PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Muzîkên ku guhdar kirine jî sûc hatine hesibandin!

Hevşaredarên Şaredariya Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç hatibûn girtin. Piştî hatin girtin îdianameya wan hat amadekirin. Di îdianameyê de deftera nîşeyan ku hevşaredar navê kesên ku guh li pirsgirêkên wan kiribûn tê de nivîsandibûn û muzîkên ku guhdar kirine sûc hatin hesibandin

Hevşaredarên Qelqeliya Wanê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç di 6’ê kanûna 2019’an de hatibûn binçavkirin û di 9’ê kanûnê de jî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ hatibûn girtin. Îdianameya derbarê her du hevşaredaran de hat amadekirin. Di îdianameyê de îfadeyên şahidên veşarî, parvekirinên li ser medyaya civakî û daxwaznameyên îxbarkirinê hene.

Di îdianameyê de yek ji tişta ku Hevşaredar Dîlan Orencî pê tê tawanbarkirin; maîleke îxbarê ye ku bi rêya whatsappê ji Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr re hatiye şandin. Di maîlê de tê gotin ‘Hevşaredara Qelqeliyê Dîlan Orencî hem ji gel stendine hem jî ji şaredariyê. Wê vî pereyî ji PKK’ê re bişîne. Bila haya we jê hebe. Gava kiriye jî li dû xwe tu şop nehiştine.’ Lê belê di îdianameyê de derbarê îxbarê de ji xeynî van tiştan tiştek din tuneye.

Her wiha di îdianameyê de wêneyekî Orenciyê jî sûc hatiye hesibandin ku di dema daxuyaniyeke Tevgera Jinên Azad (TJA) de hatiye kişandin.

Muzîkên di flaşekê de jî sûc hatine hesibandin. Wêneyên Orenci yê yên di dema pêvajoya hilbijartin û tevlêbûna wê ya ji bo daxuyaniya li hemberî tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî sûc hatiye hesibandin.

Her wiha ji bo Hevşaredara Yakûp Almaç jî bi beyanên şahidên veşarî, parvekirinên li ser medyaya civakiyî û îxbaran hatiye tawanbarkirin. Ji ber ku Almaç li ser medyaya civakî parvekirina ‘Em ê te nekin serok’, ‘Em ê nehêlin tu şer bikî’ ecibandiye hatiye tawanbarkirin. Her wiha ji ber di deftera wî ya nîşeyan de navê kesên ku ji bo kar serî li şaredariyê dane hene ku Almaç guh li wan kiriye sûc hatine hesibandin.

Wê îdianameya hatiye amadekirin çend roj şûnde berpêşî dadgehê bê kirin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar