Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Mûslim: Projeya dewleta tirk a li Sûriyeyê têk çû

Berpirsê Têkiliyên Karên Derve yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim geşedanên li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, mijara Idlibê û rola Îranê ya li Sûriyeyê ji ANHA’yê bi Ehmed Mihemed re axivî.

Salih Muslim di serî de bal kişand ser şer û aloziya Sûriyeyê û wiha got: “Aloziya Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû bûye. Hemû hêzên li Sûriyeyê hewl didin hebûna xwe biparêzin. Ji ber vê yekê nakokî di navbera van aliyan de rû dide û her kes jî dixwaze armancên xwe pêk bîne. Ji ber vê jî li Sûriyeyê şerekî dijwar diqewime. Lê di halê hazir de li Sûriyeyê Koalîsyona Navdewletî û Rûsya xwedî bandor in. Li milekî Rûsya dixwaze rejîm li Sûriyeyê serwer be û li hêla din dewleta tirk dixwaze projeyên xwe mîsoger bike. Lê belê îro Tirkiye derbasî qonaxeke nû bû. Berjewendiyên wê êdî ne li gorî berjewendiyên hêzên hegemon in. Bi derketina Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku hesabê vê nedikirin re jî guhertinên nû çêbûn.”

Têkildarî şerê li herêma Idlibê jî Muslim ev tişt anî ziman: “Jixwe ji destpêka lidarxistina civînên Astanayê ve dihat pêşbînkirin ku rewşeke wiha derkeve. Astana ji bo birêvebirina qonaxekê heta gera 14’mîn jî weke gaveke taktîkî hat bikaranîn. Rûsyayê dixwest hêzên tundrew, cîhadî û selefî derbasî cihekî diyar bibin. Ev yek pêk hat û rewşa îro ya Idlibê çêbû. Ev herêm dê bikeve bin serweriya rejîmê. Ji ber ku cîhan pêkve hebûna komên terorîst red dike.”

‘Aktorê nû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne’

Piştre jî Muslim bal kişand ser nakokiyên di navbera Rûsya û dewleta tirk de û got ku ev nakokî ji destpêkê ve hene. Muslim diyar kir ku dewleta tirk hewldana gelek lîstikan dikir û ev nirxandin kir: “Têkiliyên wan bi hêzên desthilat ên ku hewldana guhertina Sûriyeyê dikirin re hebûn. Berjewendiyên xwe yên taybet berfireh kirin. Mînaka wê jî hedefkirina Mîsaqî Millî bû. Lê hêzên koalîsyonê, rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê ev yek red kir. Lê divê neyê jibîrkirin ku dewleta tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve li ser penaberan şantaj kir. Niha jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komên tundrew bi cih dike. Tişta ku rejîma Baas nekarî bi projeya Kembera Erebî pêk bîne, dixwaze pêk bîne. Lê aktorê nû, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedan û pergala xwe, hevsengî guherandin û bê aktorê nû. Vê yekê siyaseta dewleta tirk têk bir. Bi taybet jî siyaseta DYA’yê guherand. Dewleta tirk dixwaze vê projeyê têk bibe. Lê dê heqîqet derkeve. Nexasim piştî hêzên hegemonîk ber bi rejîma nû ve diçin.”

Pêvajoyên Astana û Soçiyê

Bi domdarî jî Muslim da zanîn ku wan di serî de texmîn dikir dê Astana û Soçî bêencam bimînin û wiha domand: “Ji ber ku bi taktîkî bûn. Gihiştin armancên xwe. Niha jî qonaxa têkbirina çeteyan dest pê kiriye. Lê ev bi xweşiya Tirkiyeyê naçe. Di milekî din de Erdogan dixwest bibêje, hevkariya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de jî bi dawî bû. Tirkiyeyê nekarî projeya xwe pêk bîne. Di mijara guherandina desthilatiya Beşar Esad de têk çû. Lê Rûsyayê di mijara derxistina nakokiyên di navbera Tirkiye û NATO’yê de bi ser ket. Bi boriyên xazê li ser Tirkiyeyê re jî Rûsyayê kir ku destwerdana gelek kar û barên Tirkiyeyê bike. Lewma Tirkiye nema dikare xwe ji Rûsyayê dûr bixe. Tecrîdeke cîhanî li ser Tirkiyeyê ferz kir.”

‘Erdogan şêwazê şantajê bi kar tîne’

Muslim diyar kir ku Erdogan şêwazê şantajê bi kar tîne û wiha derbirî: “Bi zîhniyeta kevneperest nêzî siyasetên navdewletî û hundirîn dibe. Di zîhniyeta wî de tenê spî û yan jî reş heye. Siyaseta wî ya şantajê ya li ser penaberan zirarekî mezin da Tirkiyeyê. Niha jî dibêje Rûsya divê yan rejîma Sûriyeyê yan jî Tirkiyeyê hilbijêre. Dê di vê mijarê de jî têk biçe. Serokê Tirkiyeyê nikare bi aqilane nêzî hevsengiyên nû bibe. Lewma dê di mijarên Lîbya, Yewnanistan an jî Qibrisê de jî winda bikin. Serokomarê Tirkiyeyê hebûna xwe bi hêza ku ji NATO’yê digire xurt dike lê ne wekî ku texmîn dike ye.”

Rola Îranê ya li Sûriyeyê

Herî dawî jî Salih Muslim bal kişand ser rewşa Îranê û ev tişt destnîşan kir: “Îran hêzeke herêmî ye û hewl dide serweriya xwe berfireh bike. Ji destpêka şoreşa îslamî ya li Îranê ve bi rejîma Sûriyeyê re têkiliyên wê yên xurt hene. Lê xetereya Îranê ya li ser Îsraîlê DYA’yê dixe nafa hizran. Ji ber vê jî DYA’yê bi cezayên aborî, kuştina Qasim Silêmanî û hin xalên din ve hişt ku hêza Îranê lawaz bibe. Her wiha DYA dê dest nede baregehên dûrî Îsraîlê yên weke Nibûl û Zehra û hin cihên din. Dîsa jî şerê li Iraqê dê bisekine. DYA û Rûsyayê nekarîn di navbera Îran û dewleta tirk de şer derxînin. Lê dê nakokiyên Osmanî û Safewiyan bi kar bînin. Dê Tirkiye û Îran nekevin şerekî germ lê dê li dijî hev bên bikaranîn.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar