Li Kurdistan û Tirkiyeyê êrîşên fîzîkî û zayendî ya li hemberî zarokan her ku diçe zêde dibe. Bi taybetî jî di yurdên tarîkatê de ev bûyer zêdetir tên jiyîn. Damezrînerê Weqfa Hîranûr a ku girêdayê Cemaata Îsmaîlaga ye, Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî H.K.G bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re zewicandibû û bi salan destdirêjî li zarokê hatibû kirin. Her wiha dîsa derket holê ku Serokê Komeleya Belavkirina Zanistê ya Uzletê ku nêzî Cemaeta Îsmaîlaga yê Stenbolê ye, di 7’ê adarê de E.D. ya ku astengdara zihniye destdirêjî lê kir û bû sedema xwekuştina wê. Ligel ev qas bûyerên ber bi çav dîsa jî êrîşkar nayên cezakirin.
Derbarê êrîşên li dijî zarokan de endama Lijneya Şêwirmendiyê ya Komeleya Xebatên Zarokan (ÇocukÇA-DER) Necla Korkmaz û Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Jimara 1’em a Amedê Emîne Akşahîn, axivîn û anîn ziman ku zarok hedef tên girtin û nayên parastin.
‘Li Tirkiyeyê her cure tundî, îhmal û destdirêjî li zarokan tê kirin’
Necla Korkmaz, da zanîn ku binpêkirinên mafên zarokan di rêza pêşî ya binpêkirinên mafan de cih digire û got: “Li Tirkiyeyê her cure tundî, îhmal û destdirêjî li zarokan tê kirin. Bi taybetî nirxên olî, nasname û hêmanên çandî di nava malbatê de derbasî zarokan dibe. Heke nasnameyeke etnîkî, olî û çandî dixwazin ji holê rakin hedefa yekem zarok in. Zarokên ku di avakirina civakê de xwedî potansiyeleke girîng in, nayê xwestin ku weke vîn bên qebûlkirin. Zarok wek lawaz, hewcedarê lênêrînê û kontrolkirinê tê qebûlkirin. Di pergala civakî ya ku bi feraseteke baviksalarî ya klasîk hatiye avakirin de, bê dengiya zarok hem zarok qels dike û hem jî wî di cihekî bê ewle de dihêle.”
‘Bi taybetî li Kurdistanê zarok hedef tên girtin’
Korkmaz, ragihand ku her çend Tirkiye li ser madeyên 17, 29 û 30’yên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî îhtîraz kiribe jî di nava wan îmzekaran de cih digire û wiha axivî: “Li ser bingeha vê peymanê dewlet divê berjewendiyên herî baş ên zarokan misoger bike. Rêzê li mafên zarokan nayê girtin û pergalên parastina zarokan naxebitin. Sûcên li dijî zarokan bêceza tên hiştin û zarok rasterast tên hedefgirtin. Bi taybetî li herêma ku em lê dijîn, dema ku pirsgirêkên ziman û nasnameyê zêde dibin, bêcezakirin weke polîtîkayekê derdikeve pêşiya me.”
‘Li dijî destdirêjiya zarokan weqf tên parastin’
Korkmaz, daxuyand ku beriya her tiştî zarok di saziyên girtî yên girêdayî weqfan de çawa tên çavdêrîkirin, di rewşên îhmalkirin û îstîsmarê de zarok dikarin çi mekanîzmayên bikar bînin, derbarê ku ew di hawîrdor û şert û mercên li gorî taybetmendiyên xwe yên pêşveçûnê de têne ragirtin û li ser kîjan bingehên qanûnî li cihên ku lê têne ragirtin, zelaliyek tune ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê yekê nekarîna mekanîzmayên giliyê û bi vî awayî pêvajoyên ragihandinê yên di van saziyan de, hem ji ber nelirêtiya mekanîzmayên kontrolê û hem jî ji ber ku ew ji civakê bi awayekî nisbeten bêhtir hatine îzolekirin û bingeha destdirêjiya li dijî zarokan çêdike. Di mijara Weqfa Ensar de ku di çapemeniyê de jî cih girt, Wezîrê Malbat û Polîtîkayên Civakî yên wê demê bi beraetkirina sûcdaran û parastina saziyê hewl da tiştên ku qewimîn weke bûyereke yekane rave bike. Bi gotinên ‘ne tiştekî mezin e, ji ber vê yekê weqf nayê sûcdarkirin’ ve rewşê wek rewa dan nîşandan. Di dozên ku tên dadgehê de yan ji dosyeyê re biryara veşartinê tê girtin, an jî di dozên weke paşvekişandina giliyê de bi awayekî encam negirtine. Ji ber vê yekê jî di vî warî de mirov berpirsyariya malbatan bi bîr bîne.”
‘Dewlet tenê polîtîkayên tedbîrê ji bo tezawîzkaran bi kar tîne’
Emîne Akşahîn jî destnîşan kir ku di salên dawî de zarok li dibistan, mal, park û qadên jiyanê yên gel ên ku herî zêde xwe bi ewle hîs dikin ne ewle ne û tundiya piralî ku li wan tê kirin gav bi gav zêde dibe. Akşahîn, da xuyand ku zarok ne bi tenê di malê de bi tundiyê re rû bi rû dimînin û wiha axivî: “Ji aliyekê ve bi mayîna li dibistanê bi tundiyê re rû bi rû tên, li aliyê din jî bi tundiya fizîkî û derûnî ya li malê rû bi rû tên û bi rastî destdirêjiyê tên. Bi xizaniya piralî re rû bi rû dimînin. Jiyana penaberiyê bi tundiyê re rû bi rû dihêle. Em dizanin ku ew bi tundîtûjiya piralî yên wekî zewaca zarokan, bikaranîna tiryakê û bi fûhûşê re rû bi rû bimînin. Ev jî ji ber nebûna polîtîkayên tedbîran ên ji bo parastina zarokan di van salên dawî de ye.”
‘Ev polîtîkaya bêcezakirinê rê li ber bûyerek din vedike’
Akşahîn, da zanîn ku ji bo zarokan rojek derbas nabe ku nûçeyên destdirêjiya wan tune be û bi lêv kir ku ew dizanin ku bûyerên destdirêjiyê hem bi polîtîkayên bêcezahiştinê ve girêdayî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê divê em jiyana zarokan biparêzin. Divê em ji bo vê polîtîka pêş bixînin. Hikûmet ji bo dîtina van sûcdaran, lêkolîneke bi bandor û bi kêmanî di warê dayîna cezayên pêwîst de dawî li pirsgirêkên bi vî rengî bîne, divê polîtîkayan çêbike. Ev dozên takekesî ne, dozên ku bûne pirsgirêkên civakî ne. Ji ber ku haya me ji van rewşan tenê ji raya giştî heye. Em hemû jî baş dizanin ku bi hezaran bûyerên ku ji raya giştî re nehatine parvekirin jî hene. Mixabin, em jî dizanin ku zarok tê de dijîn, ji ber ku hestek wan heye ku ji wan re garingî nayê dayîn ku di vê mijarê de tiştek nayê kirin. Em jî dizanin ku ji bo mafên xwe gav neavêtin. Ji ber ku dema dikin mijara destdirêjiyê, dema diçin lêgerîna mafên qanûnî dikin, mixabin dema ku dibînin sûcdar cezayê pêwîst negirtine, hê bêtir wêran dibin. Ev polîtîkaya bêcezakirinê rê li ber bûyerek din vedike.”
‘Divê dewlet pêvajoyek qanûnî bimeşîne’
Akşahîn, dawiya axaftina xwe de got ku zarok û jin di nava civakê de weke mijarên civakî nayên dîtin û tenê weke objeyên civakî tên dîtin û got ku lênêrîn û polîtîkayên pêwîst nayên hilberandin. Emîne, her wiha daxuyand ku tundiya li dijî jin û zarokan demên dawiyê de her ku diçe zêde dibe. Akşahîn, diyar kir ku dema ku hikûmet tedbîr û polîtîkayên entegre hilîne û erkên xwe yên li hemberî mafên zarokan ên navneteweyî bi cih bîne wê demê ev yek wê bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li şûna ku sûcdar û saziyan biparêze, em ji wî dixwazin ku polîtîkayên li ser mafên zarokan hilberîne û di vî warî de lêpirsînek bi bandor bimeşîne û ji cihê ku mafên zarokan di raya giştî de diparêze, pêvajoyek qanûnî bimeşîne. Ji ber ku divê em jiyana zarokên xwe biparêzin, zarok pêşeroja me ne.”