Armanc têkbirina projeya ku birêz Ocalan daye rûniştandin e’
Murad bal kişand ser rol û mîsyona hêzên navneteweyî ya di tecrîdkirina Ocalan de û wiha got: “Armanc têkbirina projeya ku birêz Ocalan daye rûniştandin. Bêdengiya hêzên navnetewî ya li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan rûyê rastiyê yê van hêzan eşkere kir. Her wiha bêdengiya wan tê wateya erêkirin û hevkariya siyaseta tirk a ku li hemberî gelê kurd di şexsê Ocalan de dimeşîne. Her kes dizane ku dewleta tirk beyî dewletên rojavayî nikare tu tiştekî bike. Loma em dikarin bibêjin bi dîlgirtin û tecrîdkirina birêz Ocalan roleke sereke ya hêzên navnetewî heye. Her çendî dewleta tirk bi hişmendiya faşîzan li dijî kurdên azadîxwaz siyaseteke dûr û kûr dimeşîne jî lê di vê siyasetê de rola hêzên navnetewî sereke ye. Em dibînin ku di tevahiya cihanê de aloziyek diqewime. Bi taybetî jî di Rojhilatanavîn de ev alozî her roj kûrtir dibe, şer û pêvçûn her deverê belav dibe. Lê belê di vê demê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Rojhilatanavîn birêz Ocalan projeyeke demokratîk derxistiye holê. Ev projeye ji bo tevahiya gelan û baweriyan weke mifteya çareserî û azadiyê ye. Loma em dibînin ku eleqeyeke pir mezin ji aliyên gelên azadîxwaz ji bo vê projeyê heye. Ev proje ne li gorî hêzên hegemonîk e. Ev pergala ku sedsal beriya niha piştî şerê cihanê yê yekem hatiye damezirandin di roja ma ya îro de hilweşe. Birêz Ocalan bi fikr û ramanê xwe, bi rêxistinbûyina gelan, bi parastina nasnameyan ev projeye daye rûniştandin. Armanca dewleta tirk têkbirina vê projeyê ye. Çimkî pergala netewa demokratîk weke xetereyê li ser xwe dibîne. Di bingeha vê projeyê de bi hev re jiyana gelan, azadiya gelan, parastina mafên mirovan, parastina xwezayê, parastina mafê jin heye. Ev jî li ser welatê ku bi salane pêkanînên faşîzan tê birêvebirin pêşiya xeteriyê vedike. Hezên hegemonîk dixwazin ku aloziya heyî her kûr bimîne, şer û pêvçûn jî berdewam be.”
‘Bi şer kuştin û qirkirinê dixwazin ku pergala xwe mayinde bikin’
Murad bi lêv kir ku şer di xizmeta hêzên desthilatdar ê hegemonîk de ne û got ku hêzên navnetewî ji girankirina tecrîdê sûd digirin û wiha domand: “Ev hêz dixwazin ku li her deverekî alozî hebe, şer û pêvçûn hebe. Ji bo ku bikaribin berjewendiyên xwe li ser Rojhilata Navîn bimeşînin di şer de israr dikin. Armanca wan jî ew e ku pergala netew dewlet a ku sedsal beriya niha hatiye damezirandin biparêzin. Bi şer, kuştin û qirkirinê dixwazin ku pergala xwe mayinde bikin. Heta niha li gelek deveran ev kaos hê berdewam e. Ev kaos, alozî, şer ji berjewendiyên wan re xizmetê dikin. Lê belê îro li dijî vê pergalê tenê gelê kurd xwedî alternatîf e. Ev projeya netewa demokratîk, konfedarîlîzma demokratîk weke mînakekê ye ji bo çareserkirina van pirsgirêkan. Loma ev hêzên hegomonîk li dijî pêkanînên dewleta tirk bêdeng in. Çimkî projeya wan heye û dixwazin ku vê projeya xwe pêk bînin. Ji ber wê jî ji bo ku vê projeya xwe bidin meşandin pêwîstiya wan bi amûrekî heye. Tevî dewleta tirk ew hêzên ku li ser esasê faşîzmê hatine avakirin jê sûd digirin. Ji ber wê ji her kirinên dewleta tirk û dewletên desthilatdar re çavên xwe û guhên xwe digirin. Îro her kes dibîne ku bi serkêşiya Erdogan çiqasî mafên mirovan tê binpêkirin, needaletî, nehiqûqî, çiqasî zext û zordarî hene lê ew bêdeng in. Çimkî di vê bêdengiyê de berjewendiyên wan hene. Ev êriş hemû girêdayî hev in, loma tecrîda li Îmraliyê didome. Çimkî ew naxwazin ku kesayeteke weke birêz Ocalan ku xwedî vî fikr û ramaniye û xwedî vê hêza çareseriyê ye azad be. Heta niha nekarîne vê fikrê, vê ramanê û vê projeyê asteng bikin û ev projeye roj bi roj berfirehtir dibe. Lê ev hêz li hemberî vê weke tolhildanekê, weke astengiyekî dixwazin vê tecrîda girankirî bidomînin.”
‘CPT beşeke ji projeya dewletên kopmloger e’
Murad bal kişand ser rol û mîsyona CPT’iyê û diyar kir ku CPT’î jî beşeke ji projeya dewletên kopmloger e û got:” CPT’î beşeke ji vê pergala cihanî ya hêzên hegomonîk e. Di vê projeya cihanî de Amerîka û tevahî hêzên cihanê hene. Loma CPT’î beşeke vê planê ye. Her çendî beriya niha CPT’î çûbû serdan kiribû û rapor belav kiribû û aşkere kiribû jî. Di rapora xwe de ragihandibû ku binpêkirina mafên girtiyên siyasî tê binpêkirin û îşkence heye. Lê belê em dibînin ne saziyên Ewropa û ne jî Konseya Ewropa tu bertek nîşan neda. Ev jî di vê çarçoveyê de ye. Niha jî çiqas serlêdan bikin nizanin lê hevdîtinên wan bi rayedarên dewleta tirk re didome û wan ji xwe re esas digirin. Çimkî projeyeke wan a hevkar heye. Dixwazin li ser herêmê bi giştî Rojhilata Navîn vê projeya xwe pêk bînin. Ew bi xwe jî baş dizanin ku yekane çareserî kurd in. Dizanin keseke dê nekare ew kurdê azad ê ku hatiye afirandin bisekinin. Ji ber wê jî her şêwazî li ser herêmê didin meşandin.”
‘Kurd di qonaxeke nû de ye û xwedî projeyeke alternatîf e’
Zeyneb Murad da zanîn ku bi girankirina tecrîdê peyamek ji gelê kurd re tê dayîn û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Divê her kes baş zanbie, kurd ne kurdê berê ye. Ev nêzikî sed sal in li Rojhilata Navîn li dijî kurdan polîtîkayên cuda tên meşandin. Bi taybetî di vê sedsala dawî de, piştî Peymana Lozanê û beriya wê çend peymanên navdewletî hatibûn îmzekirin û kurd bêmaf hiştin. Polîtîkayeke taybet heye û vê polîtîkayê jî li hemberî kurdan dimeşînin. Projeya wan jî perçekirin û rêvebirine. Loma em dibînin ev zext û tecrîd ji kurdan re peyameke. Dibêjin ku,’ em nahêlin ku careke din hûn daxwazên mafê xwe bikin yan jî mafê xwe bigerin’ Çimkî herkes dizane ku sedsal berê piştî şerê cihanî yê yêkemîn dema pergala cihanî ya nû hate damizirandin kurd bêmaf hatin hiştin. Lê belê sedsal berê kurd rêxistinkirî nebûn û ne weke roja îro bûn. Îro kurd di qonaxeke nû de ye û xwedî projeyeke alternatîfe. Gelê kurd xwedî hêzeke leşkerî ye û di dîplomasiyê de xwedî siyaseteke navnetewî ye. Êdî di asta navnetewî de nikarin înkara hebûna kurdan bikin. Niha çi tifaqeke çêbikin divê ku hesabê bidin kurdan. Ev bi saya vê projeyê û fikir û ramanî çêbûye. Ji ber wê tundkirin û girankirina tecrîdê ya li ser Îmraliyê dixwazin bêjine kurdan,’ êdî em nahêlin hûn careke din weke sedsalên berê hûn bigihin mafê xwe’ ango dixwazin vê peyamê bidin kurdan. Ev siyaseta tecrîd û dîlgirtina birêz Ocalan ne tenê di şexsê wî de pêk tê. Ew dizanin di şexsê birêz Ocalan de tevahiya gelê kurd tê dîlgirtin. Ev peyameke berfirehe. Çimkî her kes dizane kesayetiyeke weke birêz Ocalan nirxeke neteweyî ye, nirxeke mirovahî ye. Tevahî mirovahî di vê fikr û ramanê de heye. Ew dixwazin bibêjin me nirxê we dîlgirtiye. Ew hêz dizanin ku bi saya vî fikr û ramanî gelê kurd gelek deskeftiyên mezin bi dest xistin. Loma ew dibêjin, ‘em van deskeftiyan ji we distinin û di nava diwarên Îmraliyê de digirin’ ev ji tevahiya kurdan re peyameke aşkere ye. Loma em dibêjin ku îro erk û berpirsyariya her kurdekiye ku ji vê re bibin bersiv. Çimkî siyaseta ku îro dewleta tirk li ser Îmraliyê dide meşandin ser tevahiya kurdan dimeşîne û her kesî jî eleqeder dike. Hêzên hegomonîk dizanin ku ev fikr bûye wesileya guhertinê û bûye hêza avakirina demokrasiyê.”
‘Herkes dizane ku rola birêz Ocalan ji bo yekitiya neteweyî gelek girîng e’
Murad bal kişand ser pêşniyar û nirxandinên Ocalan ên li ser yekitiya neteweyî ya kurd û got: “Her kes dizane ku şexsekî weke birêz Ocalan rêyên diyalogên netewî vedike. Em dibînin niha navbera hêzên kurdan nakokî û alozî hene. Mixabin ev nakokî û alozî dibe sedem ku kurd di qada netewî de lewaz bibe. Her kes dizane ku projeya yekitiya neteweyî ji aliyê birêz Ocalan ve hate pêşniyarkirin. Di ser vî esasî damezirandina saziyeke yekitiya neteweyî ya kurdan li ser vê esasî bû. Çend caran daxwazên wî, peyamên wî ji bo hebûneke netewî ya stratejîk hebûn. Çimkî ev sedsal sedsala guhertinê ye. Heke ku kurd bi yek dengî tevnegerin dê rastî zirareke mezin bê. Loma herkes dizane rola birêz Ocalan ji bo yekitiya neteweyî û diyalogê gelek girîng e. Loma erk û berpirsyariyeke mezin li ser her hêzeke kurdî heye ku ji bo rakirina vê tecrîdê hewledanên xwe yên yekitiyê mezintir bikin. Her kes dizane tecrîd çiqasî giran bibe dê siyaseta qirker di asta cihanî de ewqas zêde bibe. Ji ber wê erka her kesî ye ku gavên cidî biavêjin.”
‘Tişta tecrîdê bişkîne di Sedsala Lozanê de yekitiya neteweyî ya kurd e’
Zeyneb Murad anî ziman ku çalakiyên ku li dijî şikandina tecrîda girankirî tên li dar xistin têrê nakin û got ku hêmana bingehîn a ku wê tecrîdê di sedsala Lozanê de bişkîne yekitiya neteweyî ya kurd e û wiha got: “Ji bo şikandina tecrîdê ev 24 sal in çalakî nesekînine. Lê ev têra dike bêgûman têra nake. Pêwîste ku ev çalakiye berfirehtir bibin. Pêwîste di qada siyasî, dîplomasiyê de xebat bên meşandin. Siyasetmedar, hûnermend, rewşenbîr dengê xwe bikin ye. Yek ji stratejiya netewî ev e. Divê em çalakiyên xwe berfirehtir bikin. Divê ku kurd êdî bibêjin, ’em qebûl nakin ku şexsek weke birêz Ocalan li Îmraliyê dîl bê girtin’. Divê em bi hev re dengê xwe derxin. Weke KNK’ê di qada dîplomasiyê de çi ji destê me bê em dikin. Divê ku em bêtir bikin da ku em vê tecrîdê rakin. Bibin sedem ku birêz Ocalan fizîkî azad bibe. Îro kurd dikare dengê xwe bigihîne her derekî. Em weke KNK’ê di vê astê de çalakiyên xwe berfirehtir bikin. Banga me ji hemû hêzên siyasî yê kurde ku em bi hevre dengê xwe derbixînin û bidin bihistin. Wan nêçar bikin ku êdî bêdeng nemînin. Divê ku em hêza xwe bikin yek da ku ev siyaseta tecrîdê bi dawî bibe û êdî hevdîtin çêbibe, qanûnan pêk bîne. Em dizanin ku îktîdara AKP’ê û MHP’ê qanûnan binpê dike. Loma divê zextên li ser saziyên navnetewî zêde bibin. Ji ber ku êdî şerme ji her kurdekî ku rêbereke kurd di bin tecrîda dewleta faşîzan a Tirkiyeyê de be. Ji ber wê em di bêjin sedsala îro sedsala kurdane. Şoreşa jinan a ku di cihanê de deng vedaye loma em dibêjin kurd ne kurdê berê ye. Ji ber wê em dibêjin sedsala Lozanê em veguherînin sedsala serkeftina gelê kurd. Ev serkeftin jî beyî rakirina tecrîda îmraliyê nepêkane ye. Ev sedsal dê bibe sedsala fizikî ya Ocalan. Ev dê yekitiya me dê ji bo serkeftinê bibe firsendeke dîrokî. Divê ku em êdî siyaseta tecrîdê nas nekin, ji holê rakin û dengê xwe bigihînin tevahiya cihanê.”