Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Mûsa Anter 32 sal berê li Amedê hat şehîdkirin

Di ser qetilkirina rojanmeger-nivîskar Mûsa Anter re 32 sal derbas bûn. Rojnameger Ender Ondeş destnîşan kir ku Anter bi sekna xwe bû destan û diyar kir ku kevneşopiya ew hiştiye didome.

Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20’ê îlona 1992’yan de ji hêla JÎTEM a dewleta tirk a dagirker li Amedê hat şehîdkirin. Doza Anter 2 sal berê, bi hinceta demboriyê hat girtin. Anter li pey xwe kevneşopiyekî mezin ê Çapemeniya Azad hişt. Ji nivîskarên rojnameya Yenî Yaşamê Ender Ondeş derbarê Mûsa Anter û kevneşopiya Çapemeniya Azad de axivî.

Onder destnîşan kir ku tevî wî Anter nas nekiribe jî, derbarê wî de gelek tiştan guhdar kiriye, roja kuştina wî tê bîrê wiha got: “Vegotina Apê Mûsa ji bo min zehmet e. Lê belê mirovên wiha destanî ne. Hûn dibihîsin. Apê Mûsa di rastiya xwe de beriya Çapemeniya Azad jî hebû. Beriya wê nivîsekî ji bo biraziyê xwe Huseyîn Denîz (nivîskarê Ozgur Gundemê yê hatiye qetilkirin) nivîsandibû hebû. Dema min ew nivîs xwend, ez giriyam. Dibêje kurê min Huseyîn, ez nabêjim ku tu mirî yî. Heke ez bêjim tu mirî yî wê demê ez ê te bikujim. Dibêje ku ez ê jî werin li cem te lawê min.”

Ondeş bi bîr xist ku Mûsa Anter piştî demeke kin ê qetilkirina biraziyê xwe, hatiye qetilkirin, anî ziman ku piştî qetilkirina rojnamegeran xwedîderketina têkoşîna wan zincîr e, mirovên ku dema Anter hatiye qetilkirin hêj nehatine dinyayê, vê têkoşînê didomînin û wiha got: “Hûn dikarin hesaba vê zincîrê bikin? Ev zincîre çawa tê? Ji mirovan derbasî mirovan dibe, ji nifşan derbasî nifşan.”

Ondeş qala kevneşopiya çapemeniya çep-çepgir a beriya Çapemeniya Azad a Tirkiyeyê kir û da zanîn ku Rojnameya “Demokrat” a Riya Şoreşger û Rojnameya “Polîtîka” ya Partiya Komînîst a Tirkiyeyê hebû û di wê demê de ev rojname baş bûn.

Ondeş diyar kir ku li Tirkiyeyê derketina kevneşopiya Çapemeniya Azad geşedanekî gelek girîng e û axaftina xwe wiha domand: “Li gorî min, di dîroka kurdan de yekem carê çavkaniyekî agahiyan derveyî daxuyaniyên fermî yên hikûmetê û Serfermandariyê dide derket holê. Me vê yekê di Qilebanê de dît. Heke Çapemeniya Azad nebûna dê ji me re bigotana me komekî ji 34 gerîlayan pêk tê kuştin. Dîsa Qetlîama Basayê tê bîra min. Ez li rojnameyê bûm, 11 gundî qetil kirin û di dolmîşê de şewitandin û wê rojê bûyerê avêtin ser PKK’ê. Wisa xuya dikir lê belê agahiyên ji herêmê dihatin ne wisa bûn. Dadgeha Mafê Mirovan a Eweropayê (DMME) jî vê yekê erê kir. Artêş mirovan qetil kiribû û dabûn ber agir. Û gelek bûyerên bi vî rengî hene.”

Ondeş bi bîr xist ku dema rojnameya Ozgur Ulke di 3’yê kanûna 1994’an de hatiye bombekirin ew di çapemeniya sosyalîst de dixebitî, wekî her kesê ku bûyerê bihîstiye, ew jî çûye li pêşiya avahiyê rojnameyê. Ondeş têkildarî manşeta “Dê ev agir we jî bişewitîne” jî wiha axivî: “Ez dibêm di dîrokê de civîna sosyalîstan a herî kin di wê rojê de hate girtin. An ku 3 deqeyan filan dom kir û ev biryar hate girtin; ‘Demildest alavên teknîkî anîna buroyê û alîkariya rojnameyê. Anku me di wê demê de dişopand. Çûn û hatina me ya ew avahiyê navdar ê li Kadirgayê çêdibû.”

Ondeş diyar kir ku piştî bombekirinê, hêrsekî mezin û piştevaniyek li mirovan peyda kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çalakiya Îstîklalê tê bîra min, lê belê ne tenê Îstîklal. Mînak li Aksarayê Magazaya Ender a navdar heye, li pêşiya wê, di wê rojê de gelek binçavkirin çêbûn. Rojname dihat firotin. Gelek tevgerên siyasî ên ku li wê derê rojnameyê digirtin û li derdorên cuda de difirotin hebûn. Anku li taxên ku serwer bûn an jî li taxên cuda gelek rojname hatin firotin. Piştevaniyekî xurt bû, bi rastî jî gelek alavên teknîkî li rojnameyê hebûn. Anku mirov di kovaran de, di weşanxaneyan de, di malan de çi hebe anîn rojnameyê.”

Ondeş bilêv kir ku di wê demê de rojname yek bi yek dihatin girtin lê belê piştre yeke nû derdiket û wiha got: “Çapemeniya Azad her tim gotin di cî de be bû stêrka civakê. Anku çavekî me tim li wê derê bû. Kar tim wiha dimeşiya. Ondeş diyar kir ku piştevaniya şoreşger û demokratan salên 1990’î li Tirkiyeyê xurt bû û anî ziman ku ew piştevanî îro lewaz bûye. Ondeş diyar kir ku sedema vê yekê ji lewazbûna tevgberên çepgir e.

Ondeş rexneyên “Zêde bala xwe nadin nûçeyên li Tirkiyeyê, nûçeyên xwe didin” berçav girt û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Wê çaxê tu jî nûçeyên kurdan bide. Tê bîra min me di rojnameyê de her civînê de diaxivî van tiştan. Me digot divê em girîngiyê bidin van nûçeyan. Mînak li rojaveyê an jî li Herêma Federe ya Kurdistanê rojnameger hatine kuştin. Gelo dê kê bide vê nûçeyê? Tune, kesekî din tune. Û tu neçar î ku wê wek manşet bidî. Ma çapemeniya kurd vê yekê naxwaze?Ma naxwazin ku li welat û Kurdistanê binpêkirinên mafan, kuştin, kuştinên bêyî darizandin hemû rojnameyên muxalîf bidin, barê wan sivik bibe. Helbet dixwazin. Lê belê nabe, dema nebe li kuncikê dimîne. Dikeve ser milê Çapemeniya Azad.”

Ondeş zext, girtin û qetilkirinên rojnamegeran wek “berdêla derxistina holê ya rastiyê” pênase kir û wiha axivî: “Her kesek karê xwe dike. Anku tu rastiyan derdixî holê, perdeyên derewan diçirînî, ew jî te digirin. Helbet aliye hember çiqas teng bûbe, ewqas êriş dike. Partiya siyasî ya kurdan heye û nikarin ji holê rakin. Her carê mirovan digirin û dawî nabin. Dema xelas nebin, dor tê rojnamegeran. Anku neçar dimîne ku êrişî rojnamegeran bike. Mehmet Alî Bîrand carekê li xwe mikûr hatibû. ‘Ya me rojnamegeriyekî herimî kir. Artêş çi gotibe, me wê da’. Lê belê ew rojnamegerî jî xelas bû.

Ondeş di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku tîraja Çapemeniya Azad nikare girîngiya cihê wê vebêje, tevgera siyasî ya kurdan di Rojhilata Navîn de bi eleqeyekî mezin tê şopandin û wiha derbirî: “Niha hemû sefîrtî, hemû meqamên hikûmetê, Wezareta Derve tev dikevin malperên qedexekirî, hemûyan dixwînin. Tu hes bike, hes neke çawa ku Esad mijarekî girîng be, tevgera kurd jî mijarekî girîng e. Tu neçar î ku bixwînî. Her roportajekê dixwînin. Anku tu li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi siyasetê re mijûl dibî, neçar î ku her sibê wisa bikî. Mînak netewperest çi dibêjin? Cumhuriyetê dixwînî ne wisa? Eniya desthilatê çi dibêje? 3-4 rojname hene li wê derê. Çawa ku ev 40 sal in tu wateya gotina ‘me tevgerên şoreşger tune kirin’ tunebe di vê hêlê de tu wateya gotina ‘min rojnameger xelas kirin’ jî nîn e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar