Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Muslim: Tecîda îro bi destê NATO, Gladio û hêzên navdewletî tê domandin

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku komplo bi dîlgirtinê dest pê kir û bi azadiya Rêber Apo dikare bi dawî bibe û wiha domand: “Dijmin hewl dide Rêber Apo bi me bide jibîrkirin. Li dijî vê hewceye em jî ji dijmin re bibêjin; ‘Me Rêberê xwe ji bîr nekiriye.’ Ji bo azadiya wî ji me çi were xwestin divê em bikin.” 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Komploya navdewletî ya li dijî Abdullah Ocalan di sala 1998’an de kete meriyetê û di sala 25’an de didome. Di 6’ê Gulana 1996’an de li paytexta Sûriyeyê Şamê li dijî Abdullah Ocalan bi wesayîteke bombebarkirî sûîqest hate kirin û xwestin tune bikin. Piştî ku ev êrîş vala derketî, hewl dan bi komploya navdewletî ya bi koordînatoriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û NATO’yê were tesfiyekirin ku 23 welatan tê de cih digirt.

Serokê DYA’yê demê Bill Clinton ku dixwest Projeya Mezin a Rojhilata Navîn bi cih bîne, çû serdana Sûriyeyê û plana komployê dest pê kir. Her wiha bi hevdîtina Clinton a bi Serokwezîrê Yewnanistanê Kostas Simitis a di 9’ê nîsana 1996’an re komplo gav bi gav hate amadekirin. Di 17’ê îlona 1998’an de li Washingtonê di navbera PDK, YNK û DYA’yê de Peymana Otonomiyê hate îmzekirin û bi vê yekê re lingê kurd ê komployê jî hate temamkirin.

Dorpêça leşkerî, siyasî û dîplomatîk a ku dewletê kûrewî yên di komployê de cih digirin li ser Sûriyeyê ferz dikir, di 9’ê Cotmeha 1998’an de encam girt. Hikûmeta Hafiz Esad serî li ber van hêzan tewand, lihevkirina bi hêzên kûrewî re bêhtir nêzî berjewendiyên xwe nirxand û ji Abdullah Ocalan xwest ku di demekî herî kin de ji Sûriyeyê derkeve. Abdullah Ocalan, berê xwe ji rêya çiyê ku ji bo çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd weke “Xewna 40 salan” dinirxand gerand Ewropayê. Abdullah Ocalan, pêvajoya ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta 15’ê Sibata 1999’an weke “Çarmixkirin” pênase dike. Abdullah Ocalan, di çarçoveya hevkariya hêzên kûrewî û binpêkirina hiqûqa navdewletî de radestî Tirkiyeyê hate kirin û xistin Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê.

Gava ewil a komployê li Sûriyeyê hate avêtin û xwestin Abdullah Ocalan tesfiye bikin lê belê bi Şoreşa Rojava re paradîgmaya Abdullah Ocalan li ser vê xakê aj da. Mudaxileya hêzên di komployê de cih girtin a li Rojhilata Navîn didome. Di sala 2011’an de li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir û gelên ku fikrên Abdullah Ocalan ji xwe re esas girtin, xwe li ser Rêya Sêyemîn birêxistin kirin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xweseriya xwe ragihandin. Yek ji partiyên li ser vê xaka şoreşê jî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) e. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim qala bandora Abdullah Ocalan a li ser Sûriyeyê, pêvajoya komployê û tiştên piştî wê qewimîn kir.

‘Hêzên navdewletî dixwestin bi BOP’ê Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin’ 

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku hêj beriya komployê planên hêzên navdewletî hebûn ku Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin. Muslim, got ku di çarçoveya planê de konjonktur hatin afirandin û bingeha komployê hate amadekirin.Hêzên serdest di çarçoveya “Jinûvedîzaynkirinê” de dixwestin îktîdar û rejîmên ne li gorî berjewendiyên wan biguherînin û wiha dom kir: “Di serî de Irak, Lîbya û Sûriye, hewl dan di çarçoveya planê de teşe bidin tevahiya Rojhilata Navîn. Dema di salên 1991-92’yan de hêzên DYA’yê ji Quweytê hatin derxistin, êdî qala ‘Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP)’ kirin. Ji bo vê çendek amadekarî kirin. Dê kê çi bikira? Dê kî tê de rol bilîzin? Dê kîjan arguman bihatina bikaranîn? Li ser van mijaran nîqaş meşandin.”

‘Planê hêzên navdewletî Rêber Apo xera kir’

Salih Muslim, bi lêv kir ku di salên 1990’î de ji bo “Jinûvedîzaynkirina” Rojhilata Navîn amadekariyên pêwîst hatibûn kirin û ev tişt anî ziman: “Di van salan de li gelek cihan têkoşînên azadiyê hatin destpêkirin. Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi pêşengtiya PKK û birêz Ocalan roj bi roj mezintir dibû. Ev tiştekî nû bû û di nava planên hêzên dixwestin Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin de tune bû. Di demên berê de jî rêxistinên ji bo azadiya kurdan derketin hebûn lê tu carî bandor li her çar parçeyan nekiribûn. 40-50 milyon kurd li Rojhilata Navîn dijiyan û heke tevek jî ji vê tevgerê bibandor bibûna dê ev plan vala derketibûna. Ji bo pêşîlêgirtina vê jî ketin nava hewldanan. Lewma pêşengê vê tevgerê birêz Ocalan hedef girtin. Beriya komployê jî çendek hewldan çêbûn lê belê nekarîn bi ser kevin. Gladio xistin dewrê, çûna birêz Ocalan a Ewropayê qedexe kirin lê nesekinîn. Xwestin kurd ji PKK’ê dûr bikevin û xwe nêzî tevgerên din bikin. Xwestin kurdan bêhêz bihêlin. Di encama vê yekê de komploya navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1998’an de xistin meriyetê.”

Birêz Ocalan dîl hate girtin lê li pey xwe tevgerek hişt’ 

Muslim, destnîşan kir ku di encama komployê de Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek hêzên navdewletî di komployê de cih girtin. Di serî de NATO û Gladio, zêdetirî 40 dewlet û rêxistinên îstîxbaratê di vê komployê de cih girtin. Nehiştin birêz Ocalan biçe Ewropayê. Ji hêla hêzên serdest ve hate girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Rola Tirkiyeyê jî bû gardiyantî. Di esasê xwe de bi komployê paradîgmaya birêz Ocalan û daxaza wekhevî û pêkvejiyanê ya gelan hedef hate girtin. Paradîgmaya Ocalan, ji bo netewedewletên di bin bandora dewletên serdest de gefek bû. Wan dixwestin gelan bi hev bidin qirkirin û şeran bidomînin. Fikr û paradîgmaya birêz Ocalan li dijî vê bû. Birêz Abdullah Ocalan li her derê digot ku hewceye gel bi hev re bijîn. Ev fikrên xwe li Îmraliyê jî xist pratîkê. Nîşan da ku tekane rêya xelasiya gelan, Neteweya Demokratîk e. Nîşanî her kesî da ku ji bo li Rojhilata Navîn şer bi dawî bibin pêdivî bi Neteweya Demokratîk heye. Birêz Ocalan dîl hate girtin lê li pey xwe tevgerek hişt. Birêz Ocalan di parastinên xwe de heqîqet vegot û bi rêya hevalên xwe ev heqîqet gihand gel. Ev paradîgma îro ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî. Hemû zanyarên cihanê paradîgmaya birêz Ocalan lêkolîn dikin û ji xwe re weke çavkanî qebûl dikin. Ji bo belavbûna paradîgmaya birêz Ocalan, gelek kesên ji gelên kurd, tirk, ereb, enternasyonal kedê didin. Bandora paradîgmayê li ser geşedanên îro li Rojhilata Navîn diqewimin heye.”

Gelê kurd îro li Rojhilata Navîn pêşengtiya demokrasiyê dike’

Bi domdarî Muslim daxuyand ku bandoreke mezin a paradîgmaya Abdullah Ocalan li ser Şoreşa Rojava heye û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan rastiya kurdan baş tespît kir. Beriya PKK’ê jî tevgerên kurdan hebûn lê tevek jî demek şûnde dişibiyan dijberên xwe. Dixwestin bibin dewlet, bibin serdest û bi nexweşiyên pergalê ketibûn. Ji bo tespîtkirina nexweşiyên pergalê û başkirina wê tu hewldanên wan nebûn. Birêz Ocalan ji gelan re vegot bê ka ev çi nexweşî ne û tedawiya wê pêşkeş kir. Rastiya kurdan a ku sed sal in nehatibû vegotin, ji hêla Rêber Apo ve hate vegotin. Tenê bi vegotinê bisînor nema, ev ji kurdan re vegot. Tenê ne got; ‘nexweşiya te ev e’, her wiha dermanê wê pêşkeş kir. Lewma bandor li milyonan kesan kir. Gelê kurd îro li Rojhilata Navîn pêşengtiya demokrasiyê dike. Ev yek, encama felsefeya birêz Ocalan e. Armanca komployê ew bû ku pêşî li vê paradîgmayê were girtin lê negihiştin armanca xwe.”

‘Kengî Rêber Apo azad bû wê komplo bi dawî bibe’ 

Di berdewamê de Muslim da zanîn ku komploya navdewletî 25 sal in didome. Ji bo pirsa “Gelo dê komplo kengî bi dawî bibe?” jî Muslim ev bersiv da: “Dema Rêber Apo azad bû. Heke Rêber Apo îro dîlgirtî be, heke bi tecrîda girankirî îşkence lê were kirin, ev yek nîşan dide ku komplo didome. Komplo negihişt armanca xwe lê em nikarin bibêjin bi dawî bûye. 11 roj piştî derketina birêz Ocalan a ji Sûriyeyê, di navbera îstîxbaratên Tirkiye û Sûriyeyê de Mutabaqeta Edeneyê hate îmzekirin. Ev mutabeqet li Sûriyeyê hate ferzkirin. Sûriyeyê jî îmze kir û xwe teslîm kir. Bi awayekî veşarî hate îmzekirin. Di vê çarçoveyê de Tirkiye dikare agahiyê bide hikûmeta Şamê û heta 5 km’an bikeve nava xaka Sûriyeyê û operasyonan bike. Bi vî awayî bû lê bi demê re çarçoveya wê berfireh kirin. Îro jî heman mutabeqet tê bikaranîn û hewl didin kurdan heta 30 km’an dûr bixin. Lewma îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkerî heye. Tirkiye niha li Sûriyeyê dagirker e. Ji bo rewakirina vê dagirkeriyê jî mutabeqetê weke hincet nîşan dide. Dixwaze xaka dagirkirî li xaka Tirkiyeyê zêde bike. Demografyaya herêmê tê guhertin û tirkîtiyê lê ferz dike. Em vê qebûl nakin.”

Em nikarin bêyî Rêbertiyê û têkoşînê bijîn’ 

Muslim, komplo negihiştiye armanca xwe lê bi tecrîda li Îmraliyê tê domandin û axaftina xwe wiha qedand: “Dîlgirtibûna Rêber Apo ne dîltiyeke jirêzê ye. Em qala dîlgirtîtiyeke derexlaqî dikin. Tecîda îro di serî de NATO û Gladio, bi destê hêzên navdewletî tê domandin. Her gotina ji devê Rêber Apo derdikeve, zirarê dide berjewendiyên hêzên navdewletî. Li Tirkiyeyê qanûn hene û mafê her girtiyekî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Sepanên dermirovî di meriyetê de ne. Hemû kes li dijî van sûcan bêdeng e ji ber ku şirîkên vî sûcî ne. Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û saziyên civaka sivîl çima bêdeng in? Dibêjin mijareke siyasî ye. Baş e ev tê çi wateyê? Tevek jî şirîkên vî sûcî ne. Ji ber berjewendiyên xwe bêdeng dimînin. Ji bo bidawîbûna komployê, divê zext li hêzên vê komployê didomînin were kirin. Heta ku komplo didome divê tu kes li cihê xwe rehet ne rûne. Divê em di her qadê de têkiliyên xwe pêş bixin û hejmara dostên xwe zêde bikin. Heke em bikarin vê bikin wê demê dê bikarin zextê li hêzên navdewletî bikin. Divê em li rûyê wan bibêjin ku tişta hûn dikin xelet in. Divê ji her devera cihanê deng were derxistin. Dijmin hewl dide Rêber Apo bi me bide jibîrkirin. Li dijî vê hewceye em jî ji dijmin re bibêjin; ‘Me Rêberê xwe ji bîr nekiriye.’ Ji bo azadiya wî ji me çi were xwestin divê em bikin. Muheqqeq em ê bi ser kevin. Em nikarin bêyî Rêbertiyê û têkoşînê bijîn. Ji bilî vê tu rêyeke me nîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar