Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

MXDŞ: Em ê li hemberî vê êrîşê jî heya dawî li ber xwe bidin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî êrîşa artêşa Iraqê ya li ser xalên kontrolê yên Asayîşa Êzidxanê ku ji doh ve destpê kiriye daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ev êrîş ji aliyê PDK’ê û dewleta tirk a dagirker we tê koordînekirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:”Wek tê zanîn civaka êzidî di rojên dawî yên pêşwazîkirina cejna Çarşema Nîsanê de ye. Di van rojên derbasbûyî de civaka me ku ji ber çeteyên DAÎŞ’ê û siyasetên dijmin nekarî vegere Şengalê, bi hêviyeke mezin dixwest vê cejnê li ser axa dapîr û bapîrên xwe li Şengal a berxwedêr pîroz bike. Bi vê armancê gelê me amadekarî ji bo pîrozbahiya cejnê dikir. Lê doh êvarê hêzek ser bi Hikûmeta Kazimî bi mudaxaleya ser Seyterya Asayîşa Êzdîxanê a li komalgeha Dugirê rê li ber şerî vekir.

Iraqê bê ku dan û standin bi rêveberiya me re bike, raste rast dest bi êrîşê kir. Di vir de xelkê sivîl û endamên asayîşa êzidîxanê birîndar bûn. Piştî wê xwestin navendên asayîşê bixin bin kontrola xwe, lê ji ber ku Asayîşa Êzdîxanê bi zanebûn tevgeriya li vir tu şer rû neda. Bi dan û standin hewl hate dan ku alozî bi dawî bibe. Lê doh saet di 2’yê şevê de komeke artêşa Iraqê bi ser Asayîşa Êzdîxanê a li ser riya Cidalê a li Nahiya Tilizêr de girtin.

Di encamê de careke din şer derket. Her wiha ev êrîşa bi armanca şikandina îradeya civaka êzidî bi Asayişa Êzidxanê re tenê sînordar nema û Iraqê hêzeke xwe sewqî herêmên di bin kontrola YBŞ û YJŞ’ê de kirin. Di encamê de şer derket. Êrîşa artêşa Iraqê ya li ser hêzên me ên parastina Êzidxanê heye û heta vê kêliya em daxuyanî didin jî dewam dikin.

Li ser vî esasî em ji gelê xwe û dostên xwe re  diyar dikin ku ev êrîş bi şêwazê herî hovane dewam dikin. Ev êrîş pîlanên dewleta tirk pêk tînin û dixwazin vîna gelê me bişikînin. Di vê êrîşê de artêşa Iraqê weke ku artêşa tirk be tevdigere û xuya dibe ku ev êrîş ji aliyê PDK’ê û dewleta tirk ve tê koordînekirin.

Em wek Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji raya giştî re radigehînin ku çawa civaka êzidî li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê li ber xwe dan û di 74 fermanên hatine ser civaka me de jî, me çok nedaniye, em ê li himberî vê êrîşê jî heta dawî li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedan, parastina civaka xwe û destketiyên vî gelî em ê tu rêyeke din hilnebijêrin.

Em di dawiyê de bang li gelê xwe û her kesekî dikin li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Ev êrîşa li ser Şengalê ji ferman û planên beriya niha û peymana 9’ê Cotmehê ne qutin. Piştî hevdîtina Mesrûr Berzanî ya bi Erdogan re vê êrîşê destpê kir. Lewma em bang li tevahiya ciwanên xwe dikin tev li nava vê berxwdanê bibin û destek bidin hêzên xwe yên parastinê. Ev berxwedan wê heya serketinê dewam bike, ji ber ku beriya niha Iraq hatiye agehdarkirin li ser rûdana her aloziyekê ew berpirsyarin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar