Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

MXŞD: Ger bi şer bên dê bersiv bê dayîn

Desteya Rêbeber a MXDŞ’ê piştî civîna xwe ya awarte ya li ser zextê hêzên Iraqê daxuyaniyek da û wiha got: “Em bi gelek aliyan re civiyan soz dane, lê diyar e sozên xwe bi cih neanîne. Bi şer bên dê bersiv bê dayîn. Şengal dev ji mafê xwe bernade.”

Desteya Rêveber a Meclisa Xweser a Şengalê (MXDŞ) bi amadebûna, nûnerên PADÊ, TAJÊ û hemû sazî û dezgehên Şengalê îro li ser tehdîtên li dijî Êzidxanê û rêveberiya xweser û hêzên parastinê bi awayeke awarte civiyabû. Desteyê piştî civînê bi amadebûna gelê Şengalê encama civînê bi daxuyaniyekî aşkera kir. Bi navê gelê Şengalê Endamê Meclisa Rêveber a Şengalê, Hesen Hecî axivî.

Hesen Hecî diyar kir ku ji dema DAIŞ li Şengalê têkçûye heya niha, komplo li pey hev li dijî gelê Şengalê pêk tên û wiha got: “Em dibêjin, gelo çi ji gelê Şengalê dixwazin? Çawa gelê Şengalê vegeriyan ser cih û warê xwe, rewşa wan baş bû, dest bi jiyana xwe kirin careke din komployê xistin dewrê.”

‘Me gelek serdan kir, soz pêk nehatine’

Hesen Hecî anî ziman ku gelê Şengalê êdî gîhiştiye wê astê ku xwe bixwe birêve bibe, zarokên Şengalê dikarin parastina axa xwe bikin û wiha pêde çû: “ Tiştên ku niha li Şengalê hene bi tu awayî dijî qanûnên Iraqê nîne. Hikûmeta Iraqê bi van pêkanînan dibêje, em hebûna we qebûl nakin, nasnameya we nas nakin, tu mafeke we di vê dewletê de nîne! Ev şaş sal in, bi dehan car me serdana Bexda, Necefê, hemû rayedarên hikûmetê  kir hemû jî soz dane me, lê heya niha yek sozên xwe pêk neanîne.”

Endame Meclisa PADÊ Hesen Hecî bi bîr xist ku duh rayedarên hikûmeta Iraqê ji wan re gotine, ew hebûna wan a li vir û hêzên wan yên parastinê qebûl nakin û wiha domand: “Di çarçoveya pêkanîna peymana Bexda-Hewlêrê de duh ji me re gotin ‘em hebûna we û parastina we qebûl nakin.’ Ji me koletiyê dixwazin. Em ji Iraqê re dibêjin, ger wê qanûnên xwe pêkbînin, bila ji bo hemû gelên Iraqê bi awayeke wekhev pêk bîne.”

‘Bi êrîş û gefan bên, em aşkera dibêjin dê bê bersiv nemîne’

Hesen Hecî da xuyakirin ku ew tim alîgirê rêbazên diyalogê bûne û ev tişt anî ziman: “Em dîsa dibêjin, em şer naxwazin, ji diyalogê re vekirîne û deriyê me ji guftugoyê re vekiriye. Lê ger bixwazin bi êrîş û tehdîtan bên ser me, em bi aşkera dibêjin, wê bê bersiv nemînin. Dibêjin bes e, dawî li van komployan bînin. Jixwe heya niha we tu xizmetek ji bo gel nekiriye, tenê li pey komployan bûne.”

Hecî bang li hemû êzidiyên li her devereke cîhanê kir ku ji bo parastina mafên sereke yên gelê Şengalê bi yekrêzî xwedî lê derbikevin û wiha got: “Ji bo em maf, nasname û êzidîtiya xwe li Iraqê biparêzin, divê êzidiyên li Şengalê û li her derê xwedî li Şengalê derkevin.”

‘Bi hatina papayê Vatîkan, komployeke din pêş ket’

Hesen Hecî her wiha diyar kir Papayê Vatîkanê ji bo şopandina rewşa ol û baweriyan serdana Iraqê kir, lê hîn negihîştiye cihê xwe komployek din dijî êzidiyan xistine meriyetê û ev tişt ji bo Iraqê got: “Eger baweriyên kêm li vir naxwazin, divê wê demê alternatîfek din pêşkêş bixin. Bila bihêlin em xwe bi xwe bi rê ve bibin, xwe biparêzin û pêşî li fermanan bigirin.”

Hesen Hecî herî dawî hişyarî da û diyar kir ku ew naxwazin li Şengalê şer rû bide û ev bang li hikûmeta federal kir: “Ger hûn bi artêşa xwe bên ser me, em ê jî bersivê bidin. Divê baş zanibin em carek din neheqiyê qebûl nakin û dest ji daxwazên xwe yên sereke bernadin. Heya rêya diyalogê hebe, em ê li gel vê rêbazê bin, lê eger vê rêyê esas negirtin, divê herkes bizane dê êrîş dijî Şengalê pêk were û bûyerên nayên xwestin rû bidin.”

Di civînê de biryar hate girtin ku sibe xelkê êzidî meşeke girseyî li navenda Şengalê li dar bixe. Wê şengaliyên li gund û navçeyan jî beşdarê vê meşa navendî bibin û nerazîbûn nîşana zext û tehdîtan bidin.

Zêdeyî 100 roj in, şengalî ji bo piştgirîdayîna Asayîşa Êzîdxanê li bin konê li gel asayîşê nobedê digirin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar