Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD) bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta tirk a dagirker a li dijî Şengalê şermezar kir. MXŞD’ê ji NY, YE û dewletên cîhanê xwest ku li dijî van êrîşên nemerdane yên li dijî civaka êzdî xwedî helwest bûn û banga çalakiyan li temamiya civaka êzdîkir
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD) bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta tirk a li ser Şengalê şermezar kir.
Daxuyanî MXŞD’ê wiha ye:
“Weke ku tê zanîn dewleta tirk a dagirker di dîroka xwe de heta niha bi hemû hêza xwe dijminatiya gelê êzdî û baweriya wê kiriye. Hinek caran veşartî, gelek caran jî bi aşkera êrîş kiriye. 73 fermanên ku di serê civaka êzdî de hatî, an dewleta tirk bi xwe pêk anîne, yan jî bi destê hevkarên xwe pêk anîne. Mînaka vêya herî dawî jî hovîtiya DAIŞ’ê bû. Dewleta tirk DAIŞ birêxistin kir, xwedî kir û li hemberî civaka me da êrîşkirin. Dewleta tirk hemû hêza xwe ji bo DAIŞ’ê seferber kir, piştevaniya wê kir û li dijî civaka me da êrîşkirin. Lê piştî ku DAIŞ hat têkbirin, dewleta tirk li dijî Hêzên Parastina Êzidxanê ku ji zarokên civaka êzdî pêk tê, ketiye nava êrîş û hewldanên qirkirinê. Lewre hêzên parastina Êzidxanê pêşî li qirkirinê girt û nehişt ku civaka êzidî tune bibe. Lewre niha jî dewleta tirk a dagirker dixwaze bi van êrîşan heyfa DAIŞ’ê hilîne. Tu wate û şîrovekirina din a van êrîşên nîne.
Em Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, sazî û dezgehên wê van êrîşên dewlet tirk ên hovane û nemerdane bi tundî şermezar dikin. Em dibêjin ku tu carî dewleta tirk dê bi van êrîşên xwe nikaribe me tune bike û me radest bigire. Divê dewleta tirk baş bizane ku me çawa li hemberî kalikên wan Osmaniyan li ber xwe daye û li dijî helwestên wan ên qirkinê têkoşiyane, em ê ji niha û pêde jî çand, ziman bawerî, civak û erdnîgariya xwe ji êrîş û hewldanên wan ên qirkirinê jî biparêzin. Em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe, armanca Mamê Civaka Êzidî, Mam Zekî Şengalî ku stûna civaka êzidî ye pêk bînin, Şengaleke xweser û civakeke azad ava bikin.
Em weke MXŞD’ê, bang li hikûmeta Iraqê dikin ku li hemberî van êrîşan helwesta xwe diyar bike. Lewre ev êrîş ji asîmanê Iraqê û li ser xaka Iraqê pêk tê. Divê Iraq xwedî li axa xwe û serweriya dewleta xwe xwedî derkeve, li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne. Heke hikûmeta Iraqê li hemberî van êrîşan bêdeng bimîne, dê guman û fikarên civaka me yên heyî zêdetir bike. Lewre ev deverên rastî êrîşê hatin, di bin serweriya Iraqê de ne û ala Iraqê lê ba dibe.
Dîsa em bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û sazî û dezgehên civakî dikin ku li hemberî van êrîşên li ser civaka êzdî tên kirin bêdeng nemînin. Bêdengiya cîhanê ya li hemberî van êrîşên qirkirinê ku li ser civaka êzdî ku civakeke herî kevnar a Rojhilata Navîn e pêk tê, şerma mirovahiyê ye.
Her wiha em li bang li civaka xwe ya êzdî dikin ku li her çar beşên Kurdistanê û cîhanê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û dakevin qadan, dewleta tirk şermezar bikin. Hesap ji dewleta tirk a qirker û dagirker bixwazin. Em ji malbatên şehîdên xwe re sersaxî; ji birîndar û malbatên xwe re şîfaya xêrê dixwazin.”