Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Muslim: Ji bilî berxwedanê çi rê li ber me nîne

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, bertek nîşanî bêdengiya dewletên li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: “Tirkiye li Rojava êrîşî hemû kurdan dike. Em ê li hemberî êrîşan rêxistina xwe xurt bikin û li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedanê li ber me çi rê nîne.”

Êrîşên Tirkiyeyê yên hewayî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Tirkiye di çar rojên ewil ên meha nîsanê de 4 caran bi SÎHA’yan êrîş birin ser herêmê û di van êrîşan de 8 kes birîndar bûn. Di 1’ê nîsanê de êrîş bir ser wesayîtekê û di vê êrîşê de hunermend Ferhadê Merdê ji tê de 2 kes birîndar bûn kesekî jî şehîd ket. Piştî vê êrîşê bi rojekê li navçeya Zirgan a Hesekê 10 gund hatin bombebarankirin û di vê bombeberanê de jî welatiyek birîndar bû. Di heman rojê de êrîşî wesayîteke din jî hat kirin ku di wesayîtê de endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Suryanî Orm Marûkî hebû. Maruk û wergêrê pê re birîndar bûn. Herî dawî di 4’ê nîsanê de gundê Zîrgana cardin hat bombeberankirin û di vê bombebaranê de jî 3 kes birîndar bûn.

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, bêdengiya qada navdewletî ya li hemberî êrîşan rexne kir û êrîşên tên kirin nirxandin.

Muslim bibîr xist ku êrîşên dewleta Tirkiyeyê ev demek dirêj e berdewam dikin û ji bo armanca van êrîşan ev tişt anî ziman:”Êrîşên dewleta tirk ji 2019’an heya niha nesekinîne. Pîşti êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, êrîş tu carî nesekinîn. Du agirbest hatin îmzekirin; yek bi ABD’ê re, yek jê jî bi Ûris re. Lê dîsa jî êrîş heya îro nehatine sekinandin. Êrîş carinan zêde dibin carinan jî kêm dibin, lê tu carî nehatine rawestandin. Tu carî ji peymanan re rêz nehatiye girtin. Ji pîvanên ehlaqî re jî rêz nayê girtin. Her roj mirov tên kuştin. Li Qamişlo Yûsif Gulo yê 82 salî tevî 2 neviyên xwe hat kuştin. Li Kobanê 5 ciwan hatin kuştin. Her roj gundê me tên bombebarankirin. Ev hovîtiya faşîzma tirka dide xuyakirin. Ne tenê gelê kurd, dixwazin hemû gelên herêmê qir bikin. Di 4’ê nîsanê de êrîş birin ser gelê suryanî. Di vê êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Di êrîşê de hunermend Ferhadê Merdê birîndar bû. Merdê diçû pîrozbahiya eyda gelê suryanî Ekîto. Ev hovîtî tu carî nesekiniye.”

 ‘Armanc valakirina herêmê ye’

Muslim, anî ziman ku armanca êrîşan valakirina herêmê ye û got: “Dixwazin gel ji herêmê derkevin û cih û warên xwe biterikenin. Dixwazin di navbera gelê kurd û gelên din de dijminatiyê çêbikin. Êrîşên ne li ber çavan jî hene. Endamên DAIŞ’ê rojane tên girtin û dibêjin me perwerde ji tirkî girtiye. Dibêjin, li cihê dewleta tirk dagirkirî cihên me yên perwerdeyê hene. Ev êrîş tevahî ye. Ev êrîş û hovîtî ji 2014’an heya îro berdewam dikin.”

Muslim, bertek nîşanî bêdengiya dewletan a li hemberî êrîşan jî da. Muslim di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Agirbest hatin îmzakirin, lê ji bo hesabên wan ên li Sûriyeyê li hev nekevin, ne xema wan e kurd hatine kuştin an jî qirkirin. Tu carî ji bo parastina kurdan xwe amade nekirine. Berjewendiyên wan bi dewleta tirk re hene. Hêzên di bin kontrola dewleta tirk de niha li gelek dewletên cîhanê di êrîşan de tên bikaranîn. Ukrayna, Azerbêcan, Lîbya û hwd. Li her cihî bi hev re ne. Kurd ne xema wan in. Barê giran dikeve ser milê me. Em çi qasî dikarin xwe biparêzin? Em çawa dikarin êrîşan vala derxînin? Em pişta xwe nadin dewletên navneteweyî ji ber ku ew li berjewendiyê xwe mêze dikin.”

‘Kurd tune tên hesibandin’

Muslim bal kişand ser bêdengiya dewleta Sûriyeyê jî û wiha got: “Îro em parçeyek ji dewleta Sûriyeyê  ne. Dewleta Sûriyeyê heya niha ji bo sekinandina êrîşan tiştek nekiriye. Tu kes hebûna ma qebûl nake, hebûna kurda nayê qebûlkirin. Pirsgirêk di vir de ye. Dema hebûna kurdan hatibûna qebûlkirin wê demê me karîbû bêje wê tiştek çêbe, lê hebûna kurda nayê qebûlkirin. Rûsya êrîşî Ukrayna dike, hemû dewletên Ewropayê radibin ser lingan, nerazîbûna xwe tînin ziman. Dibêjin qanûnên navneteweyî hene. Ev qanûnên navneteweyî tenê ne ji bo neteweyekê, tenê ne ji bo dewletekê ne. Lê ji bo kurdan tu kes lê xwedî dernakeve. Êrîş li ser kurdên Başûr jî dibin, dewleta Iraqê jî tiştekî nake. Ji ber ku statûyek tune ye, em nikarin ji dewletên navneteweyî re bibêjin em dibin êrîşan de ne.”

Muslim, da zanîn ku Rêvebiriya Xweser hemû êrîşên tên kirin dike rapor û li ser mijarê ev tişt anî ziman: “Saziyên me hene, van êrîşan dikin rapor. Çi aliyên rêveberî bi wan re rûnên, ew van raporan digihînin wan. Li her derî tînin ziman. Lê ew alî tim dibêjin ’em pir xemgîn in, tiştên dibin ne rast in.’ Wisa dibêjin lê di pratîkê de tiştekî nakin. Ji ber ku yên vî şerî bi rê ve dibin hêzên hegemon in û bi faşîzma tirk re jî berjewendiyên wan hene. Maye li ser me, em dikarin çi bikin? Em ê kê giliyê kê bikin? Ev sûç li dijî mirovahiyê ye, lê saziyên navdewletî dimeyzenîn. Li DMME’yê pir şertên zehmet hene. Tirkî ev qasi li DMME’yê tê darizandin lê mafê me tune em gilî bikin. Ji ber ku em ne di Yekitiya Ewropayê de ne. Qebûl nakin. Dema ji tirkî serlêdan tên kirin pêşî dozgeriyê herêmî hemû serlêdanan dikin. Kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, dê malbatê wan wê dozê herêmî li kê vekin? Dewlet dikarin serlêdana bikin. Dema em serlêdan dikin dibêjin ‘Hun kî ne?’ hebûna kurdan nayê qebûlkirin. Ji ber wê êrîş li ba dewleta tirk dîmînin. Lê hema gişt qeydkirî ne. Em dikin rapor. Ku roj hat, bê guman em ê hesabê wan êrîşan bipirsin.”

 ‘Gel tolhildanê dixwaze’

Muslim, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber van êrîşan pir qehiriye û bi vî awayî dawî li axaftina xwe anî: “Gel hêviya xwe di hêzê xwe de dibîne. Gel derdê xwe ji şandeyê ji derve tên re dibêjin. Gel giş dixwaze tola wan were hildan. Gel hênik nabe heya gel venegere warê xwe. Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên li ser hemû kurdan in. Dibînin ku li Rojava îro projeyek heye, 4 parçeyên Kurdistanê pişgiriyê dide vê projeyê. Tirkiye ji bo wê hêrs dibe û êrîş dike. Ne tenê ji kurdên Rojava, dixwazin bi êrîşan heyfê ji tevahiya kurdan hilînin. Êrîşên li Bakur jî hene, Başûr jî hene. Gele me divê rêxistina xwe xurt bike. Divê gelê me di vê hişmendîyê de be. Em çi qasî xwe birêxistin bikin, çi qasî têkiliyên me çêbibin em ê ew qasî li ber xwe bidin. Ji ber ku ji bilî berxwedanê tu rê li ber me nîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar