Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Mûrat Bîrgûl: Gardiyanan îşareta bêdeng be kir

Danişîna duyemîn a doza mirina biguman a girtiyê bi navê Yilmaz Ekîncî dê di 28’ê adarê de bê lidarxistin. Mûrat Bîrgul ku di roja bûyerê de li girtîgehê bû, da zanîn ku gardiyanekî piştî derbkirinê daketî jêr îşareta “bêdeng be” kiriye û berkaz kişandiye.

Girtiyê bi navê Yilmaz Ekîncî yê 28 salî di 13’ê çileya 2022’yan de li Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Yilmaz “întîhar” kiriye. Lê piştre dîmenên kamerayên girtîgehê derketin holê û di dîmenan de xuya dike ku gardiyan Yilmaz bi darê zorê dibin odeya muşahadeyê. Têkildarî mirina biguman a Yilmaz doz hatibû vekirin û 2’yemîn danişîna dozê dê di 28’ê adarê de bê lidarxistin. Di dozê de gardiyanên bi navên Cem A., Mehmet E.D., Mûstafa Î., Omer G.T. û Taşkin G. bi sedema “Peywira xwe nebaş bi kar anîne” tên darizandin. Danişîna dozê dê li 1’emîn Cezayên Giştî ya Aydinê bê lidarxistin. Hat zanîn ku ji bo di vê danişînê de li şahidan bê guhdarîkirin, malbat dê serlêdanê bikin.

Ji şahidên bûyerê Mûrat Bîrgul ku wê demê li girtîgehê bû, qala bûyerê kir. Bîrgul, da zanîn ku rojek beriya bûyerê di hucreyê de dihat ragirtin û wiha got: “Dema saet di 03.00’an de radizam, li ser qîrewiran hişyar bûm. Min ji berkaza vekirî li derve nihêrt. Hevalên me yên di hucreyên 1 û 2’yan de jî lê nihêrt. Me xwest mudaxile bikin. Lê gardiyanan berkazên me girtin. Piştî ku gardiyan çûn, min pirsa; ‘hevalê nû anîn kî ye?’ kir. Yilmaz got ku ew e. Gardiyanan li wî xistibû lewma nedixwest biaxive. Got; ‘em piştre biaxivin.’ Ez jî razam.”

‘Gardiyan îşareta bêdeng be kir’

Bi domdarî Bîrgul got ku roja din saet di 10.30’an de li dadgehê bû û wiha domand: “Ez çûm cem wî û hatim. Piştî çûn û hatinê gardiyan dîsa hatin cem Yilmaz. Ji ewil gardiyanekî porzer û bejin bilind hat. Piştre jî Yilmaz hat. Min ji Yilmaz pirsî bê ka çi bûye. Wî jî got; ‘Pir ser min de tên. Ez nizanim çima wiha dikin.’ Yilmaz, ji sergardiyan Aydin re got; ‘Min ne deynin cihê jor. Mirovek nikare li wir bimîne.’ Aydin jî got; ‘Tu dê mîna kûçikan li wir bimînî.’ Piştre ji devera ku min didît derketin lê 6 gardiyanan dest bi lêdana Yilmaz kirin. Piştî ku wan dest bi lêdana Yilmaz kirin, dema li jor derî hat girtin, dengê ‘gurmênê’ hat. Hucre cihekî biçûk e lê pêlikên dereskeyan û cihê doşekê heye. Îxtîmalekî mezin, Yilmaz kaş kirin hundir û wê demê ew deng hat. Dibe ku Yilmaz ketibe erdê. Dema gardiyan dadiketin qada jêr, gardiyaneke porxelek îşareta ‘bêdeng be’ li min kir, berkaz kişand û ber min re derbas bû.”

Axaftina di navbera gardiyanan de

Bîrgul, got ku di dema saeta xwarinê de kesê nan balev dike berkaza wî vekiriye û ev tişt anî ziman: “Min ji berkazê bangî Yilmaz kir lê bersiva min neda. Piştî ku kesê nan belav dike derketî jor, ji gardiyan re got; ‘ji poza vî xwîn tê.’ Gardiyan derket jor û got; ‘tenduristvan bîne.’ Tenduristvan lê nihêrt û got; ‘stûyê vî şikestî ye.’ Gardiyan jî got; ‘gelo tu nikarî masaja dil bikî.’ Tenduristvan jî got; ‘rewşeke ku mirov masaja dil bike nîne.’”

‘Li odeyên yekkesî bendik tune ne’

Di berdewamê de Bîrgul destnîşan kir ku di demên berê de ew jî li odeya Yilmaz lê dima ma ye û wiha dom kir: “Mimkun nîne kesek bikare xwe li wir bidaliqîne. Cihê ku îdia dikin Yilmaz xwe lê daliqandiye, metreyek û 20 santîm e. Bejna Yilmaz jî metreyek û 70 santîm e. Mirovek nikare xwe li vir bikuje. Jixwe Yilmaz ne kesekî wisa bû ku xwe bikuje. Jixwe hat gotin ku stûyê wî şikestiye, perasûyeke wî şikestiye û şopên derbê hene. Ji ewil gotin ‘xwe bi t-shirt ve daliqandiye.’ Piştre jî gotin; ‘xwe bi bendikên solê xeniqandiye.’ Lê dema min li dîmenên têkildarî bûyerê nihêrtî, tê dîtin ku bendikên sola xwe derxistine. Datîne ser fana li wê derê. Mimkun nîne ku li wir bendikekî din bibîne. Dibe ku li qawîşan bendikên solan dernexînin lê li odeyên yekkesî destûrê nadin bendikan.”

Sewqa xwe xwest

Bîrgul, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li girtîgehan her tim tundî heye. Gelek caran li min jî tundî hatiye kirin. Min piştî bûyerê îfade da dozgeriyê. Ewlehiya min a can tune bû lewma min xwest ji girtîgehê biçim. Dema min bi midûrê duyemîn re hevdîtin kir, xwestin min bişînin qawîşeke ku 5 girtiyên nexweş lê diman. Min nexwest biçim wê derê. Min xwest biçim qawîşa H4’ê û ez çûm wê derê. Rojek piştre dîsa xwestin min bibin hucreyê. Dema min bi bijîşk re hevdîtin kir, ji min re got; ‘heta tu li hucreyê nemînî te naşînin tu deverên din.’ Lê nêzî 10 roj piştre şandin Girtîgeha Vekirî ya Şakranê.”

‘Doz hat vekirin’

Herî dawî jî Bîrgul wiha derbirî: “Ji ber îfadeya min a li dozgeriyê, gardiyanan doza heqaretê li min vekirin. Ew doz hêj didome. Ji wir ceza jî bidin min bi xema min nîne. Ez ji bo hevalê xwe ji hêla wijdanî ve hewl didin hinek tiştan bikim. Ji bo me jiyana mirovan pir girîng e. Yilmaz ev tişt heq nekiribûn. Her wiha pirsgirêkeke wî jî tune bû. Malbata wî her tim dihat serdana wî û pere bo dişandin. Tenê heke tu kesê mirov nebe li girtîgehê derûniya mirov xerab dibe. Lê her tiştê Yilmaz hebû. Dixwazim rastî derkevin holê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar