Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Nabe êdî gelê kurd êrîşên PDK’ê qebûl bike’

Welatiyên Herêma Germiyanê êrîşên hêzên PDK’ê yên dijî gerîla, weke şerê bi wekalet ê ji bo dewleta tirk bi nav kirin û wiha gotin: “Ya ku PDK dike, dijmin jî li dijî gelê kurd nake. Divê gelê kurd li dijî êrîşên PDK’ê rabin ser xwe.”

Duh Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê der barê liv û tevgera hêzên PDK’ê ya li qadên gerîla de daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG têkildarê liv û tevgera PDK’ê ya li qadên gerîla wiha got: “Ji ber hêzên PDK’ê ber bi cihên gerîla bi pêşve çûn ji bo demek kurt pevçûn derketiye. Hêzên PDK’ê bi çekên giran li qadê daye û ji ber wê di eraziyê de şewat derketiye.”

Êrîşa PDK’ê ya li ser qadên gerîla, bû sedema bertekan. Welatiyên Herêma Germiyanê der barê êrîşa PDK’ê ji Ajansa Rojnewsê re axivîn.

Welatiyê bi navê Mihemed Salih da zanîn ku gerîlayên PKK’ê gelek caran banga aştiyê kirine lê PDK bi tu awayî naxwaza rûne û danûstandinan bike. Mihemed diyar kir ku PDk bûye amrazek destê dewleta tirk, tenê rêyek li ber heye, ew jî yekitiya netewiye û li ser êrîşa duh jî wiha got: “Ya ku PDk dike, dijmin jî bi gelê kurd nake. PKK take hêza ku şerê ji bo azadiya Kurdistanê dike.”

‘PDK dixwaze careke din şerê kurd bi kurdan derbixe’

Welatiyê bi navê Serbest Celal jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Celal da zanîn ku liv û tevgera PDK’ê tê wateya ku PDK dixwaze carek din şerê kurd bi kurdan li derbixe.

Celal got ku PDK di vî şerî de ne xwediyê biryarêye, tenê ji bo Tirkiyeyê şerê bi wekalet dike û ev tişt anî ziman: “Bi xwe jî dizanin vê carê wê bi awayek giran baca vê bidin. PDK ji bo parastina berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî di bin bandora Tirkiyeyê de ye û destê xwe xistiye nav xwîna birayê xwe. Ji bo vê pêwîst e gelê kurd li hemberî vî şerî hişyar be û ji bo yekitiya neteweyî gav bide avêtin. Ger ev çênebe, wê hemû tiştên di destê kurdan de, ji dest biçin.”

‘Nabe êdî gelê kurd êrîşên PDK’ê qebûl bike’

Herî dawî welatiyê bi navê Serdar Melîhe jî diyar kir ku kiryarên çekdarên PDK’ê dike, ne daxwaza civaka kurd e û wiha got: “Bi destê navneteweyî tê kirin, di serî de jî Tirkiye heye. Ev şer ji bo danûstandinan aboriyê ya ji bo Tirkiyeyê tê kirin. Divê hemû gelê kurd dijî vî şerê rabin ser xwe û nabe êdî gelê kurd êrîşên PDK’ê qebûl bike.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar