Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Muxatab kî ye?, nîqaş çi ye?

Nîqaşa popûler a van hefteyên dawîn di dorhêla ‘muxatab kî ye?’ de dizivire. Berî eşkerekirina ‘Belgeya Helwestê’ ya HDPê siyaseta Tirkiyeyê dest bi vê nîqaşê kiribû û hê jî rojeveke germ e, tê nîqaşkirin.

Aktorên siyasetê, HDPî jî tê de li ser vê rojevê germ û sor bûn. Gotina Sezaî Temellî ya ‘Muxatab Îmralî ye’ bû agirê fîşeka vê nîqaşê û raya giştî ya polîtîk çû ser vê gotinê. Gotineke pêşiyên kurdan heye dibêje, ‘şop şopa kêrê ye lê fêl fêlê Perê ye’. Bi rastî rewşa heyî baş îfade dike.

Sezaî Temellî ev gotin eşkere kir lê we tirê siyaseta Tirkiyeyê tevî berdevk û rayedarên HDPê di kemînê de li benda gotina Temellî bûye, ji berê ve xwe plan kiriye. Çelqînî kete nav siyasetê û Temellî kirine devê lûla topê. Lê ferz bû ku ew jî gotina xwe rave bike û heta bi awayekî nerm gavekî paşde vekişe. Ji bo siyasetmedarên pergalê biserdeçûneke tund û heta êrîşkarî xwezayî bû, jixwe terz û teşetê wan ev e. Ya balkêş hewldanên HDPiyan ên weke pêşbaziya xwe îspatkirinê bûn. Di qada siyaseta Tirkiyeyê ya rojanê de çi dibe, çi pêgermok tên gerandin em nizanin. Lê bi enerjiyeke dinamik HDPê hewl da ku van gotinan ji xwe dûr bixe. Teşe derkete pêş, kakilê mijarê gavekê hat paşxistin.

Kakilê mijarê ev nebû. Ya hate paşxistin çareseriya pirsgirêka kurdan bû. Ev mijar bixwe cewherê pirsgirêkê dihewîne. Wê bi parlementoyê be yan Îmraliyê be helbet mijareke grîng e lê nîqaşa îro nîn e. Çareseriya pirsgirêka kurdan disotîne lê berê nîqaşê bi ku ve tê arastekirin?

Sekn û helwesta HDPê serkeftî didome lê divê HDP xwe li dû nîqaşên çêbiwar û sûnî newestîne. Gelek derdor dixwazin HDPê bikişînin sûkeke teng û qels bikin. Divê hin helwestên HDPê ji bo wan nebin ava êş û beraş. Siyaseta tirkperest xwest ku HDPê li quncik asê bike, trenda wê ya ber bi jor re bibe asteng. Wê jî xwe hewceyî parastinê dît û hawar û gazî kir ku em bi vî awayî nabêjin, nafikirin, gotin a Temellî ya takekesî ye.

Gelo hewce bû?

Helbet ne hewce bû. Rayedarên HDPê û AKPê bi salan, bi navê pêşîlêvekirinê (açilim) xizmeta pêvajoyekî kirin. Dan û standin.

Bi kê re kirin ev pêvajo? Bi Îmraliyê re û birêz Ocalan re kirin.

Her kesî; lê vegerin her kesê bi siyasetê re eleqedar gotin û dîtinên birêz Ocalan xwend, bihîst; muxalefeta demê, iktidara demê, raya giştî ya demê, her kesî, her tişt bihîst û xwend. Ocalan digot, ‘Di dawiyê de ev arîşe neyê parlamentoyê û nebe qanûn bawerî pê nabe.’ Yanî digot, cihê çareseseriyê yê esas parlamento ye, binê wê xêz dikir, destnîşan dikir. Zelalkirina gotinan hewceyî qunciknivîsê rojnameya Cûmhûriyetê re tune bû, Kiliçdaroglû jî, Bahçelî jî, Akşenerê jî, Erdogan û Selahattîn Demîrtaş jî baş zanibû birêz Ocalan riya parlamentoyê esas dibîne.

Hûn ê bêjin ku rayedarên HDPê qet ev pêvajo bi rê ve nebirine, haya wan ji tiştekî nîn e, bi devlinga Sezaî Temellî girtin û kişandin xarê. Ya rast Temellî gotinên ku Selahattîn Demîrtaş, Pervîn Bûldanê, Îdris Balûken, Sirri Sureyya Onder digotin dubare kir. Bi dehan caran jî rêvebirên HDPê peyv bi peyv ev gotin dubare kirine: Bêyî Îmraliyê çareserî nabe.

Ka çi bû? Çi guherî? Gelo yê ku ev yek got Temellî bû lewma?

Bi rastî vê yekê li sekn û helwesta rast nekir. HDP ne mecbûr bû ku ji bo gotinên birêz Temellî bikeve pêşbaziya xwe îspatkirinê. Heta helwesta rêvebirên HDPê bala siyaseta tirkperest zêdetir kişande ser van gotinan. Eyd nebû erefat nebû, çima kêra qurbanê tûj dikirin?

Diviya HDPê bixwe ev nîqaş dest pê nekira, gavekî li paş bima û pirsên dihatin aqilane bibersivandana. Yanî nebûya parxurê rojeva sûnî û çêbiwar. Eger ji rola xwe ya esas arasteyî rojevên çêbiwar bike wê siyaseta xwe qels bike, bikeve pey rojevên kanala pergalperest.

Li gorî siyaseta rojane Belgeya Helwestê ya HDPê serkeftî ye. Divê rola xwe baş, helwesta xwe rast tayîn bike. ‘Muxatab kî ye’ nîqaşeke kêrhatî nîn e. Ya rast ji kokê nêrîna li pelan e, ne ji pelan li kokê. Eger çareserî bê nîqaşkirin, piştre teşeyê çareseriyê tê nîqaşkirin. Lê eger samimiyet hebe! Em nikarin erebeyê bidin pêş hespê. Divê rojev bizanetî û aqilane bên hilbijartin.

Eger wisa be serkeftina siyasetê pêkan e. Belgeya Helwestê rojev dagirtiye û însiyatîfeke serkeftî qefaltiye, divê bi berdewamkirina mijarên sûnî ev yek neyê şêlûkirin.

Nûçeyên Têkildar