Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...
Çarşamba - 18 Aralık 2024

Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Muxatabê çareseriyê Rêber Apo ye

Parêzer Veysî Guneş dewletên navneteweyî jî şîrikê pergala Îmraliyê ne û di pergela Îmraliyê de bi destên van devletan hiqûq ji holê hatiye rakirin û wiha got: “Divê tekoşîna ku li hember tecrîdê bêtir xurt bibe û tecrîd bê şikandin. Hemû kes dizane ku yekane çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêka çareseriya demokrasiya Tirkiyeyê Birêz Abdullah Ocalan e. Muxatabê çareseriyê Birêz Abdullah Ocalan e.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li pergal qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê di yek hucreyê de di şertê tecrîdê de girtin. 45 meh in tecrîdek giran li ser Abdullah Ocalan tê meşandin. Her çend parêzer, malbat û heyetên ku dixwazin biçin Îmraliyê serî li rayedaran didin jî hemû serlêdan têne redkirin. Parêzer Veysî Guneş têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin û şert û mercên mafê hêviyê ji Ajansa Welat re axivî.

Parêzer Veysî Guneş diyar kir ku pergala Îmraliyê pergaleke taybet e û di nava komîsyona avakirina pergela Îmraliyê de tenê Komara Tirkiyeyê nîne. Veysî Guneş bi bîr xist ku dewletên navneteweyî jî şîrikê pergala Îmraliyê ne û di pergela Îmraliyê de bi destên van devletan hiqûq ji holê hatiye rakirin. Veysî Guneş diyar kir ku tecrîda di şexsê Rêber Apo de hem li ser civaka Kurd hem jî civaka Tirkiyêyê tê meşandin û wiha axivî: “Dewletên ku di avakirina pergala Îmraliyê de cih girtine fikir, raman û sekna Birêz Ocalan ji xwe re weke tehdît dibînin. Bi vê tecrîdê jî dixwazên Birêz Abdullah Ocalan ji gel dûr bixwin û bidin ji bîr kirin. 26 sal in tecrîd berdewam dike û ev 44-5 mehên dawî jî tecrît bêtir giran bûye.” Veysî Guneş, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan nikare hem bi malbat hem jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û got: “Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Birêz Abdullah Ocalan, nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka Kurd jî nişan dide. Birêz Ocalan bi paradigmaya xwe ve xelekeke aşitî û demokrasiyê ava kiriye û civak jî piştgiriyê dide Birêz Abdullah Ocalan. Divê ev tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin ku bikari be rola xwe ye siyasî û civakî pêk bîne.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Veysî Guneş, bi lêv kir ku Rêber Apo bi fikir û ramanên afirandiye û bi berxwedana ku dimeşîne pergela heyî tengav kiriye û wiha pêde çû: “Di şexsê Birêz Ocalan de ew berxwedana ku hate meşandin komploya navnetewî jî vala derxist. Herî dawî jî buyerên li Rojhilata Navîn diqewimin nîşan dide ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan fikr û ramanên Birêz Ocalan çi qas girîng e. Divê fikr û ramanên Birêz Ocalan bigihêje derve. Hevdîtina ku bi parlementerê DEM Partiyê Omer Ocalan hat kirin û destûr dayîn jî bi vê tekoşîna gel pêk hat. Ev hevdîtina hat kirin nayê wateya ku tecrît hatiye şikandin. Dibe ku dewlet bi avayekî şerê taybet jî ev hevdîtin pêk anî be ku dîmene ke çareserî heye derxe holê û berjewendiyên xwe pêk bîne. Lê Birêz Ocalan jî weke peyama xwe de gotî tecrîd berdewam dike. Divê tekoşîna ku li hember tecrîtê bêtir xurt bibe û tecrît bê şikandin. Hemû kes dizane ku yekane çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêka çareseriya demokrasiya Tirkiyê Birêz Abdullah Ocalan e.”

Prz. Veysî Guneş, di berdewamiyê de bal kişand ser “mafê hêviyê” û da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê bi avayekî veşartî heya cihekî mafên hêviyê qebûl kiriye û wiha lê zêde kir: “Dema mijar dibe Kurd û Abdullah Ocalan dewleta Tirk bi awayekî tunehesibandin nêzîkî mijaran dibe. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê mafê hêviyê de biryarekî vekirî pênase kiriye. Li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kesên ku 25 salên xwe di girtîgehê de derbas kiriye dikarin daxwaza mafê derketina girtîgehê bike. Bi taybet derbarê Birêz Abdullah Ocalan de jî biryarek heye divê Dewleta Tirk şert û mercên berdana Birêz Abdullah Ocalan li gorî qanûnên xwe cih bîne. Herî dawî nîqaşên mafên hêviyê bi aliye serokê MHPê Devlet Bahçelî ve jî hat ser ziman û Devlet Bahçelî jî ev tişt qebûl kir. Ev jî nişan dide ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd yekane muxatap Birêz Abdullah Ocalan e.

Veysî Guneş wiha dawî li axaftina xwe anî: “3 xal hene ku dewleta Tirk bi niqaşên herî dawî ev xal qebûl kirin. Yek, di çareseriya pirsgirêka Kurd de mixatap Birêz Abdullah Ocalan e. Du, tecrît bi avayekî sîstematîk li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin û sê jî mafê hêviyê bi avayekî keyfî û dijhiqûqî ji bo Birêz Abdullah Ocalan nayê qebûl kirin. Li hemberî van polîtîkayên tine hesibandinê divê gelê Kurd, hiqûqnas û kesên ku demokrasiyê dixwazin bertek nîşan bidin û bi her awayî tekoşîna xwe xurtir bikin ku ev tecrîd ji holê rabe.”

Prz. Veysî Guneş: Divê têkoşîna li dijî tecrîdê xurt bibe

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar