Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

MXDŞ: KDP bi navê me nikare danûstandinan bike

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hişyarî da ku KDP ji endamên xwe heyetekê amade ku bişîne Bexdayê û li ser navê Şengalê bazariyê bike. Meclîsê ragihand ku ew vê heyetê û hevdîtinên ku bikin bi ti awayî qebûl nakin, nas nakin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li ser pîlan û lîstikeke nû ya li dijî Şengalê hişyarî da. Meclîsê bi daxuyaniyekê ragihand ku KDP û hikumeta Kazimî ji bo bicihanîna Peymana 9’ê Cotmehê dest bi dek û dolabeke nû kiriye. Di destpêka daxuyaniyê de işaret bi hevdîtinên ji bo rawestandina êrişên li ser Şengalê hate kirin, ku di encamê de êriş hatine rawestandin û derî li diyalog û hevdîtinan hatiye vekirin.

Meclîsê ragihand ku li gel helwest û sekna wan a ji bo çareseriyê jî KDP û hikumeta Kazimî dest ji polîtîkayên şer ên li dijî Şengalê bernadin û li şûna nûner û saziyên Şengalê ji xwe re bikin muxatab, lîstikeke nû xistine dewrê. Meclîsa Şengalê bi taybetî bal kişand ser hewldanên KDP’ê yên ji bo sorkirina şer û koçberkirina xelkê Şengalê û hişyarî da ku li gel têkçûna van hewldanan jî KDP provokasyonên xwe dewam dike.

Di daxuyaniya meclîsê de hate gotin, “Destpêkê em dixwazin raya giştî bi taybetî jî civaka Êzidî agahdar bikin ku amadekarî tê kirin ku heyetek li ser navê Şengalê û civaka Êzidî li Bexdayê bi hikumeta Kazimî re hevdîtinê bikin. Ev heyet ji aliye Qaîd Ameliyatê Mûsilê û PDK’ê ve hatiye amadekirin û zehfê kesên di vê heyetê de ne endam û alîgirên PDK’ê ne. Niha dixwazin vê heyetê li ser navê civaka Êzidî û Şengalê bidin naskirin.”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê destnîşan kir ku ev lîstikeke nû ya KDP’ê ye, ku bi alîkariya Qaîd Ameliyatê Mûsilê dixwazin careke din bimeşînin û wiha dewam kir: “Ev heyet di heman demê de xwe weke nûnerê çalakgerên Şengalê jî dide naskirin, lê çalakgerên ku pêşengiya van çalakiyên medenî dikin bi daxuyaniyekê ragihandin ku ev heyet wan temsîl nake û nikare li ser navê wan biçe hevdîtinê.”

Li ser sekn û helwesta rêveberiya xweser jî wiha hate gotin: “Em ji hemû civaka Êzidî û raya giştî re radigihînin ku ev lîstika nû ya PDK’ê dewama Peymana 9’ê Cotmehê ye. Tiştê ku bi êrişên leşkerî û şerê taybet bi dest nexistin niha jî dixwazin bi lîstikên siyasî pêk bînin. Em ji raya giştî re dibêjin ku em vê hevdîtina ku dixwazin li ser navê Şengalê bikin bi ti awayî nas nakin.”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ev bang li hikumeta Kazimî kir: “Ji bo pirsgirêkên heyî çareser bibin lazim e helwesteke samîmî û zelal hebe. Lîstikên bi vî rengî zemîna diyalog û çareseriyê xurt nake lê têk dibe. Eger nêteke wan a çareseriyê hebe lazim e dest ji van dek o dolaban berdin, civaka Êzidî muxatab bigirin û îradeya Şengalê nas bikin. Bi lîstikên bi vî rengî rewşa Şengalê aram nabe, pirsgirêk çaraser nabin.”

Meclîsê ev bang li gelên Şengalê kir: “Xwedî li îradeya xwe derkevin. Lazim e rê û destûr nedin ku kes kes û alî li ser navê wan hevdîtinên bi vî rengî bikin. Ji ber ku em baş dizanin, kesên bi vî rengî ne di berjewendiya Şengalê de ne, lê belê li pey berjewendiyên xwe yên malbatî û êşîrî ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar