Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Na wele ne halal be, helal jî nakin

Mirov heyîneke balkêş e. Tevî ku bi dehan car ji  bo wî/ê vebêjî bawer nake heta ne bi serî bêt. Ewqas di nava civak û xwezayê de bûyerên ku ru didin, mirov dikare ders jê bigire û nekeve kêmaniyan, lê mixabin mirov jê dersê nagire heta bi sera neyê. Car heye bi seran jî tê, dersnagre. Mirov li rewşên wiha dimîne heyirî nizane çi bêje?

Bûyer û pêşketinên ku nêzî 100 sal in li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rû didin, mînakên herî şênber ên mirov lê dimîne heyirî û nizane çi bêje, hene. Ewqasî karesatên pêk hatî, dîsa dijminahiya ku li Kurdan di serî de li pêkhate û neteweyên din hatî kirin, diviya bû îro xelkên li Tirkiye û Kurdistanê dijîn, ne di vî halî de ba.

Tevgera Azadiya Kurd ku xwedî dîrokeke 50 salî ya têkoşînê ye, ji bo bidestxistina maf û azadiyê ti berdêl nemane nedayî, ewqas di warê îdeolojîk, sosyolojî, civakî û herêmî de nêrîn û nirxandin pêşkêş dike, dîsa bûyerên ji dîrokê mayîn ewqasî şênberin, nabe ku ji nedîtî ve bê. Mixabin sîstema ku hatî avakirin, çav û guhê civakê li vê girtiye.

Keda kerkar, xwendekar, jin û ciwanan bi salan e tê xwarin û li ser ked û xwêdana wan desthilat li ser linga e. Bi salan e, ji baca ku di bin navê ewlehî û parastin û xizmetê de tê standin, hemû hatine dizîn û talan. A rast dewletek mêtinger û talankar li ser pişta civakê bi salan e xwe dide jiyîn heye. Ewqas ji civakê hatiye standin, êdî civak nizane çi jê tê standin û çi ji bo wê tê vegerandin.

Gotinek heye dibêje ‘Nisîbetek ji hezar şîretan baştire’ ya ku 6’ê Sibata îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qewimî tam vê rewşê tîne ziman. Gelek kes û aliyê digotin dewlet mezin e, bi hêz e, li ser her tiştî re ye, dewlet û desthilata ku xwe bi hêz dida nîşandan di bin kavilan de ma. Merhamet û stara ku ji bo xwe kiribû pîvan qaşo, di bin xirbeyan de ma.

Dewlet û desthilata ku bi taybet herêmên Bakurê Kurdistanê ji Elbîstan bigire heta Semsûr, Meletî, Riha, Amed û gelek deverên din çavê xwe lê girt, gel terkî mirinê kirin. Heman tişt li aliyên Tirkiyeyê jî kir. Sazî û dezgehên ku alîkarî û rizgariyê dikin, hemû felç bûn. Di serî de AFAD, Heyva Sor a Tirk (Kizilay) bi destê dewletê hatin rawestandin û bi hewara kesê neçûn.

Eger ku ev yek rû nedaba, rojek nîqaşek bihata kirin, mirov hezar carî destê xwe li Quranê daba kesê bawer nedikir, wê bigota ‘dewlet tiştek wiha nake, wê lez û bez hewara her kesê bê’, me dît; li ber çavan her tişt.

Erdogan ê faşîst û zordar û heramiyên xwe ve ketine nava hewldanan bê ka çawa vê veşêrin û sergirtî bikin. Car bi gef û tehdîdan, car bi heqaret û çêran êrîş dike. Ji xwe rojên destpêkê bi tetîkkêşên xwe ve ketibûn kolanan, êşkencedan û qetilkirina mirovên bê guneh di bi navê talan û diziyê de êşkence li xelkê dikin û rastiyan binixûmînin. Gotinên her tişt di bin kontrolê de ye û dewlet li her derê ye, hemû li bin kavilan man û can dan.

Ev rastî derket holê, gel êdî divê vê rastiyê û rewşê bi bîne. Nexwe wê karesatên mezintir û texrîbatên mezintir rû bide. Roj û dema hesab xwestin û hesabpirsînê ye. Îro li her derê banga ‘îstifa hikûmet’ tê kirin. Li her derê rastiya desthilatê  AKP-MHP’ê hatiye dîtin.

Ji bo vê ye ku Erdogan ê faşîst li ser ekranan piştî ewqas heqaret û gefan daxwaza ‘efûyê-helaliyê’ dike. Helaliya çi halê çi? Ji çi û bi çû rû qala helalî dikî? Helalî dixwazî ku desthilata we bû sedemê qirkirina civakê? Helalî dixwazî ku bajar hemû bi erdê re nebûn yek? Helalî dixwazî ew zarok û jinên ducanî, heskirî di bin kavilan de hişt û rizgar nekir? Gelo ewqas hesan e helalî xwestin? Kî/ê wê çawa te û desthilata te helal bike. Na wele ne halal be, helal jî nakin? Helaliya çi?

Hûnê hesab bidin û destê xwe ji vê civakê bikişînin. Civak wê biryara helalî û ne helaliyê bide. Her çendî we ewqas nehelalî kirine û malê nehelalî xwarine, civak wê çawa we helal jî bike ew jî diyar nîne. Hesabê civakê çi be jî wê qeder û rewşê bide guherîn.

Nûçeyên Têkildar