Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Muslim bersiv da gotinên McGurk

Salih Muslim bersiva gotinên Brett McGurk ên der barê têkiliya dewleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê da. Muslim got ku divê McGurk van agahiyan ji aliyên peywendîdar ên Amerîkayê re jî ragihîne û sînorek ji kiryarên dewleta tirk re bê danîn

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê di Koalîsyona Navneteweyî ya Şerê li Dijî DAIŞ’ê de Brett McGurk ku demek berê bi hincta ‘biryara vekişîna Tump a ji Sûriyeyê’ îstîfa kiribû, duh di bernameyeke televîzyonê de gotinên balkêş kirin. McGurk diyar kir ku da zanîn ku Tirkiye hemû pêwîstiyan dide çeteyên DAIŞ’ê û hemû wesayîtên bombebarkirî yên DAIŞ’ê bi amûrên ku li ser Tirkiyeyê re diçin tên amadekirin. Li ser axaftinên McGurk, Berpirsê Têkiliyên Giştî yên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim axivî û got ku gotinên McGurk hatine belgekirin.

Salih Muslim diyar kir ku wan gelek caran tiştên di daxuyaniya McGurk de hatine destnîşankirin bi belgeyan teqez kirine û wiha domand: “Ev rastî di berxwedana Kobanê de bi awayekî berbiçav hate belgekirin. Ev yek hîn didome. Niha jî kengî DAIŞ tengav bibe, Tirkiye bi hawara wê diçe û gefan dixwe. Diviya McGurk ji beriya niha ev daxuyanî bida. Ya girîng ew e ku birêz McGurk vê rastiyê niha bi aliyên peywendîdar re parve bike û bang li rêveberiya Amerîkayê bike ku vê rastiyê bibîne.”

Polîtîkayên bêserûber ên Tirkiyeyê

Muslim destnîşan kir ku wan gelek caran daxwaz kiriye ku divê ji hêzên ku terorîstan weke amûrekî siyasî bi kar tînin re sînorek bê danîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her kesê ku dixwaze terorîst tune bibin, divê ji polîtîkayên dewleta tirk ên bêserûber re sînorekî deyne.”

McGurk çi gotibû?

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Brett McGurk diyar kiribû ku pêwîstiyên çeteyên DAIŞ`ê, bi rêya sînorê Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dibûn û ev yek ji wan re bi êş bû ji ber ku Enqereyê barê ku diket ser milê wê, pêk neanî. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar