Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû pirsên ANF’ê yên li ser encamên hilbijartinên 31’ê Adarê bersivand. Karasû encam weke serketina kurdan û hêzên demokrasiyê pênase kir û destnîşan kir ku mejiyê qirker têk çûye.
Hevpeyvîna bi Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû re hatiye kirin bi vî rengî ye:
Operasyonên mezin ên gerîla, çalakiyên xurt ên li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, pîrozbahiyên bi coş ên 8’ê Adarê û Newrozê û mizgîniya Navenda Parastina Gel. Di atmosfereke bi vî rengî de li Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijartineke dîrokî pêk hat. Beriya her tiştî hûn dixwazin têkildarî hilbijartinên herêmî çi bibêjin?
Beriya ku derbasî bersiva ji bo pirsa we bibim, dixwazim vê yekê bibêjim. Li Wanê îradeya siyasî ya gelê me hate desteserkirin. Li tevahiya Tirkiyeyê yekane bajarê ku şaredariya bajarê mezin û hemû navçe ji aliyê partiyekê ve hate qezençkirin Wan e. Vê desteserkirinê raxist pêş çavan bê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê di nava dijminatiyeke çawa ya li dijî kurdan de ye. Namzetê DEM Partiyê Abdullah Zeydan tevlî hilbijartinê dibe, di pûsûlaya dengan a Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) de ev tercîh pêşkêşî gel tê kirin, gel jî diçe dengê xwe dide namzetê DEM Partiyê û bi rêjeyeke bilind hildibijêre. Ev desteserkirin bi rengekî eşkere komployek li hemberî gel e. Tê wê wateyê ku ji gel re dibêje, tu kê hilbijêre eger ez nexwazim wê hilbijartî neyê hesibandin. Ev yek nenaskirina îradeya siyasî û civakî ya gelê kurd e. Qebûlnekirina mafê rêvebirina xwe bi xwe ya li qada xwecihî ya gelê kurd e. Qirkirineke siyasî ya mejiyê mêtinger qirker e.
Gelê kurd divê vê helwesta desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi ti awayî qebûl neke. Talankerê AKP’yî nikare gelê Wanê temsîl bike. Nikare vê şaredariyê bi rê ve bibe! Hemû navçeyên Wanê jî yên DEM Partiyê ne. Li cihekî bi vî rengî divê xelkê Wanê û tevahiya gelê kurd têkoşînê her timî bikin ku dagirkeran biavêjin. Divê yên ku ev komplo bi rêxistin kirine biavêjin. Ji bo vê jî ne tenê xelkê Wanê, divê tevahiya gelê kurd bi rola xwe rabe. Têkoşîna demokrasî û azadiyê bi vî rengî tê meşandin. Azadî û demokrasî bi vî rengî bi ser dikeve. Mafê xwerêvebirinê, mafê rêvebirina xwe bi xwe ya gelê kurd bi vî rengî dikare bê bidestxistin. Bi kurtasî ev êrîş tenê bi têkoşînê dikare bê têkbirin.
Ev hilbijartinên xwecihî bûn hilbijartineke dîrokî. Hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê şerê taybet ê ku hemû derfetên dewletê li dijî gelan bi kar anî, derbeke giran xwar. Hemû amûrên derew, xapandin, zext, tepisandin, tirsandin û nixumandina rastiyê li pêşberî rastiyê têk çûn. Eşkere bû ku rastî bi demdirêjî nikare bêne veşartin. Ev rewş bêguman divê weke serketina gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bê nirxandin ku li hemberî her cûre êrîşên dewletê serî netewandin. Lewma em jin, ciwan, extiyar ên gelê kurd, hemû komên etnîkî û baweriyan ên ku ji sala 2014’an û vir ve dibin hedefa êrişên plana têkbirinê, ji ber vê sekna wan pîroz dikin. Her wiha gelên Tirkiyeyê, kedkar, demokrat, jin, civakên ji bawerî û etnîkên cuda ji ber vê sekna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê pîroz dikin.
Ev rastî divê were dîtin. Eger ne ji sekn û têkoşîna mezin a gelê kurd, hevalbendên wan ên çep û demokrat û Elewiyan bûya ku li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê berdêlên giran dan, kedkar û gelên Tirkiyeyê wê di bin zexta giran a faşîzma AKP-MHP’ê de bi temamî hatibûna tepisandin. Eger Tirkiyeya bi dilê faşîzma AKP-MHP’ê nehate afirandin divê rola vê têkoşîna mezin bê dîtin.
Bi taybetî piştî hilbijartinên Gulana 2023’an şerê taybet ê desthilatdariya AKP-MHP’ê û hevalbendên wan ên kurd xwestin atmosfereke neyînî, bêhêvî û xemsar biafirînin. Bi şerekî psîkolojîk û şerê taybet ê bi vî rengî li ser gelê kurd û hêzên muxalîf ferz bikin. Li Tirkiye û Kurdistanê siyaset wê êdî ji aliyê vê desthilatdariyê ve jinûve bihata dîzaynkirin û sedsala duyemîn a Tirkiyeyê bi vî rengî bihata avakirin.
Lê belê Tevgera Azadiyê ya Kurd ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn hêza pêşeng a têkoşîna demokrasiyê ye tevî dost û hevalbendên xwe rê nedan vê yekê. Tavilê pêngaveke welê dan destpêkirin ku vê atmosfera reşbîn belav bike û têkoşînê bilind bike.
Tevgera Azadiyê ya Kurd ragihand ku navenda pergala zext û zilmê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê şerê psîkolojîk û tecrîda giran a li ser Rêber Apo ye, li ser vê bingehê polîtîkaya qirkirina kurdan e û li dijî vê navenda şerê li dijî gelê kurd û gelên Tirkiyeyê pêngaveke têkoşînê da destpêkirin. Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji Kurdistanê re’ bi vê armancê hate destpêkirin. Ev pêngav di şexsê azadiya Rêber Apo de pêngaveke têkoşînê ya li dijî şerê qirêj û taybet ê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li Tirkiye û Kurdistanê bû. Li tevahiya cîhanê di asteke bilind de xwedîderketin li Rêber Apo çêbû.Ev xwedîderketin dibû têkoşînek li dijî dewleta tirk a ku di şexsê Rêber Apo de li dijî kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, li Tirkiyeyê jî faşîzmek li dijî demokrasiyê ferz dike. Ji ber ku faşîzma AKP-MHP’ê dijminatiya li demokrasiyê gihand asta herî bilind, ji bo kurd nikaribin sûdê ji demokrasiyê werbigirin.
Bi vê wesîleyê em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Di çarçoveya pêngava azadî ji Rêber Apo re divê gelê me û dostên me biçin Amarayê û li her devera ku lê ne rojbûnê bi coş pîroz bikin, bi vî rengî bersivê bidin dijminatiya li demokrasiyê û kurdan a faşîzma AKP-MHP’ê.
Faşîzma AKP-MHP’ê bi salan têkoşîna gelê kurd weke ‘parçekirina Tirkiyeyê’ nîşan dida, bi gotina ‘li dijî terorîzmê têdikoşim’ hemû amûrên çapemenî-weşanê bi kar dianî, şovenîzm bilind dikir û li ser vê bingehê di nava civaka Tirkiyeyê de heta astekê piştgirî werdigirt. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP’ê tevî ku 9 sal in bi piştgiriya ji hêzên derve werdigire û tevî ku bi hemû amûrên şer êrîş dike jî nekarî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd lawaz bike. Gerîla bi payîza 2023’an re bi pêngavên şoreşgerî derbên giran li ser hev li artêşa tirk xist. Bi van derban armanca dewleta tirk hate têkbirin. Bi vî rengî li Tirkiye û cîhanê hate dîtin ku AKP-MHP a ku xwe weke hikumeta şer îlan kir, têk çûye. Bêguman vê rewşê ne tenê moral da gelê kurd her wiha moral da hemû gelên di bin zilma faşîzma AKP-MHP’ê de ne, wêrekî da ku li dijî vê desthilatdariyê rawestin. Ev polîtîkayên şer ên AKP-MHP’ê ketin ber lêpirsînê.
Di rastiya kurd û Kurdistanê de ku desthilatdariya AKP-MHP bi esasî şer li hember dimeşîne û dixwaze têk bibe; çalakiyên ku li hemberî komployoa 15’ê Sibatê hatin lidarxistin, meşa azadiyê ya ji du baskan ve li Kurdistanê hate kirin, di 8’ê Adarê de pêngava şoreşgerî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê hate meşandin, di Newrozê de helwesta gelê kurd a li çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û her devera cîhanê ji berê ve nîşan da ku gelê kurd wê di hilbijartinê de helwesteke çawa nîşan bide.
Dema ku têkçûna mezin a AKP-MHP’ê ya di hilbijartinên li Kurdistanê û Tirkiyeyê hate nirxandin, divê performans, bandor û helwesta gelê kurd û hêzên azadiyê yên piştî hilbijartinên Gulana 2023’an baş bêne dîtin.
Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê di bin êrişên giran de xwest di hilbijartinên xwecihî de derbekê li gelê kurd bixe. Lê belê berevajî vê yekê DEM Partî bi gelê kurd û dostan di hilbijartinên xwecihî de derbeke giran li vê desthilatdariya faşîst xist. Di vê çarçoveyê de encamên hilbijartinên xwecihî yên li Kurdistanê çi nîşanî me da?
Tifaqa AKP-MHP’ê xwest ku piştî hilbijartinên Gulanê îradeya gelê kurd bi temamî bişikîne. Planeke bi vî rengî kiribû. Plan kir ku polîs û leşkeran li Kurdistanê bi taybetî jî li deverên nêzî biryargehên şer bi cih bike. Di vê çarçoveyê de bi Huda Parê re tifaq kir. Suleyman Soylû belasebep negot ku qîmete hevkariya dewletê ya bi Huda Parê re wê piştre bê fêhmkirin. Ji xwe hevkariya ku bi PDK’ê re kirine jî ji bo tepisandina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Di vê hilbijartinê de PDK’ê jî ji bo serketina AKP’ê polîtîka meşand. AKP, MÎT û hin hevkarên wan ên kurd di vê hilbijartinê de atmosfereke welê afirandin ku mîna AKP piştî hilbijartinê di çareseriya pirsgirêka kurd de wê gavê biavêje û bi vî rengî hewl dan AKP’ê li Kurdistanê bi ser bixînin. PDK ji xwe bi salane bi nêzîkatiya ‘Bila dewleta tirk bihêle ez li 2-3 bajaran desthilatdar bim’ polîtîkaya qirkirinê ya dewleta tirk a li ser Bakur û Rojava qebûl dike. Derdê PDK’ê ev e, ya ku polîtîkaya wan diyar dike jî ev e.
Piştî hilbijartinên 28’ê Gulanê Partiya Kesk Çep li ser mijarên qutbûna têkiliya bi gel re û hin kêmasiyên di taktîkên hilbijartinê de pêvajoyeke lêpirsîn û rexnedayinê da destpêkirin. Bi taybetî mijara lawaziya di têkiliyên bi gel re û rêxistiniyê hate nirxandin. Di vê pêvajoyê de endamên şerê taybet û hevkarên wan hewl dan van pirsgirêkan bikişînin ser bingeheke şaş, çavkaniya pirsgirêkan berevajî bikin, her wiha kevneşopiya Partiya Çep Kesk şaş nîşan bidin û bingeha tevgera demokratîk a kurd têk bibin. Bi kurtasî xwestin ku xeta siyasî demokratîk a kurd a Rêber Apo berevajî bikin û bixin ser xeteke neteweperest-lîberal. Bêguman ev hewldan têk çûn. Ji ber ku tevgear siyasî ya demokratîk a kurdan ne tevgereke welê ye ku li ser maseyê ji aliyê hinekan ve hate diyarkirin; kevneşopiyeke welê ye ku li Kurdistanê bi serhildanan hate afirandin, şoreşa demokratîk a kurd afirand. Şopdarên vê kevneşopiyê bi vî rengî dikarin hebin û xurt bibin. Lewma piştî hilbijartinên Gulana 2023’an tevgera psîkolojîk a li dijî gelê kurd hate meşandin ji aliyê vê kevneşopiyê ve di demeke kurt de hate têkbirin.
Bi nêzîkbûna hilbijartinê re biryareke gelekî girîng wergirt û pêşhilbijartin pêk anî. Ev pêşhilbijartin mîna deverên din ên cîhanê ne tenê têkildarî endamên partiyê bû. Dînamîkên demokratîk ên xwecihî jî tevlî vê pêvajoyê hatin kirin. Vê yekê ne tenê coş û kelecan da gel, her wiha hemû dînamîkên demokratîk ên kurd tevlî vê pêvajoyê kir.Hin kêmasî hebûn, lê belê hewldaneke bi êrekî û gelekî girîng bû. Ev hewldan baweriya kevneşopiya siyasî demokratîk a kurd a bi danheviya demokratîk a kurd û gel nîşan dida.
Bêguman di vê pêvajoyê de daxuyaniya Hevserokên HDP’ê jî sekneke gelekî girîng a demokratîk bû ku berpirsyariya kêmasiyên di pêvajoya hilbijartinê li xwe girtin û diyar kirin ku wê jinûve nebin namzet. Vê yekê jî bawerî da gel. Gel dît ku partiya wan ji dil e û ji partiyên din cuda ye. HDP û Partiya Kesk Çep kongre, konferans û civîn lidar xist û polîtîka û helwesta xwe diyar kir. Dema ku ev kir jî bi gel re kir û fikar û gumanên di mejiyê gel û dostên kurdan de ji holê rakir. Piştî hilbijartinên Gulana 2023’an sekn û helwesteke rast li ser xetê hate nîşandan. Di serketina mezin a di hilbijartinên xwecihî de divê ev rastî bê dîtin.
Gelê kurd li Bakurê Kurdistanê 50 sal in têkoşîneke demokrasî û azadiyê ya mezin dimeşîne. Eşkere ye ku li Kurdistanê şoreşeke demokratîk pêk hatiye. Dibe ku aliyên xwe yên ne temambûyî hebin, lê belê eşkere ye ku şoreşeke demokratîk pêk hatiye. Rastiya gelekî hatiye afirandin ku şoreşa demokratîk pêk aniye. 3-4 nifş bi nirxên şoreşa demokratîk mezin bûye. Ev şoreşa demokratîk a ku bi xeta azadiya jinê kûr bû, di serî de li nava jin û ciwanan li nava tevahiya civakê hişmendiya demokrasiyê geş kiriye. Divê em dayikên kurdan weke nîşaneya herî şênber a vê yekê bibînin.
Ev civak ne bi otorîteyekê ve girêdayî ye, ne jî girseyên ji rêzê ne. Di nava têkoşîna rêxistinbûyî ya 50 salî de xurt bûye, bûye xwedî hişmendî û xwe weke îradeyekê ava kiriye. Ji ber ku xwe bi nirxên demokratîk xurt kiriye, dixwaze îradeya wan bê naskirin. Lewma li dijî dûrxistina hevşaredaran ji wezîfeyê, li hemberî tayînkirina qeyûman, girtina parlamenter û rêveberên partiyê bûn xwedî hêrseke mezin. Tayînkirina qeyûm li ser îradeya vî gelî êrîşa herî giran a li hemberî vê gelî bû. Vî gelî ev yek dît û ev yek weke dijminatiya li kurdan pênase kir. Di bin zexta giran de dibe ku têkoşîna li hemberî qeyûman bi rengekî şênber nekarî timî bimeşîne. Lê belê vê yekê hêrseke mezin afirand. Ji ber ku vî gelî bi têkoşîna mezin a ji 50 salî û dayina berdêlên giran xwe guhert, nas kir û bû xwedî sekneke îradeyî. Li aliyê din têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd a li hemberî van êrişan ku di her şert û mercî de li ser piyan ma, xurtbûna bawerî û têkiliya gel a bi têkoşîna azadiyê ya giştî re, kir ku ev hêrs hîn mezin bibe û li dijî mêtingeriya qirker daxwaza têkoşînê hîn geş bibe.
Li aliyê din karê destpêkê yê qeyûm êrişa li ser saziyên têkildarî çand û zimanê kurd bû. Saziyên bi vî rengî hatin girtin. Saziyên jinan ên ku demokrasiya kurd xurt dikin, sekna demokratîk a kurd bi pêş ve dibin, bûn hedefa êrişên giran. Di dîroka cîhanê de li devereke din nehatiye dîtin, lê li Tirkiyeyê gelek siyasetmedarên jin hatin girtin. Bi giştî rekora siyasetmedarên hatine girtî li Tirkiyeyê ye. Di nava van siyasetmedaran de jî rêjeya jinan bi qasî ku li devereke din a cîhanê nîne li Tirkiyeyê ye. Van hemûyan nerazîbûna kurdan a li hemberî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku polîtîkaya qeyûm dimeşîne mezin kir. Êrişên li ser têkoşîna azadiyê ya gelê kurd jî bû sedem ku li dijî vê desthilatdariyê helwesteke cidî bê nîşandan.
Bi van hemûyan, gelê kurd di hilbijartinên xwecihî de derbeke giran li polîtîkaya qeyûm xist. Polîtîkaya qeyûm bi erdê re kir yek. Ev yek di heman demê de li dijî zextên giran, li hemberî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê bû sekneke têkoşînê ya gelê kurd.
Zêdekirina hejmara leşker û polîsan, bikaranîna Huda Parê û wergirtina piştgiriyê ji kurdên noker, ti encam bi xwe re neanî. Em dikarin vê bibêjin, yek ji deverên ku gelê kurd lê herî zêde serketî bû Şirnex e. Dewletê dest danî ser Şirnexê ku ji xwe re weke biryargeha şer dibîne. Ji xwe ji bo Şirnexê bike navenda şer ew kir bajar. Lê belê di vê hilbijartina xwecihî de Şirnex bi ser ket. Dewletê winda kir! Xelkê Şirnexê bi helwesta xwe nîşanî tevahiya cîhanê da ku dewletê li Kurdistanê winda kiriye. Xelkê Şirnexê pîroz dikim û bi hurmet silav dikim. Wan bi şênberî nîşan dan ku kurd gelekî bi rûmet û xwedî îrade ye; moral dan tevahiya gelê kurd. Bi veguhastina leşker û polîsan li 5-6 deveran û bi vî rengî desteserkirina şaredariyê, nîşaneya têkçûna dewletê ye. Mikurhatina li wê yekê ye ku ji bilî hêza polîs û leşkeran hebûneke dewletê li Kurdistanê nemaye. Ne tenê li Şirnexê li Qilaban, Çelê, Şemzînan, Bajêrge, Stewr û Elkê jî gel zane ku bi xwe qezenç kiriye. Her wiha yek ji deverên sereke yên ku li hemberî dewletê bi hêrs in û ji dewletê qut bûne ev dever in. Her hal li devereke din a cîhanê ji rewşeke bi vî rengî re nikare hilbijartineke demokratîk û wekhev bê gotin. Encam wê rewşa berevajî ya rastiyê nîşan bide. Ya rast vê rewşê di hişmendiya gelê kurd de rewşeke nû afirandiye.
Li Kurdistanê eger navendeke şer li Şirnexê be, ya din jî li Wanê ye. Li Şirnexê temamiya navçeyeên mezin ji xwe kete destê DEM Partiyê.Li Wanê hemû navçe ketin destê DEM Partiyê ku ev yek serketineke gelê Kurdistanê ya li hemberî biryargeha şerê taybet mêtinger û qirker e. Divê gelê Wanê bê pîrozkirin. Gelê kurd li hemû bajar û navçeyan serketî ye. Em hemûyan pîroz dikin. Ji ber vê yekê ez ê yek bi yek qala wan nekim. Tenê dixwazim balê bikişînim ser serketina Hîlwanê ku tevgera demokratîk a kurd di sala 1979’an de yekemcar li wê derê bi ser ketibû û Êlihê ku DEM Partî bi serket. Serketina li van deveran xwedî wateyeke mezin e. Bi vê wesîleyê em Edîp Solmaz, Nadîr Temel û dayika me Durre Kaya bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Dixwazin ku dest dînin ser şaredariya Hîlwanê. Ji bo hurmeta li Nadîr Temel û dayika me Durre divê gelê me têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bike û rê nede desteserkirinê.
Jinan mohra xwe li vê pêvajoya hilbijartinê xistin. Li gel her cûre êrişan jî jinan pêşengî ji karên hilbijartinê re kirin û di serketina heyî de pareke xwe ya mezin heye. Ev serketina jinan divê çawa bê fêhmkirin?
Dema ku qala têkoşîna siyasî ya li Kurdistanê hate kirin, eger rol û bandora jinê neyê nirxandin wê kêm bimîne. Divê her şoreşger û demokrat vê rastiyê bibîne. Di pêşketina azadî û demokrasiyê de ya li Kurdistanê, di serketina siyasî û guhertina jiyanê de rola jinê mezin e. Nirxandineke siyasî, civakî û îdeolojîk a ku vê rastiyê nebîne wê ne rast be.
Rêber Apo xeta azadiya jinê bi hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev bi pêş ve bir û kir ku qada siyasî pêngaveke şoreşgerî biavêje. Vê yekê coşeke mezin da jinan ku karakterê civakê diyar dikin. Şoreşa demokratîk a li Kurdistanê gihîşt asteke nû. Divê em vê yekê weke xurtkirina şoreşa demokratîk ku têk naçe, bibîne. Ji xwe xeta azadiya jinê ya Rêber Apo ne tenê xeteke ku wekheviya jin-mêr ji xwe re dike esas. Xeteke welê ye ku tevahiya civakê li ser xeta azadiya jinê û exlaqê wê ava dike. Xeteke ku civakê ji hemû qirêjiyan paqij dike, civakê ji aliyê wijdan, exlaq, edalet û wekheviyê ve pak dike. Rêber Apo bi nirxandina civakê ya civakî nîşan da ku xeta azadiya jinê wê civakeke bi vî rengî biafirîne.
Jinên kurd niha bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê ji civaka kurd re her wiha ji guhertina cîhanê re pêşengiya şoreşê dikin. Jinên kurd bi vê pêngava şoreşgerî veguherîn rûmet û cihê pesindayinê li tevahiya cîhanê. Divê kurd hemû ji vê rûmeta ku jinên kurd afirandine bi coş û kêfxweş bin.
Jinên kurd bi têkoşîneke mezin gihîştin vê astê. Têkoşîna azadiyê ya ku Rêber Apo li Kurdistanê da destpêkirin, têkoşîna azadiyê gihand vê nuqteyê. Hevserokatî berhema herî cewherî ya vê têkoşîna mezin e. Yên ku vê nabînin û fêhm nakin, nikarin têkoşîna azadiyê ya gelê kurd fêhm bikin.
Di têkoşîna azadiyê ya jinên kurd de min timî qala bîranîneke xwe kir. Di salên 1980’î de malbat dihatin serdana girtîgehê. Herî zêde malbatên Batmanî bi trena ku jê re trena mast digotin, dihatin Amedê. Yek ji wan malbatan jî du kurên xwe girtî bûn, yek ji wan kurê wan jî hevrê Ercan Kavak bû ku piştre tevlî gerîla bû û şehîd bû. Dayik û bavê hevrêyê me Ercan Kavak dayika Xanim û bavê wî apê Ahmet bûn. Em ji kîjan girtîgehê bihatina sirgûnkirin jî dihatin gel me. Dayika me Xanim di hevdîtinekê de ji me re got, kurê min ev apê we Ahmet berê dema ku min serê xwe ji derî derdixist derve bi pihînan li min dixist, nedixwest ez derkevim derve. Niha weke dayika we, dayika Apoyiyan ez diçim Amed, Riha, Ceyhan, Enqere, diçim her derê; êdî apê we Ahmet li malê rûdinê, ez jî ji bo xwedîderketina li têkoşîna we diçim her derê. Bandora têkoşîna Apoyiyan a li nava civakê li Êlihê kir ku dayikên me ewladên xwe bidin vê têkoşînê, xwedî li doza ewladên xwe derkevin û bi vê têkoşînê re xwe azad kirin. Her wiha xwişkên me, keçên ciwan ên kurd di nava têkoşînê de çavên xwe li jiyanê vekirin û li her derê bêteredût tevlî têkoşînê bûn. Di Newrozan de xwe feda kirin ku sembola têkoşîna hebûna gelê kurd e. Lewma dema ku bandora Têkoşîna siyasî bê nirxandin divê em bi vê rastiya jinan zanibin.
Her kurdekî ku hevserokatiyê qebûl dike kurdê bi rûmet e, kurdê azad û demokratîk e. Eger namzetê hevserokatiyê mêrekî kurd be, hingî kurdekî birûmetkirî ye. Ji vê seknê sekneke hîn bi azad û demokratîk nîne. Bi vî rengî qîmeteke mezin ji wî kurdî re hatiye dayin, xelat hatiye dayin. Ev xelat û rûmet jî ji aliyê Rêber Apo ve hatiye dayin. Ji jinê bêhtir divê herî zêde mêr vê yekê weke xelatê bibîne. Ji xwe civaka kurd ji ber ku vê rastiya Rêber Apo dibîne li qadan dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ diqîre. Cewher û dirûşma bingehîn a şoreşa kurd, ev e. Ji ber ku ev felsefe azadiyê, demokrasiyê, xweseriyê, rêveberiya bi nasname, çand û îradeya xwe ya kurdan diafirîne.
Hevserokatî ne ew tişte ku hevserokek ji ya/yê din serwer be. Wekhev e, biryaran hemûyan bi hev re bi rengekî demokratîk werdigirin. Yek ji yê din serwer nîne. Lewma gotina ‘kî wê bibe hevserokê/a fermî’ xistina rojevê ya vê yekê tê wateya înkarkirina feraseta hevserokatiyê. Tê wê wateyê ku fermiyetê weke avantajekê, weke hêza erkê dibîne. Ev yek jî nefêhmkirina hevserokatiyê ye.Ji ber vê jî nîqaşên bi vî rengî şaşitiyeke felsefî ye. Yên ku hevserokatiyê qebûl dikin, nabin aliyekî vê nîqaşê, divê nebin.
Lê belê ji ber ku ragihandina fermiyetê ji neçarî ye, ragihandina fermî tenê formalîte ye. Mijareke ku kurdan û hevserokan eleqedar nake. Lê belê asta azadiyê ya ku şoreşa demokratîk a gelê kurd gihîştiye bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û hevserokatî û temsîliyeta wekhev ji cîhanê re bûye mînak. Eger di hevserokatiyê de nîşandana fermiyetê pêwîstî be, divê jin hemû fermî bêne nîşandan, ku ev yek a herî rast e. Ya ku li gelê kurd û şoreşa wan tê jî ev nêzîkatî ye. Dibe ku di rewşeke gelekî taybet an jî îstîsnaî de mêr weke namzet bê nîşandan. Divê hemû hevserokên mêr ên welatparêz li gorî vê rûmeta hevserokatiyê, bixwazin ku jin hemû bibin hevserokên fermî. Nêrîna rast a felsefî, siyasî, demokratîk û azadîparêz bi vî rengî dibe. Ev yek serwerkirin an jî erkdarkirina yekê/î nîne. Destnîşankirina rûyê jiyana nû ya azadîparêz û demokratîk a şoreşa me ye. Ya ku serê mêr ên welatparêz hemûyan bilind bike ev e.
Ji bo fêhmkirina xeta azadiyê ya jinê û bicihanîna pêwîstiyên vê xetê me bi salan gelek zor û zehmetî kişand. Hîn jî nikare bê gotin ku me bi temamî fêhm kiriye. Lewma em di nava xwe de jî têkoşînê dimeşînin û hewl didin biguherin. Rêber Apo timî têkoşiya ku me perwerde bike, bike ku em xeta azadiya jinê fêhm bikin û mêrtiya nava xwe ya dîrokî biavêjin. Di fêhmkirin û naskirina îradeya jinê de û bicihanîna vê xetê de me gelek pirsgirêk dîtin. Bêguman me ji destpêkê ve digotin ku bêyî jinê şoreş nabe. Em bi kelecan dibûn ku jin tevlî şoreşê bûn. Lê belê di nava şaşitiyeke welê de bûn ku ji me hebû piştî pêkhatina şoreşê jiyaneke bi vî rengî dikare bê avakirin. Rêber Apo em ji şaşitiyên me rizgar kir. Ji ber vê yekê jî divê gelê kurd, bi taybetî jî mêr ên welatparêz divê vê şoreş û karê pîroz ê Rêber Apo rast fêhm bikin, xwe biguherînin û bilind bikin. Ev rastiya ku ji bo me heye ji bo her kesî derbas dibe.
Em dixwazin ev rûyê şoreşa me paşerojê li tevahiya cîhanê bê dîtin û bi bandor bibe, lewma em dibêjin ku tercîha fermî ya hevserokatiyê divê li aliyê jinê be. Ji ber ku ev rûyê şoreşger demokratîk di serî de Tirkiye û Rojhilata Navîn bandorê li tevahiya cîhanê dike.
Faşîzma AKP-MHP’ê bi avakirina serdestiya xwe ya li bajarên metropolan bi taybetî li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Çukurovayê xwest rejîma yek zilamî ya faşîst ku ava kiriye bi temamî bide rûnişkandin. Lê belê gelên Tirkiyeyê bi helwesta xwe ya destekkirina mûxalîfan re, pêşî li vê plana faşîst girtin. Divê em tabloya ku li Tirkiyeyê derketiye holê çawa binirxînin?
Di hilbijartinên xwecihî de derbeke giran li armanca faşîzma AKP-MHP’ê ku dixwest faşîzmê li her derê belav bike, hate xistin. Me her tim bal kişand ser wê yekê ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê di rewşeke hilweşîn û têkçûnê de ye. Me digot desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku dixwest gelê kurd têk bibe, bi xwe têk diçe. Me ev ji bo propagandayê negot. Şerê ku li dijî me tê meşandin çawaye û encamên çawan bi xwe re dertîne holê, ji ber ku herî baş me dişopand, me van tespîtan kiribû. Careke din derketiye holê ku nirxandinên me çiqasî rasteqîn in.
Karaktera faşîst û dijminatiya li demokrasiyê bû sedema hilweşîneke bi vî rengî ya faşîzma AKP-MHP’ê li Tirkiyeyê. Bingeha vê yekê jî xwe dispêre dijminahiya li kurdan. Dijminahiya li kurdan vê desthilatdariya îro anî ber hilweşînê. Dijminatiya li demokrasiyê jî çavkaniya xwe ji hilweşîna exlaqî, polîtîk, wijdanî û çandî ya ku di civakê de avakiriye digire. Li dijî kurdan şerekî qirkirinê ye tê meşandin. Hilweşîna aboriyê jî di windakirina hilbijartinê de rol lîst. Ya ku bû sedem jî dîsa şerê li dijî gelê kurd e; Şerê qirêj û taybet. Pereyên ku ji bo vî şerî tên cihêkirine.
Dema ku pirsgirêkên aboriyê ketin rojevê ma Erdogan bi xwe negot “Ma hûn bihayê guleyekê dizanin çiqas e?” Bi rengekî vekirî got, sedema girîng a pirsgirêka aboriyê, pereyên ji şer re hatine veqetandin e. Her roj dubare dikir ku budçe bi giranî ji şer re tê veqetandin û digot ku me berê ewqas wesayîtên leşkerî çêdikirin û razemeniyên bi vî rengî yên leşkerî dikirin. Li hemberî pirsigrêkên siyasî dema Tirkiye hewl bide li şûna bi rêya demokratîk çareser bike, bi şer û zextê pêk bîne dê bê guman encam ev be. Fonên taybet ên Serokkomariyê hene, fonên taybet ên ji MÎT’ê re hatine veqetandin hene, fonên ji bo pêşxistina sîxuriyê hatine veqetandin hene; fonên ji bo çeteyên ku Tirkiye xwedî dike hatine veqetandin hene. Mekanîzmayeke ku wan kontrol bike nîne. Cihê ku ev lêçûn diçinê, di ti belge û envanteran de nîne. Ev hemû pirsgirêkên aborî derdixînin holê. Bandora aboriyê li ser hilbijartinê hebû. Lê belê tişta bingehîn faktorên ku pirsgirêka aboriyê derdixîne holê ye. Çavkaniyên kêm pirsgirêkên aboriyê dernaxe; ne faktorên aborî ne. Bê guman polîtîkayên di vî alî de jî bandorê lê dikin. Lê belê, bi giranî sedemên siyasî ne ku hilweşîna aborî çêdike. Nebûna demokrasiyê û polîtîkayên şer ên li ser esasê dijminatiya li kurdan tê meşandine.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji her alî ve Tirkiye xistiye nava krîzekê. Herî zêde jî krîza civakî ava kiriye. Ji bo çewisandina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd hem dijminatiyê li demokrasiyê kirin; hem jî di nava civakê de berberîbûn derxistin asta herî jor. AKP-MHP’ê ji bilî alîgir û hevkarên xwe her kes weke xayîn îlan kir. Tirkiye veguherandiye welatê şerê navxweyî yê siyasî. Desthilatdariya AKP-MHP’ê berberiya ku ava kirine ne tenê wan dê hemû Tirkiyeyê tine bike. Niha êdî cîran jî ketine rewşeke bibin xayînên hev. Cîran bi çavê xayîn û dijmin êdî li cîranê xwe dinêre. Civak xistin rewşeke bi vî rengî û travmayek çêkir. Tiştekî bi vî rengî ne tenê li Tirkiyeyê li cîhanê jî nehatiye dîtin. Bi vî rengî ne tenê hawireke siyasî ya bê wijdan, bêedalet û bêexlaq, di heman demê de jiyaneke bi vî rengî ya civakî hatiye afirandin. Lê belê wijdan taybetmendiya herî bingehîn a mirovan e. ji bo mirovên ne ji wan jî pêwîstî bi edalet û wîjdanê dike. Piştî her tiştî, taybetmendiya bingehîn a bûyîna mirovan wijdan e. Di desthilatdariya AKP-MHP’ê de hêleke wijdanî nemaye û bi vî rengî hewl daye civakê biteşe bike.
Nerazîbûna civakê her ku diçe li dijî desthilatdariya AKP’ê zêde dibe. Ji ber ku ev polîtîka ne sepanîneke demkurt e; Bûye polîtîkayeke bingehîn. Ev rewş civaka ku destekê dide AKP’ê jî nerehet kiriye. Civakek, bawerî û çanda xwe çi dibe bila bibe, demeke dirêj nikare li ber jiyaneke bi vî rengî ya berberîbûnê tehemûl bike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku civak ber bi şerekî navxweyî ve bir, niha berdêla vê dide. Desthilatdarî û aliyên siyasî dikarin her tim bêwijdan û bêedalet bin; Lê civak nikare wisa be. Di dawiyê de wijdan, exlaq û pîvanên edaletê yên civakê li hemberî vê rewşê serî hildan. Ji ber vê sedemê ye ku di vê hilbijartinê de gelek hilbijêrên AKP’ê neçûn ser sindoqan. AKP-MHP’ê cilê dînan li civakê kiriye. Krîza piralî ya ku tê behskirin, pêkanînên siyaseta desthilatdariya niha ye. Ji siyasetê heta civak, çand, huner, çapemenî, spor û aboriyê qadeke ku ne di krîzê de be nîne. Dema ku hemû qadên şerê taybet ê ku dimeşîne kir parçeyekî şerê taybet, Tirkiye bû welatekî krîza civakî ya piralî. Pêwîste nerazîbûna li hemberî vê rastiyê di helwesta gel a hilbijartinên xwecihî de bê dîtin. Eger bê gotin ku buhayê kartol û pêvazan zêde bûye û vê rewşê desthilatdariya AKP-MHP’ê aniye vê nuqteyê; Ev yek wê bibe nêzîkatiyeke ku rastiya Tirkiyeyê û çavkaniya pirsgirêkan nabîne. Ev yek lêgerîna çareseriya pirsgirêkan beralî dike. Di rastiyê de ji ber têgihiştinên şaş mirov nakeve nava lêgerîna heqîqeta pirsgirêkan. Ev rewş rê li ber dirêjbûna temenê desthilatdarên faşîst ên mîna AKP-MHP’ê vedike.
AKP-MHP bi rastî jî bûye desthilatdariyek rêxistinbûyî yên xirabiyê. Desthilatdariyeke ku destûra bingehîn a li Tirkiyeyê jî binpê dike ye. Destûra bingehîn û qanûnên heyî jî têra karakterê wan ê faşîst ê otorîter nake. Ji bo vê jî heke xurt bûna wê destûreke qirkirinê ya hê otorîter, faşîst çêbikira ku wê hemû nasnameyên cuda yên etnîkî û baweriyan bida qirkirin. Wê ev sîstema otorîter a ku civakê bi taybetî jin û kedkaran difetisîne, bi temamî di qadên hiqûqê de bi sazî kiribana. Gelên Tirkiyeyê û hemû beşên civakê ji bo avakirina Tirkiyeyeke bi vî rengî gotine rewast e.
Tirkiye ev 100 sal in di bin sîstemeke otorîter de ye. Lê belê di vê sedsalê de bûye welatekî ku têkoşîna demokrasiyê lê hatiye meşandin. Ji roja destpêkê ve kurdan li dijî vê sîstema ku ew tine dihesibînin, îtiraz kirin. Ji bo vê jî rastî polîtîkaya zext, zilm û qirkirinê hatine. Lê belê daxwaza xwe ya jiyana azad a bi nasname û çanda xwe dewam kir. Her çend polîtîkaya qirkirinê encamên girîng bi dest xistibe jî, nekarî hebûna kurdan bi temamî ji holê rake.
Li dijî vê dewletê sosyalîstan jî têkoşîneke mezin dane meşandin. Di dîroka Tirkiyeyê de heya salên 1970’yî sosyalîst bi esasî sosyalîst ji ber sedemên siyasî ketine zindanan. Tevî ku kêmasiyên van ên îdeolojîk û siyasî hebûn jî di têkoşîna demokrasî û azadiyê de xwedî roleke mezin bûn. Têkoşîna hêzên sosyalîst a ji bo demokrasiyê ya di navbera salên 1960 û 1970’yî de gihiştibû asteke bilind. Rêxistin, tesîr û hêza çepgiran a wan salan tê zanîn. Di salên 1970’yî de van hêzên çepgir di mijara pirsgirêka kurd de ji avakirina dewletekê wêdetir helwesteke ku daxwaza federasyon û xweseriyê dikir, nîşan dan. Ez ê bi giştî wan neînim ziman lê belê gelek tevgerên sosyalîst di têkoşîna demokrasiyê de ya li tirkîyeyê cih girtine û bedelên mezin dane. Ev têkoşîn di pêşxistina fikra demokratîk de a li Tirkiyeyê xwedî roleke mezin e. Ji ber vê yekê di dîroka Tirkiyeyê de veguherînên siyasî yên girîng tim ji hêla beşên demokrasîxwaz ve hatiye kirin. Yan jî bandorkirina civakê û piştevaniya wê bi vî rengî hatiye misogerkirin.Bayê Partiya Demokrat ya di salên 1950’yî de û bayê CHP’ya Ecevît ya di salên 1970’yî de û destekgirtina Anavatana Ozal ya piştî salên 1980’yî û polîtîkayên qalkirina AKP’ê yên di sala 2002’yan de ku desthilatdari bi dest xist, encama tesîra têkoşîna demokrasiyê ya di nava civakê de ye. Nabe ku em di nirxandina îtîraza ku niha di nava civakê de ya li hemberî desthilatdariya AKP û MHP’ê tê em vê rastiya dîrokî paş guh bikin.
A rastî di dîroka komarê de ji ber nêzîkatiyên modernîst, di nava beşên bawermend de hesreta demokratîkbûnê derketiye holê. Daxwaza jiyana azad a di nava demokrasiyê de derketiye holê. Her wiha AKP’ê ev daxwaza gel ji bo desthilatdariya xwe ya siyasî bi kar anî. Kêmasiya Îslama siyasî ya di têkoşîna demokrasiyê de û piştre bidestxistina desthilatdariya AKP’ê ku di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar anî, veguherî dijminahiya demokrasiyê. Hewce ye hêzên demokrasiyê vê rastiyê bibînin û beşên civakê yên bawermend û daxwaza demokrasiyê dikin jî berê wan bide nava têkoşîna demokrasiyê. Çimkî baweriyên olî yên civakî yên ne alîgirên desthilatdariyê xwedî wijdan, exlaq û edalet in. Niha desthilatdariya AKP’ê ji her kesî zêdetir dijminatiya van nirxan jî dike. Bêguman têkoşîna gelê kurd ya ku ev 50 sal in dimeşîne, bûye sedem ku li Tirkiyeyê demokrasî zindî bimîne û bi temamî ji holê ranebe. Bi vî awayî têkoşîna gelê kurd bûye bingehtirîn dînamîzma demokratîk a Tirkiyeyê. Di têkoşîna li dijî faşîzma AKP û MHP’ê ya li Tirkiyeyê de helbet rola têkoşîna demokrasiyê ya gelê kurd gelekî mezin e. Bi kurtasî asta hişmendiya demokrasiyê û azadiyê ya ku gelê kurd bi dest xistiye, bûye motora têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê. Bes tesîrê li hêzên demokrasiyê yên radîkal û sosyalîstan nake. Di heman demê de tesîrê li hêzên mûxalîf ên ji faşîzma AKP û MHP’ê aciz bûne jî dike.
Hewce ye em qala vê mijarê jî bikin. Bi têkoşîna hemû hêzên demokratîk û bi taybet jî ya gelê kurd, desthilatdariya AKP-MHP’ê li bajarên ku rewşa Tirkiyeyê ya siyasî, aborî, civakî û çandî diyar dikirin, winda kirine. Ev yek pir girîng e ku li seranserê Tirkiyeyê civak li dijî faşîzma AKP û MHP’ê daxwaza xwe ya demokrasî û azadiyê nîşan bide. Her wiha em dizanin li van herêman gelekî kurd hene û helwesta hevbeş a kurdan û gelên Tirkiyeyê di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê de girîngiya xwe nîşan dide. Mixalefeta di nava pergalê de wê vê yekê çi qasî rast binirxîne ev jî mijareke cuda ye. Lê belê girêdayî van bajaran em dibînin ku civaka Tirkiyeyê di nava dînamîzmeke ku demokrasiyê esas digire de ye. Ev rastî gelekî girîng e. Ev yek ji bo başbûna pêşeroja Tirkiyeyê xaleke bingehîn e. Bi kurtasî ev yek encama têkoşîna demokrasî û azadiyê ya sed salan e. Hewce ye ev yek jî were dîyarkirin.
Piştî hilbijartinên Gulana 2023’yan guherîna rêveberiya CHP’ê di nava CHP’ê de dînamîzmek ava kiriye. Gava ku rêveberiyên xirab diguherin, gelek caran encamên bi vî rengî derdikevin holê. Bêguman tişta ku bi temamî çarenûsa mijara berbehs diyar kiriye ne ev e lê belê hewce ye were qebûlkirin ku ev yek jî xalek e.
Gelê kurd û dostên wan ên têkoşîna demokratîk ji bo têkçûna tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê careke din xwe nîşan dan. Hemû beşên mixalîf ji niha ve balê dikişînin ser rola DEM Partiyê û pêkhateyên wê. Hewce ye helwesta gelê kurd û dostên wan a li derdora DEM Partiyê ji aliyê hemû derdoran ve çawa were fêmkirin?
Bêguman alîgirên DEM Partiyê yên kurd û pêkhateyên tifaqa demokratîk li Kurdistanê dengê xwe dane DEM Partiyê. Dîsa li cihên weke navçeya Akdenîz a Mêrsînê ku îhtîmala serkeftina DEM Partiyê li cihên bi vî, rengî heye, dengê xwe dan DEM Partiyê. Li navenda Dersimê namzetên DEM Partiyê yên ku ji aliyê tifaqan ve dihatin destekkirin bi ser ketin. Li Kurdistanê alîgirên DEM Partiyê bi awayekî aktîf û zêde çûn ser sindoqê. Jixwe encam eşkere ne. DEM Partî di van hilbijartinan de li Tirkiyeyê ne di nava tifaq û lihevkirineke giştî de bû. Lê belê li herêmên gelekî stratejîk ên Tirkiyeyê, bi polîtîkaya ‘lihevkirina bajaran’ li gel hemû hêzên demokratîk polîtîkaya têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê bi rê ve bir. Ji vê polîtîkatê re gotin; ‘Lihevkirina bajaran.’ A rastî hewce ye em qala yekitiya hemû hêzên civakî yên demokrasîxwaz bikin. Li vir ji serkeftina namzetên partiyekî wêdetir hewce ye rastiya yekbûna hemû hêzên civakî yên demokrasîxwaz ku li dijî faşîzma AKP û MHP’ê helwesta xwe nîşan dan, were dîtin. Hewce ye helwesta gel bi vî awayî bê nirxandin. Hewce ye ev yek ne ji partiyekê re weke helwesta serkeftina ji demokrasî û hêzên demokratîk re bê nirxandin. Hewce ye CHP jî vê yekê bi vî awayî fêm bike. Ev deng in ku di çarçoveya demokrasî û demokratîkbûnê de hatine dayîn. Li dijî faşîzmê bersiveke bi vî rengî hatiye dayîn. Faşîzma AKP û MHP’ê ew qas zêde zext li civakê kiriye û ew ji hev cuda kiriye ku bûye sedem ku hemû hêzên mixalîf li hemberî wan bibin yek. Hemû hêzên civakî yên demokrasîxwaz li hemberî xwe kiriye yek.Helwesta DEM Partiyê ya li bajarên Tirkiyeyê jî li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bi derdorên radîkal û demokrasîxwaz ên di nava pergalê de jî bûye yek. Çawa ku li Kurdistanê li dijî faşîzma AKP û MHP’ê têkoşînek hate meşandin, li bajarên Tirkiyeyê jî vê yekê xwe nîşan da. Li dijî polîtîkaya faşîst ku dijminahiya kurdan dike ya desthilatdariya AKP û MHP’ê helbet wê helwesta alîgirên DEM Partiyê bi vî rengî be. Jixwe li hemû derên ku MHP’ê namzet nîşan da, girêdayî lihevkirina bajaran namzetên CHP’ê bi ser ketin. Li derên ku MHP’ê namzetê xwe nîşan dayî, helbet helwesta kurdan jî wê bi vî rengî be. Helbet hin kesan jî ji ber helwesta hêzên mixalîf ya şaş jî dengê xwe dane DEM Partiyê. Çimkî DEM Partiyê li tu derê namzedên xwe venekişandiye. Bi vî awayî ji kesên ku nexwestine dengê xwe bidin partiyên xwe yên her gav re jî bûye alternatîfek. Bûye asteng ku ew hilbijêrên berbehs weke bertekî dengê xwe bidin yan jî bikevin nava meyleke şaş. Hewce ye ev yek jî weke piştevaniya ji têkoşîna demokrasiyê re were dîtin. Çimkî dengên ku dane DEM Partiyê jî di nava dengên aliyên demokrasîxwaz de ne. Divê her kesên li Tirkiyeyê rola DEM Partiyê yanî ya kurdan û hevkarên wan a têkoşîna demokratîk, di têkçûna desthilatdariya AKP-MHP’ê ya di hilbijartinên xwecihî de bibînin. Helwestên li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ji xwe li ser nexşerêyê zelal in. Bajarên ku CHP’ê û erdnîgariya ku kurdan bi dest xistine di wê pozîsyonê de ne ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê rawestin û têk bibin. Ev rastiyeke objektîf e ku bi helwesta demokratîk a xwezayî ya gelê kurd û gelên Tirkiyeyê hatiye eşkerekirin. Jixwe hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî vê rastiyê diyar dikin. Lê belê divê ev rastî were zanîn ku, eger hilbijartineke giştî ya parlamenteriyê hebûya wê hemû pêkhate bi kurd, tirk, Elewî û Sûnî, jin û ciwanan re yekser dengê xwe bidina DEM Partiyê. Di vê mijarê de wekî Meral Daniş Beştaş jî gotî, divê CHP’ê van dengan weke dengên xwe nebîne. Di rastiyê de Ozgur Ozel piştî ku di hilbijartinê de bi ser ket di axaftina xwe ya pêşî de ev tişt anî ziman. Helwesta rast ev e. Eger ev helwesta zemîna DEM Partiyê rast neyê fêhmkirin wê ne siyaseteke rast û ne jî nêzîkatiyeke rast derkeve holê. Her kes dizane ku zemîna DEM Partiyê ya li Stenbolê bi qasî ji sedî 10 e. Ev yek bê guman dengên hevpar ên kurdan, Elewiyan, hêzên çep ên demokratîk û jinan e. Herî kêm ji sedî 8 ê van dengan beşek ji wan hêzan bû ku li Stenbolê demokrasî dixwestin. Di pêşketina Îmamoglû li gorî sala 2019’an zêdetir roleke girîng lîst. Ev rastiyeke eşkere ye. Em vê rastiyê bi hêsanî tînin ziman. Li aliyê din DEM Partî ji cihê xwe ya bûyîna partiya sêyem derneketiye; Nirxandineke bi vî rengî nirxandineke seranser e. Nîvê dengên DEM Partiyê û ev kevneşopî wergirtine li Kurdistanê ye û nîvê din jî li Tirkiyeyê ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê dengên hêzên çep ên demokratîk, pêkhateyan, hemû Elewiyên ku di nav wan de Elewiyên tirk jî hene, her wiha jinên ji beşên cuda yên jiyanê, civakên din ên etnîkî û baweriyan ên deng dane xeta azadiya jinê ya DEM Partiyê hene. Di vî alî de dengê DEM Partiyê yê li Tirkiyeyê di vê kêliyê de herî kêm li dora ji sedî 11’an e. Di vî alî de nirxandineke mîna ku dengên DEM Partiyê kêm bûye, nirxandineke seranser e. Yên ku dibêjin dengên DEM’ê kêm bûne, tenê li dengên li Kurdistanê dinêrin, dengên DEM Partiyê yên li Tirkiyeyê li aliyekê dihêlin, bi niyeta xerab dixwazin rastiya wê serketinê berojvajî bikin. DEM Partî di vê hilbijartinê de partiya herî serketî ye. Her wiha di xurtkirina hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û paşvexistina faşîzmê de partiya herî serketî ye. Rastî tam ev e. DEM Partî partiya 3’yemîn a herî mezin a Tirkiyeyê ye. Ne pêkane ku ev yek bê guhertin. Sextekarî û dizîna dengan vê rastiyê naguherîne. Bi kurtasî divê her kes rola ku pêkhate û zemîna DEM Partiyê di têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê de lîstiye bibîne. Siyaseteke rast û têkoşîna rast ancax bi dîtina vê rastiyê dikare bê kirin. Xwe xapandin dihêle yên xwe dixapînin têk bibe û berdêl bi wan bide dayîn. Bê guman DEM Partî û pêkhateyên wê naxwazin hêzên dixwazin Tirkiye demokratîk bibe, şaş bibin. Hemû pêkhateyên DEM Partiyê dixwazin ji aliyê her kesî ve rast bên fêmkirin.
Bi taybetî di çarçoveya hilbijartinên li Tirkiyeyê de, polîtîkaya lihevkirina bajaran a DEM Partiyê, bi gelên Tirkiyeyê re tifaqek ava kir û encamên girîng bi dest xist. Piştî hilbijartinên par li dijî HDP û Partiya Çepên Kesk, şerê taybet û hin derdorên kurd polîtîkayên şerê taybet meşandibûn. Bi vî awayî li dijî tifaqa hêzên demokrasiyê ya bi gelê kurd re êrîşek hate destpêkirin. Dema ku em li serkeftina DEM Partiyê û rastiya têkçûna faşîzma AKP û MHP’ê dinêrin, gelo em dikarin bibêjin ku yên digotin; ‘polîtîkaya tifaqê ji kurdan dide windakirin’ di nava şaşiyekê de ne?
Polîtîkaya giştî ya HDP û Partiya Çepên Kesk a di hilbijartinên Gulana 2023’yan de şaş nebû. Niyet û daxwaza wan bi xwe bi temamî li dijî faşîzmê xurtkirina demokrasiyê bû. Jixwe ev yek ji HDP’ê dihat hêvîkirin.Lê belê di sepandina vê polîtîkayê de di hin taktîk û rêbazan de kêmasî derketin holê. Hin şaşî hatin kirin. Ji ber ku bi polîtîka, taktîk û rêbazên rast nehate sepandin, encamên ku dihatin hêvîkirin nehatin bidestxistin. Dikaribû taktîk û rêbazên afirînertir û baştir bihatana sepandin.Her wiha li dijî faşîzma AKP û MHP’ê helwesta hin hêzên mixalîf ên di nava pergalê de ya bêprensîb û nedemokratîk helbet ji aliyê hin derdorên nebaş ve hate bikaranîn. Peymana veşartî ya Partiya Zaferê û Kiliçdaroglu di nav gelê kurd de bû sedema berteknîşandineke mafdar. Wan derdorên nebaş hewl dan ku vê yekê li dijî polîtîkayên HDP û Partiya Çepên Kesk bi kar bînin. Li şûna ku vê şaşitiya li nava hêzên mixalîf ên li nava pergalê raxin pêş çavan, êrîş birin ser DEM Partiyê, yanî êrîş birin ser yekbûna têkoşînê ya kurdan û hêzên demokrasiyê ya Tirkiyeyê. Dîsa ji ber hin kêmasiyên di nava pêkhateyan de êrîş birin ser fikra damezrandina HDP’ê. Gotin ku hin kes bi dengên kurdan tên hilbijartin. Lê belê HDP weke partiya hêzên demokrasiyê ya gelên kurd û tirk xwe îspat kiriye, ji bendavê derbas bûye û her wiha berê herî zêde 30-35 parlementer derdixist lê belê niha herî kêm 60 parlamenteran derdixîne.Gotina; ‘Ev bi dengên kurdan ev weke parlamenter tên hilbijartin jî’ derew û demagojî ye. Jixwe faşîzma AKP û MHP’ê ji ber vê yekê bendava hilbijartinê daxist ji sedî 7’an. Bi vê yekê xwestin ji ew cihên ku ji bo ku HDP ji bendavê derbas bibe deng digirt re bibe asteng. Yên ku dengê xwe dan HDP’ê kesên nêzî fikra HDP’ê bûn. Lê belê faşîzma AKP-MHP’ê bi xistina bendavê re xwest pêşî li vê bigire; bi vî rengî hesab kir ku wê dengên HDP’ê kêm bike. Helwesta ku divê li hemberî vê rewşê bê girtin ew e ku HDP’ê xwedî li fikra xwe ya damezrîner derkeve û ji bo bidestxistina dengên beşên berfireh bixebite. Ji vê hêlê ve girêdana HDP’ê bi fikra xwe ya damezrîner re, ji bo siyaseta demokratîk a kurd pir girîng e. Ev ne tenê projeyek ji bo wergirtina 20-30 parlamenterên din e. Ev stratejiya demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. kurd bi wergirtina çend parlamenterên din an jî bi tenê bi parlamenterên kurd nikarin têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê berfireh bikin. Ji bo ku li tirkiyê demokrasî li ser esasê çareseriya pirsgirêka kurd pêş bikeve, divê bi awayekî xurt bi fikra HDP’ê ve xwe bidin girêdan.
DEM Partî bûyîna partiyek Tirkiyeyê; bi hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re tifaqê kirin, wê her tim bi kurdan bide qezenc kirin. Helwestên dibêjin ji hêzên demokrasiyê çi ji me re, ji demokratbûna tirkiyê çi ji me re û divê em tenê li xwe binêrin, bêpolîtîkabûyîne û dê bi kurdan bide windakirin. Divê kurd guh nedin gotinên wiha hişk û seranser.
Rastiya ku lihevnekirina bajêr a DEM Partiyê ku partiya hêzên demokratîk ên kurd û tirk, li Tirkiyeyê hêviyek ji bo demokrasiyê avakiriye, rastiya fikrê HDP’ê careke din derxistiye holê. Divê ev rastî bê zanîn ku kevneşopiya HDP’ê ti carî polîtîkaya qezenckirina kesî nemeşandiye. Polîtîka û taktîkên ku pêk anîne tenê ji bo ku hêzên demokrasiyê û gelê kurd bi ser bixin pêk anîne. Eger bi vî rengî nêzîkatî were kirin, wê nirxandina rast bê kirin.
Heman piştî hilbijartinê hin kes dibêjin li Kurdistanê tevlîbûna kurdan a li hilbijartinê û li Tirkiyeyê jî dengê DEM Partiyê kêm bûye. Dema ku mirov serketina DEM Partiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê binirxînin, gelo ev îdîayên têne kirin çima ketin rojevê?
Eşkere ye ku tevlîbûna kurdan a li dengdanê qet kêm enbûye. Ji bo Kurdistanê tiştekî bi vî rengî qet nikare bê gotin. Lê belê li Kurdistanê beşek ji AKP’iyan neçûn dengdanê. Li Tirkiyeyê jî piraniya kurdên ku dengê xwe didan AKP’ê tevlî dengdanê nebûn. Beşek ji kurdên AKP’yî jî ji ber kiryarên dewletê yên li Kurdistanê, ji ber polîtîkayên şer û qeyûman aciz in. Jİ ber ku şer bandorê li wan jî dike. Lewma tayînkirina qeyûm li ser îadeya kurdan hin kurdên deng didan AKP’ê jî aciz kir. Ji gotinên şerxwaz ên desthilatdariya AKP’ê aciz bûn. Şer weke sedema girîng a xizaniyê dibînin. Li Kurdistanê bingeha DEM Partiyê bi xurtî tevlî hilbijartinê bû. Ji ber vê yekê li gorî berê li gelek deveran bi rêjeyeke bilind a dengan şaredarî bi dest xist. Di rastiya hilbijartinê ya Wanê de DEM Partî bû partiya yekemîn ku li tevahiya Tirkiyeyê hem şaredariya bajarê mezin hem jî hemû navçe qezenç kir. Ev rewşa li Wanê bi tena serê xwe nîşan dide ku kurdan bi rengekî giştî berê xwe dan dengdanê. Gotina ‘Li Kurdistanê hilbijêrên DEM Partiyê tevlî dengdanê nebûne’ derew e, berevajîkirina rastiyê ye. Rastî berevajî vê ye.
Li Tirkiyeyê jî dengên DEM Partiyê kêm nebûye. Eger hilbijartinên giştî bûya wê dengên xwe ji dengê hilbijartina giştî ya 2023’an gelekî zêdetir bûya. Zindîbûna siyasî ya li nava kurdan nîşaneya şênber a vê yekê ye. Zindîbûna li Kurdistanê yekser bandorê li metropolên Tirkiyeyê dike. Lewma kurdan û pêkhateyên hevkarên wan ji ber lihevkirina bajêr dengên xwe li aliyê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi kar anîn. Di rewşeke bi vî rengî de gotina ‘DEM Partiyê deng kêm kir’ tenê demagojiyeke sivik e.Zarokek jî vê dibîne ku rast nîne. AKP û hin kurdên hevkarên wê ji xwe ketine nava lêgerîna wê yekê ku kêmasiya DEM Partiyê bibînin. Timî li kêmasiyekê digerin. Ev yek berevajîkirina rastiyê li ser medya dîjîtal e ku şerê taybet û hevkarên wan dike. Divê gelê kurd û hêzên demokrasiyê guh nedin wan.
Tevî zext, zilm, girtin, hîle, veguhestina leşkeran jî kurdan û dostên wan ên têkoşînê li Kurdistanê serketineke mezin bi dest xistin û faşîzma AKP-MHP’ê li Kurdistanê tarûmar kirin. Ji bo mezinkirina vê serketina hilbijartinê divê çi bê kirin? Desthilatdariya AKP-MHP’ê piştî têkçûna di hilbijartinên xwecihî yên 2019’an de êrîş zêde kir, êrîşa dagirkeriyê bir ser Rojava. Şefî faşîst Tayyîp Erdogan piştî hilbijartinê got, ‘Em ê destûrê nedin terorîstanê’. Li hemberî vê yekê divê çi bê kirin?
Gelê kurd li Kurdistanê serketineke mezin bi dest xist. Dema ku mirov zexta hate kirin binirxîne, hingî ev serketin hîn mezin dibe. Divê her kes vê hêja bibîne. Bi taybetî divê kurd bi vê yekê serbilind bin. Ne tenê xelkê Bakurê Kurdistanê, gelê li Rojhilat, Başûr, Rojava, Şengalê û kurdên li her devera cîhanê divê serbilind bin ku xwedî rastiya gelekî bi vî rengî ye.
Gelê kurd, jin û ciwan divê vê serketinê hîn bi xurtî bi rêxistin bikin û bikin bingeha têkoşînê. Bêguman divê coşa vê serketinê bijîn. Gelê me pîrozbahiyan dike. Mafê xwe ye. Lê belê li hemberî me hêzeke mêtinger qirker heye. Dewleta tirk ne tenê mêtinger e. Di heman demê de qirker e. Gotina mêtinger tenê têrê nake. Ji bo fêhmkirina kiryar û polîtîkayên vê dewletê gotina mêtinger tenê têrê nake.
Hinek dibêjin AKP’ê derb xwar, dibe ku dest ji vê polîtîkayê berde. Ev yek nasnekirina rastiya dewleta tirk e. Eger Tirkiye tenê mêtinger bûya dibe ku di vê rewşê de polîtîkaya xwe biguherta. Lê belê ji ber ku qirker e û xwe dispêre qirkirina kurdan, heta ku demokratîkbûneke xurt pêk neYê û ev mejiyê qirker ji holê neyê rakirin, nayê hêvîkirin ku di çareseriya pirsgirêka kurd de nerm bibe. Di pirsgirêka kurd de çareserî tenê bi hin hevdîtin û danûstandinan nabe, tenê bi demokratîkbûnê dibe. Çareseriya pirsgirêka kurd jî bi îradeya kesekî nabe. Gotina filan kes wê çareser bike, fêhmnekirina rastiya dewleta tirk e, fêhmnekirina polîtîkaya li hemberî kurdan e. Bi kurtasî nêrîneke teng a siyasî ye. Bilêvkirina navê Rêbertî û kesên ku mejiyê xwe yê demokratîk nîne, nîşaneya nêzîkatiyeke sivik e. Têkoşîna demokratîkbûnê û pêkhatina feraseta demokrasiyê hevdîtin û danûstandinan diafirîne. Naxwe bê gotin, filan desthilatdarî li gorî hevsengiyên polîtîk an jî filan zextê wê gavê biavêje, şaşitî ye. Divê em karakterê qirker ê rastiya dewleta tirk baş zanibin. ‘Qanûna tûnç’ a vê dewletê qirkerî ye. Ev yek ya bi şikandineke bingehîn, ya jî bi demokratîkbûnê dikare ji holê bê rakirin. Çareseriya demokratîk bi vî rengî pêk tê.
Lewma divê ev serketin nebe sedema sistbûnê û li hemberî vî dijminî divê bibe zemîna xurtkirina têkoşînê. Jin û ciwan divê hîn bêhtir têbikoşin. Her kurdek divê tevlî nava rêxistiniyekê bibe. Rêxistinbûn mafekî demokratîk e; divê baş bê nirxandin.
Erdogan piştî hilbijartinê careke din got ‘terorîstan’. Got, ‘Em ê êrîş bikin’. Erdogan ne tenê Rojava, her wiha tevahiya Kurdistanê weke terorîstanê dibîne. Kî xwedî li îradeya kurd derdikeve, kî dibêje ez ê bi ziman, çand, nasname û rêveberiya xwe bijîm, weke teorîstanê dibîne. Erdogan heman piştî hilbijartinê got, ‘ez ê êrîşên dagirkeriyê bikim’. Wê demê jin û mêr berê xwe bidin eniya şer. Eger dijmin dibêje ‘ez ê şer bikim’, hingî divê mirov li ber vê hêza şerker rabe. Bêguman ev wezîfe dikeve ser milê jin ên ciwan û mêr ên ciwan.
Dewleta tirk a faşîst mêtinger qirker êrîşî ku derê bike divê gelê kurd rabe ser piyan. Êrîşa li ser Rojava, Başûr/Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê êrîşa li ser tevahiya kurdan e. Wê demê kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê divê li hemberî van êrîşan helwesteke hevpar nîşan bidin û li her derê rabin ser piyan. Bi ruhê şerê li Kobanê divê ciwanên kurd berê xwe bidin her devera ku êrîş lê hate kirin. Niha êrîşa herî giran li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û Şengalê tê kirin.
Êrîşa li ser îradeya siyasî ya gelê kurd ku di şexsê Wanê de hate kirin, divê weke êrîşeke ji rêzê neyê dîtin. Ev yek êrîşeke li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Li hemberî êrîşên bi vî rengî divê kurd hemû helwestê nîşan bidin. Ne tenê li Wan an jî bajar û bajarokên dibin hedefa êrîşan, divê kurd hemû li ber van êrîşan rabin, daikevin qadan û xwedî li îradeya xwe ya demokratîk derkevin. Em xelkê Wanê û gelê kurd ê li bajarên din li hemberî van êrîşan dadikevin qadan û têdikoşin silav dikin.
Di hilbijartinên xwecihî yên 2024’an de AKP yekemcar kete asta duyemîn û AKP û tifaqên wê yên faşîst li Tirkiyeyê derbeke giran xwarin. Tê dîtin ku muxalefetê serketineke dîrokî bi dest xistiye. Dema ku mirov li gorî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an binirxînin, ji bo bi temamî têkbirina tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê divê muxalefeta Tirkiyeyê bi çi rengî tevbigere?
Bêguman encamên hilbijartinê ji bo paşerjoa civaka Tirkiyeyê hêvî ye. Zemînek pêşkêşî têkoşîna demokratîkbûnê kir. Bi vê hilbijartinê re hevparbûyîna gelê kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê xurt bû. Li ser bingeha demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka kurd, di pêkanîna yekîtiya demokratîk a Tirkiyeyê de bi roleke girîng rabû. Bi vê hilbijartinê re gelê kurd jî, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî careke din nîşan dan ku berevajî îdîaya faşîzma AKP-MHP’ê pirsgirêkeke mayindebûnê nîne, ya ku mayindebûna Tirkiyeyê pêk bîne, mejî û helwesta wan e. Li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê yên ku Tirkiyeyê parçe dikin, li ser bingeha demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka kurd îadeya misogerkirina yekîtiya Tirkiyeyê hate destnîşankirin.
Lê belê ev yek ji ber xwe ve tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi temamî têk nabe. Di hilbijartinên 2015’an de desthilatdariya AKP’ê winda kir. Lê belê HDP jî di nav de hêzên demokrasiyê û hêzên muxalîf helwesteke rast nîşan nedan. Têkçûna AKP’ê ya li hilbijartinê ji bo xistina ji desthilatdariyê nekarî binirxînin. Pêngav û taktîkên polîtîk ên ku karibin rewabûna AKP’ê ji holê rakin, nekarîn biafirînin. Tenê li pêngavên AKP’ê temaşe kirin. Piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê hêzên muxalîf nekarîn hevpar bibin. Lê belê AKP’ê yekser eniya xwe berfireh kir.
Lewma divê hêzên demokrasiyê yên radîkal ên li Tirkiyeyê bi lez xwe bi rêxistin bikin, hêza xwe bikin yek. Rewşa heyî ya belawela divê bi dawî bibe. Tifaqa Ked û Azadiyê divê hîn bêhtir bê berfirehkirin û enî bê berfirehkirin. Ji ber ku heta hêzên demokrasiya radîkal pêşengiyê ji têkoşîna demokrasiyê re nekin, hêzên muxalîf ên li nava sîstemê di demokratîkkirinê de nikarin roleke mezin bilîzin. her wiha derfetên hatine bidestxistin dikarin ji dest jî biçin. Dema ku mirov li hin qenalên muxalîf temaşe dikin û li hin qisekerên tevlî van qenalan dibin guhdarî dikin, dibînin ku li şûna berfirehbûna hêzên demokrasiyê û tengkirina bingeha faşîzma AKP-MHP’ê, ji rewşa heyî razî ne, dixwazin polîtîkayên klasîk dewam bikin. Tirkiyeyê di salên 1920’î de komarek ava kir. Di nava şert û mercên wê demê de komareke otorîter hate avakirin. Lê belê pêwîstiya vê komarê niha bi demokratîkbûnê heye. Eger muxalefeta li nava sîstemê bi vê nêzîkatiyê tevnegere wê derfetên heyî jî karibe ji dest bide.
Têkoşîna demokrasiyê û demokratîkbûn li her devera cîhanê pirsgirêkeke tifaqê ye. Li cihekî weke Tirkiyeyê ku gelek civak û derdorên cuda hene, bendemayina hatina demokrasiyê bi destê kom an jî partiyekê, şaşitî ye. Di serî de hêzên demokrasiyê yên şoreşger ên radîkal, divê hêzên muxalîf ên li nava sîstemê jî vê rastiyê bibînin û li gorî wê tevbigerin. Ji xwe ti hêza siyasî ya ku pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê çareser neke, nikare li Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê têbikoşe û nikare demokrasiyê pêk bîne. Hemû gotinên demokrasiyê eger dûrî ji açreseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bin xapandin e û xapandina xwe bi xwe ye. Dawiya dawî wê di nava zexta otorîterîzmê de ay ku 100 sal in li Tirkiyeyê dewam dike bigevize.
Li aliyê din li her welatekî piştî hilbijartineke bi vî rengî banga îstifayê li desthilatdariya heyî tê kirin û hilbijartineke giştî pêk tê. Ev yek kevneşopiyeke demokratîk e. Lewma divê hêzên demokrasiyê hemû banga îstifayê li desthilatdariyê bikin. Ji ber ku vê desthilatdariyê bi vê hilbijartinê re bingeha xwe ya civakî û rewabûna xwe winda kiriye. Mayina li ser desthilatdariyê tê wateya desteserkirina erkê. Heta ku hêzên demokrasiyê vê helwestê nîşan nede wê nikaribe têkoşîna demokrasiyê bimeşînin û vê desthilatdariyê bixînin. Ev desthilatdarî bi bikaranîna derfetên dewletê wê bixwaze bi lîstik û komployan desthilatdariya xwe dewam bike. Ji bo meyla demokrasiyê ya li nava civakê biguherîne wê serî li her rê û rêbazê bide. Lewma li hemberî desthilatdariya ku bingeha xwe ya civakî winda kiriye û têk çûye, divê têkoşîn her timî bê kirin û zexta îstifayê lê bê kirin.
Ji bo têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê yên ku dibêjin ku ew demokrat in û wê têkoşîna demokrasiyê bimeşînin, divê van gotinên xwe bi sekna xwe nîşan bidin. Niha li Wanê dijminatî li demokrasiyê tê kirin. Îradeya gelê kurd hatiye desteserkirin. Ji ber vê jî hêzên muxalîf ên li nava sîstemê jî di nav de hêzên demokrasiyê, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, saziyên civakî yên demokratîk, hemû komên etnîkî û baweriyan divê li hemberî vê dijminatiya li demokrasiyê helwesteke hevpar nîşan bidin. kurd û hêzên demokratîk ên ku di hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê de bi rola xwe rabûn vê yekê ji wan kesan hêvî dikin ku dengê xwe ji bo demokrasiya tirkieyyê dane. Helwesta destpêkê erênî ye. Ji bo têkoşîna hevpar û yekîtiya hêzên demokrasiyê girîng e ku ev nêzîkatî dewam bike. Helwesteke bi vî rengî ne tenê ji bo kurdan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê helwesteke pêwîstî pê heye.