Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

NADA: Divê kesên sûcên şer dikin werin darizandin

NADA'yê, di daxuyaniya xwe ya têkildarî 25'ê Mijdarê de bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê û qetilkirina jinan û xwest sûcdarên şer bên darizandin.

Tifaqa Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê (NADA) di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin û zarok berdêlên giran didin û wiha hat gotin: ‘Rewşên trajîk tên jiyên, jin neçar man di şert û mercên ne ewle de kurtaj bikin. Zayînên pêşwext çêbûn. Gelek karesatên bi vî rengî yên nayên rojevê û nayên axaftin qewimîn. Li Sûriyeyê ji aliyê rêxistinên radîkal ve hatin tunekirin. Li Afganistanê rastî muameleya xerab hatin. Li Efrîn, Til Ebyed, Xeza, Şerîaya Rojava û Sûdanê ji cih û warên xwe bûn. Li Lîbyayê hatin qetilkirin. Berevajî femînîstên rojavayî ku di şerê Rûsya û Ûkraynayê de ji bo piştevaniya jinên Ukraynayî rabûn ser piyan, welatên herêmê û cîhanê ji bo wan ranebûn ser piyan…Tevahiya rojê li ber kamereyan şahidiya qetilkirina gelê Xezayê û tevgernekirin, ji bo hemû kesan şermek e. Em wek Îtifaqa Femînîst a NADA’yê, van sûcên ku li ser gelê Xezayê tên kirin şermezar dikin.”

Ji bo civaka navneteweyî bang

Di daxuyaniyê de banga hevgirtinê ji bo gelê Xezeyê hat kirin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku divê li dijî kuştin û koçberkirina mirovan destwerdanê bikin. Her wiha bal hat kişandin ser rewşa welatên Ereb jî û wiha hat gotin: “Em bi bîr tînin ku gelê me yê li Xezayê bi petrola Ereban hat bombebarankirin û ev şerma herî mezin a li herêmê bû. Hiqûqa navneteweyî û Peymana Cenevreyê tê binpêkirin. Civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hemberî vê yekê bêdeng in. ”

 ‘Divê hesab were pirsîn’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berpirsyarên komkujiyan, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ne û ev daxwaz hatin rêzkirin:

“*Li Xeza, Sûriye, Yemen, Lîbya, Sûdan û cihên din divê kesên ku li dijî jinan sûc kirine, werin şopandin.

* Divê rêxistina siyonîst ku li ber çavên cîhanê bi eşkereyî sûcên qirkirinê dike were dadgehkirin.

* Divê hesab ji kesên ku li Xezayê û Şerîaya Rojava mehremiyeta jinan îhlal kirine were xwestin.

*Divê ji kesên ku li Xeza û Şerîaya Rojava mahremiyeta fizîkî ya jinan binpê dikin, bi taybetî tacîza zayendî û ji dagirkerên ku bi hovane dest dirêjî hîcaba jinan dikin hesab bê pirsîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar