Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Muslim: Şovenîzm bûye perçeyek ji laşê wan

Salih Muslim diyar kir ku bi hilbijartina şefê faşîst Erdogan re, Tirkiye bi temamî ket destê mafya, Hîzbûllah û çeteyan û got: “Wê çeteyên di deste xwe de bihêz bikin û li ser wan siyasetê bimeşînin. Lê dewleta tirk ji hundir ve hildiweşe.”

Hevserokê Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê encamên hilbijartinên li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê û tifaqa AKP/MHP/Hîzbûllah de ji ANHA`yê re axivî.

Salih Muslim hilbijartin weke “Hilbijartineke bêadalet” penase kir û got: “Di her alî de êrîşên dewletê li dijî gelê kurd çêbûn. Bi vê hilbijartinê deshiladariyê dixwest kurdan tune bike, ji hole rabike. Dixwest êrîşên 8 salên dawî yê li Kurdistanê bigihîne encamê, lê wekî wan dixwest çênebû.”

Muslim anî ziman ku kurd di hilbijartinan de serkeftî ne û ev nêrîna xwe wiha rave kir: “li dijî hemû êrîş, zext û sextekariyan Partiya Çepêk Kesk 61 parlamenter şandin meclîsê. Ji van parlamenteran 31 jin  in û ev bi xwe serkeftineke mezin e. Xwe parastin û di meclîsê de bûn partiya sêyemîn. Di demên pêş de wê ev serkeftinên gelê kurd ji bo tevahiya jinan û hêzên azadîxwaz ên li Tirkiyeyê bibin sedema lixwe vegerandinê. Kurdan ispat kiriye ku dikarin xwe biparêzin û pêşengiya têkoşîna demokrasiyê bikin.”

‘Şovenîzm bûye perçeyek ji laşê wan`

Hevserokê PYD`ê Salih Muslim destnîşan kir ku divê gelên Tirkiyeyê ji bo jiyaneke hevbeş û demokratîk xwe ji nexweşiya şovenîzmê xilas bikin û wiha dom kir: “Me digot belkî Tirkiye ber bi demokrasiyê ve biçe û hebûna kurdan qebûl bike. Lê di hilbijartinan de jî xûya kir ku şovenîzm bûye perçeyek ji laşê wan. Herî kêm diviyabû gelê tirk li hemberî tiştên li Tirkiyê di aliyê siyasî, civakî, aborî de çêdibin rabibûya ser piyan.”

`Dewleta tirk bi temamî ketiye destê mafya Hîzbûllah çeteyan`

Muslim, destnîşan kir ku tifaqa AKP/MHP ya bi Hîzbûllahê re wê li ser gelê kurd xeteriyên mezin çêbike, lewma divê gelê kurd baldar be. Muslim anî ziman ku dewleta tirk bi temamî ketiye destê mafya, Hîzbûllah, çeteyan û wiha berdewam kir: “Li aliyekî hêzên demokrasîxwaz û gelê kurd li aliyê din çeteyên gemar heye. Li rojavayê Kurdistanê DAIŞ bi ser me de şandin. Li Bakûr jî Hîzbûllah dikin belaya serê gelê kurd. Hûda-Par, baronên madeyên hişbir û mafya xwe li derdora Erdogan kom kirin û hiştin desthildarî bidome. Wê Tirkiye têkeve qonaxeke tarî û kes nizane wê bi ku de biçe. Ji ber ku dewlet ketiye destê mafya, çete, Hîzbûllah.”

‘Afganîstan bûye cîranê me’

“Li Rojava divê em hesaba xwe bikin ku Afganîstan bûye cîranê me” bi van gotinan Salih Muslim Tirkiye wekî Afganîstanê nîşan da û wiha behsa xeteriyan kir: “Siyaseta AKP/MHP ya li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê xûya bû, wê vê siyaseta xwe berdewam bike. Ji destê wan were wê hîn êrîş bikin. Xeteriya vê desthiladariyê li ser Rojhilata Navîn giştî jî heye. Wê çeteyên di deste xwe de bihêz bikin û li ser wan siyasetê bimeşînin. Lê dewleta tirk ji hundir ve hildiweşe. Di aliyê aborî, siyasî û dîplomasî de îflas kiriye. Hêzên navnetewî wê ji êrîşên wan re nebin alîkar. Kes tune ye ku li kelêka siyaseta Erdogan bisekine. Lê divê em tedbîrên xwe bigirin, em ne li bendê ne ku kesek were parastina me bike. Gelê me erkek dîrokî û pêşengtiyê li Rojhilata Navîn girtiye ser xwe û wê bidomîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar