Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Muslim: Mîna li Kobanê plana wan têk çû

Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku mîna êrîşa li ser Kobanê êrîşa dawî ya li Hesekê jî parçeyek ji plana mezin e û weke li Kobanê ev plan jî hat têkbirin

Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim destnîşan kir k Kobanê ji bo kurdan nîşaneya rûmet û berxwedanê ye.

Salih Muslim bi wesîleya salvegera paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê, ji ANF’ê re axivî û li ser sedema êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê wiha axivî: “Dema ku mirov bala xwe bidin ser neşxeya wê demê, wê were dîtin ku ji rojavayê Serêkaniyê heta Efrînê herêm di destê DAIŞ’ê de bû. Li ser sînor tenê Kobanê mabû. Ji bo têkiliya van bajaran hemûyan bi hev re deynin, diviyabû Kobanê bihata xistin. Ji bilî vê yekê alternatîfeke din ji bo wan tune bû. Yên din hemû teslîm bûbûn, ji Cerablûsê heta rojavayê wê; Ezaz û Minbicê hemû di destê DAIŞ’ê de bûn. Li aliyê başûr jî Sirrîn û Reqa di destê wan de bûn. Li rojhilat Serêkaniyê, Girê Spî di destê DAIŞ’ê de bûn. Tenê Kobanê mabû. Ji ber vê yekê giranî dan ser Kobanê ku dagirkeriya xwe bidomînin û li ser temamiya herêmê serwer bin… Êrîş di vê çarçoveyê de hat kirin. DAIŞ wê bihata vê derê, piştre jî Tirkiye û komên din ên çete ku ava kiribû wê ji DAIŞ’ê dewr werbigirta û bi vî rengî rêveberiya li gorî dilê xwe ava bikira. Plan ev bû. Tirkan, OSO û DAIŞ’ê dixwestin ku bi hev re êrîş bikin, Kobanê bifetisînin û teslîm bigirin.”

Nîşaneya serketin û şoreşê

Muslim destnîşan kir ku bi berxwedaneke mezin ev plan hat têkbirin, li Kobanê ya ku Şoreşa Rojava lê dest pê kir, DAIŞ serberjêr bû, têk çû û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê yekê Kobanê bûye sembol. Hem sembola şoreşê bû hem jî ya serketinê. Lewma di hedefa her kesî de Kobanê heye. Rejîma Sûriyeyê yekemcar ji wir hat derxistin. Rûsya ji ber ku piştgiriyê dide rejîmê vê bi kar tîne. Tirkiye jî ji bîr nake ku planên wê li vê derê hatin têkbirin. Lewma ji bo Tirkiyeyê bûye meseleyeke rûmetê, di nava lêgerîn û hewldanên tolhildanê de ye. Her firsendê dibêje ku wê Kobanê bi dest bixe.”

Di axaftina xwe de Muslim anî zima ku ji aliyê têkiliyên navneteweyî û têkiliyên nava kurdan ve Kobanê xwedî roleke mezin e û wiah axivî: “Ji bo kurdan jî Kobanê bûye meseleya rûmetê. Kurdan li her derê piştgirî dan Kobanê. Yekitiya kurdan li Kobanê bû sembol. Ji ber vê yekê dixwazin ji holê rakin û efsaneyê tune bikin. Lewma heta jê tê êrîşî Kobanê dike.”

Êrîşên li Hesekê parçeyek ji plana mezin e

Her wiha Salih Muslim li ser êrîşa li dijî girtîgeha li Hesekê jî ev nirxandin kir: “Planeke mezin bû, DAIŞ’ê tecrûbe û piştgiriya xwe xist dewrê. Dema wê, roj û saeta wê jî berfireh bû. Ji ser nexşeyê diyar kiribûn ku wê kîjan saetê lê bixin, çawa lê bixin û ji ku ve birevin. Planek bû ku zêdeyî 6 mehan hat amadekirin û hemû detayên wê hatin hesabkirin. Yên ji girtîgehê birevin wê bi ku ve bibin, kî wê wan pêşwazî bike, wê biçin malan an jî deverên din; wê çawa birevin Tirkiyeyê, çawa birevin Serêkaniyê, ev hemû hatibûn plankirin. Hewldan vê yekê pêk bînin, lê têk çûn. Çawa ku li Kobanê pêşveçûna Kobanê hat şikandin, li Hesekê jî metotên wan ên duyemîn hat şikandin. Hem ji bo DAIŞ’ê hem jî ji bo piştevanên DAIŞ’ê bû dersek. Planek ku pêwendiya xwe bi biryarên Astanayê ve hebû; parçeyek ji plana têkbirina sîstema Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bû. Berî wê ambargo danîn, li her derê deriyên sînor girtin, tevî çeteyên Tirkiyeyê ji hemû eniyan êrîş kirin. Ev yek jî darbeyek bû. Plan hat pûçkirin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar