Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Muslim: Em ê dîwarên dewleta tirk hilweşînin û Efrînê rizgar bikin

Salih Muslim da zanîn ku hêzên navdewletî ji ber berjewendiyên xwe, li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê bêdeng in. Muslim bal kişand ser bêdengiya rejîmê ya li dijî dagirkirina Efrînê û got ku ev yek fikara lihevkirineke di navbera rejîmê û dewleta tirk de çê dike. Muslim anî ziman ku amadekariyên vegera li Efrînê hene û dê dîwarên li Efrînê bên rûxandin û Efrînê dê bê rizgarkirin

Berdevkê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê û lêkirina dîwarên di nava sînorên Efrînê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi Mûrada Kenda û Raperîn Tehlo re axivî. Muslim da zanîn ku bêdengiya rejîma Sûriyeyê ya li dijî van binpêkirinên dewleta tirk, fikarên lihevkirina bi dewleta tirk re çê dike.

Salih Muslim anî ziman ku avakirina dîwarên di nava sînorên Efrînê de, yek ji planên dagirkeriya dewleta tirk e û wiha domand: “Dewleta dagirker planên xwe yên qirêj ên li Efrînê didomîne. Yek ji van planan jî avakirina dîwarê li derdora Efrînê ye. Bêgûman ne dagirkirina Efrînê û ne jê lêkirina dîwaran li gorî qanûnên navneteweyî nîne. Tu mafekî dewletên dagirker ên bi vî awayî nînin. Dewleta tirk a dagirker dixwaze bi van kiryaran sînorên xwe berfireh bike û Împaratoriya Osmanî vegerîne. Dixwazin rê li ber vegera gelê Efrînê bigire. Bêguman dixwazin ku temamiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin.”

Bêdengiya hêzên navdewletî

Muslim bi lêv kir ku qada navdewletî li dijî van kiryaran bêdeng in û wiha pê de çû: “Sedema vê berjewendiyên wan in. Rûsya û Îran rê didin ku dewleta tirk van kiryaran bike da ku bi aliyê xwe ve bikişînin. Rûsyayê dewleta tirk xistiye bin bandora xwe. Ev jî rê li ber kiryarên dagirkeriyê yên dewleta tirk vedike. Bêgûman sûcên ku li dijî gelê kurd, Efrînê û Sûriyeyê tên kirin dê neyên efûkirin.”

Îxtîmala lihevkirina rejîmê û dewleta tirk

Di berdewamê de jî Muslim bal kişand ser bêdengiya rejîma Sûriyeyê ya li dijî van kiryarên dewleta tirk û ev nirxandin kir: “Li Sûriyeyê hemû biryar ji hêla Rûsya û Îranê ve tên girtin. Îradeyeke rejîmê li ser axa wê nîne. Heta ku Laziqiyê û peravên behrê, Rûsya û Îranê di navbera xwe de parve kirine. Sûriye di nava van biryaran de nîne. Di dagirkirina Efrînê de jî rejîm xemsar nêz bû. Ev xemsariya rejîmê kêmasiyeke mezine û divê neyê qebûlkirin. Dewleta tirk ne tenê Efrîn dagir kiriye, demografyaya wê diguherîne û bi danîna dîwaran re jî parçe dike. Bêdengiya rejîmê ya li dijî van kiryaran, gelek fikarên li hevkirina dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê di serê mirovan de çê dike.”

‘Dizê ku xwediyê malê pê hesiyayî’

Salih Muslim wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta tirk a dagirker dixwest ku tevahiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê kontrol bike û guhertineke cidî çê bike. Lê têk çû. Niha jî hemû kiryarên xwe li Efrînê dimeşîne. Ew jî dizane dê Efrîn bê rizgarkirin. Ji ber wê jî lez da van kiryarên xwe. Rewşa wan weke ya dizekî ku xwediyê malê pê hesiyayî be û dixwaze lez hin tiştan bidize ye. Lê bila baş bizani ku çi dibe bila bibe Efrîn dê bê rizgarkirin. Ew dîwar dê bên hilweşandin. Ji bo vegera gelê Efrînê amadekarî hene. Dewleta tirk jî dixwaze li dijî vê vegerê bendekî deyne.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar