Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Muslim: Di qonaxa duyemîn de dê lêgevereke niştimanî bê avakirin

Li rojavayê Kurdistanê xebatên avakirina yekitiya neteweyî ya di navbera hêzên kurd de didome. Demek berê Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku gava yekemîn a diyalogê bi serkeftî bi dawî bûye û êdî derbasî qonaxa duyemîn bûne. Têkildarî mijarê endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim ji ANHA’yê bi Ehmed Semîr û Botan Hisên re axivî.

Salih Muslim diyar kir ku mijara herî girîng a qonaxa yekemîn, danûstandinên di navbera partiyên Rojava de bû û wiha got: “Di demên berê de di navbera partiyan de hinek navber hebû. Di vê mijarê de hinek alî bi rolekî neyînî rabûbûn û hewl dan kurdan parçe bikin. Gava yekemîn di navbera PYD û ENKS’ê de bû. Di vê qonaxê de em gihiştin gelek noqteyên hevbeş. Gelemperî nîqaşên erênî bûn. Balkêş bû ku di danûstandinan de nêrînên cuda tune bûn. Bi taybet jî di mijarên sereke yên weke têkiliyên bi rejîmê, muxalefetê, hêzên derve û di daxwazên kurdan de. A herî girîng ew bû ku mijarên siyasî yên hevpar hatin nîqaşkirin û ev nîqaş erênî bûn.”

‘Herêm dê li gorî peymana Duhokê bê birêvebirin’

Der barê qonaxa duyemîn de jî Muslim ev tişt anî ziman: “Qonaxa yekemîn li ser daxwaza ENKS’ê çêbû. Dixwestin nêrîna baş bizanin. Beriya niha jî gelek diyalogên weke Hewlêr 1, Hewlêr 2 û Dihokê çêbûbûn. Di nîqaşên dawî de peymana Duhokê ya sala 2014’an hat pêşniyarkirin. Lê ji ber rewşa heyî divê ev peyman hinek bê guhertin. Ji ber ku ew lihevkirina 6 sal beriya niha bû û gelek guhertin çêbûne. Ew lihevkirin di navbera Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê, ENKS û partiyê de bû. Dê di navbera hêz û partiyên ku dê lêvegereke kurd ava bikin de nîqaş bên kirin û herêm dê li gorî peymana Duhokê bê birêvebirin.”

‘Qonaxa duyemîn dê di demekî nêz de dest pê bikin’

Di berdewamê de jî Muslim da zanîn ku dê nûnerên 25 partiyên Partiya Yekitiya Niştîmanî ya Kurd bi rêya avakirina komîteyekê tev li diyalogê bibin û wiha pê de çû: “Em li benda bersiva ENKS’ê ne. Li gorî agahiyan, ENKS’ê amadekariyên xwe temam kirine û amade ne. Li gorî nêrîna min dê danûstandin di demekî nêz de dest pê bikin.”

‘Dê di vê qonaxê de lêvegereke niştimanî bê avakirin’

Bi domdarî jî Muslim destnîşan kir ku rewşa Rojava hesas e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê jî bi lez pêwîstî bi yekitiyê heye. Em jî hewl didin li Rojava gavan biavêjin. Lihevkirina di navbera partiyên siyasî bi tena serê xwe têrê nake. Dibe ku di pêşerojê de kongreyek an jî konferanseke ku hemû çînên civakê tev li bibin bê lidarxistin. Ji ber ku partiyên siyasî tenê beşeke civakê ne. Gava yekemîn pêkhatina lihevkirina di navbera partiyan de û ya duyemîn jî dê bibe avakirina lêvegereke niştimanî ya bi tevlêbûna hemû beşên civakê be. Ger ev lêveger ava bibe dê li tevahiya Kurdistanê berfireh bibe.”

‘Ev ne yekitî, lihevkirineke siyasî ye’

Muslim bal kişand ser xeletiyekê û ev nirxandin kir: “Ya ku behsa xeberê ne yekitî ye, tenê lihevkirineke di navbera aliyên siyasî de ye. Yanî li ser çend mijarên hevbeş ên weke xebat, berxwedan û siyasetê lihev kirin. Dê ev xal bibin xetên bingehîn ên gelê kurd. Bi kurt û kurmancî em dixwazin kurdan komî ser hev bikin. Bi salan e gelê me ji hev belav e. Ev rewşa belaveyî jî bandorê li kurdan û pêkhateyên din dike. Ji ber ku ji hêla dijminan ve tên bikaranîn. Mînak çi karê kurdan li Lîbya û Yemenê heye? Ev hewl dê rê li ber nakokiyên di navbera kurdan de bigire.”

Mayîna ENKS’ê ya di nava muxalefetê de

Herî dawî jî Salih Muslim wiha got: “Pergala ku niha li herêma me di meriyetê de ye, hemû gelan hembêz dike. Heke yekitî çê bibe dê bandorê li rewşa Sûriyeyê bike. Êdî hemû hêz dê ji bo kurdan tiştekî bihesibînin. Dê ev yek bandorê li hemû Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî bike. Bi nêrîna min heke kurd bi awayeke rast û durist lihev bikin dê bibin pêşengên demokratîkkirina Rojhilata Navîn. Mayîna ENKS’ê ya di nava hêzên muxalefetê de biryara wê ye. Li gorî min heke lihevkirin çêbibe, wê demê têkiliyan bi hemû hêzan re êdî pêkan dibe. Lê bi şertê ku ev têkilî dijberî lihevkirina kurdan nebin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar