Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê têkildarî çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên Kobanê ji bo lêpirsîn da destpêkirin. Ev lêpirs li 7 bajaran hat birêvebirin û derbarê 82 kesan de biryara binçavkirinê heye. Piştî vê lêpirsînê Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) ya HDP’ê bi rojevek awarte dicive.
Civîna MYK’ê saet di 18:00’an de bi serokatiya Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li navenda HDP’ê dê pêk were.
Di operasyonê de MYK’a 2014’an a HDP’ê vê sibehê hatin binçavkirin. ENQERE