Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Nabe ku têkoşîna PKK’ê were terorîzekirin’

Sekretera Giştî yê Partiya BastA Fransîzka Stîer da zanîn ku Ewropa ji ber berjewendiya aborî PKK’ê di nav ‘lîsteya terorê’ de dihêle û diyar kir têkoşîna demokrasiyê nabe ku were terorîzekirin

Sekretera Giştî yê Partiya BastA Franzîska Stîter destekê dide kampanyaya ji bo ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin. Stîter têkildar polîtîkayên Ewropayê yên li dijî PKK’ê axivî. Stîter destnîşan kir ku biryareke şaş û neheq e ku PKK di nav vê lîsteyê de ye. Stîter got ku ji ber vê rastiyê ew destekê dide ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

Stîter ku di nav Delegasyona Aştiyê de bû ku ev delegasyona Hezîrana 2021’an çûbû Başûrê Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Li dijî atmosfera kaosê ya li Rojhilata Navîn bi min PKK bi salan e têkoşoîna aştî û demorasiyê dike. Dewletên ku PKK’ê di nav lîsteya terorê de digirin, divê nêzîkatiya wan a li aliyan wekhev be.”

Stîer diyar kir dewleta tirk li ber çavê raya giştî ya hemû cîhanê hiqûqa navnetewî binpê dike û sûce mirovahiyê dike. Stîter axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku dewleta tirk endamê NATO’yê ye, çavê xwe li sûcên wê digirin. Ev şaşî û helwesta şaş a polîtîk nayê qebûlkirin. Dewletên Ewropayê ji ber peymanê çek û bazirganiyê yên bi Tirkiyê re û ji ber zexta koçberan bi çarçoweya berjewendiyê ev biryar dane. Biryareke şaş û neheq e ku PKK di nav vê lîsteyê de ye. Min ev rastî da ber çavan û destek da vê kampanyayê.’’

Sîter bi bîr xist Hezîrana çûyî xwestine ku bi rengê şandeya aştiyê biçine başûrê Kurdistanê lê Almanyayê ew asteng kirine, saziyên Kurdan têne krîmînalîzekirin û wiha got: “Mîchel Brandt, Wekîlê Patiya Çepgir û Endamê Konseya Ewropayê wêneyê çalakiyeke sala 2019’an a li Strasboûrgê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî par ve kir. Ala û posterên qedexe yên di wêne de hincet hate nîşanda û heftiya çûyî cezayê pereyan li Brandt hate birîn. Piştevaniya li kurdan jî kirine nav çarçoweya qedexeyê. Ev ceza bi esasî xelatek e ji bo dewleta tirk.”

Stîter diyar kir AKP-Erdogan êrîşên qirker didomînin, hiqûqa navnetewî binpê dikin PKK li dijî qirkirinê têdikoşe û ev tişt got: “Aşkere ye ku ev têkoşîn meşrû ye. Ji vî alî ve divê PKK di nav pênaseya terorîzmê ya YE’yê de cih negire” û diyar kir ev tesîreke xirab li ser jiyana rojane ya kurdan dike.” BASEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar