Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Nakokî tenê destê desthilatdaran xurt dike

Tu kes ne di wê fikrê de bû ku ew ê hilbijartineke demokratîk çêbe. Lê divê em jî îtîraf bikin ku em hemû li benda guherînek bûn. Belê, ew ê guherînek esasî çênebûya. Lê em difikiriyan ku herî kêm ew ê Erdogan têk biçe. Bi gotineke din, ew ê bi rêya hilbijartinê dawî li hin kiryarên faşîzmê bihata.

Hilbijartin qediya. Heke em muhasebeyek bikin, divê em di serî de ji vê nêrîna xwe dest pê bikin. Belê, em hemû niha dibêjin hilbijartineke ne meşrû û demokratîk bû. Rast e. Hilbijartin ne demokratîk bû û encam jî ne meşrû ne. AKP û MHP’ê hilbijartin ji gel dizîn. Encamên ku derketine holê ne encamên rast in. Belku milyonan dengê Partiya Çepên Kesk û ya Kemal Kiliçdaroglu hatin dizîn.

Baş e! Ev nedihat zanîn?

Dihat zanîn. Lê me hêvî bilind kir. Sedema herî esasî ya bilindkirina hêviyê jî berfirehbûna muxalefetê bû. Piştî ku Maseya Şeş Qolî, Kemal Kiliçdaroglu wekî namzet aşkere kir Partiya Çepên Kesk biryara piştgiriya wî da. Ev yek rewşekî balkêş jî derxist holê. Muxalîfên AKP û MHP’ê ji yên herî rastgir bigrin heta yên herî çepgir bi awayeke fiîlî di yek cepheyekî de kom bûn. Ev yek di der heqê têkçûna sîstema takekesî de hêvî bilind kir.

Heta vê derê şaşiyek tune ye. Şaşî di cepheya muxalîf de derket holê. Me tu kes bawerî nedikir ku ew ê cepheya Erdogan bikaribe bandor li muxalefetê bike. Rast e, cepheyek bi hejmar berfireh bû lê di nav vê cepheyê de gelek dek û dolab hebûn. Derketina Sînan Ogan û Muharrem Înce destpêka van dek û dolaban bûn. Pişt re hat dîtin ku di nav CHP û Îyî Partî de jî destê Erdoganistan heye. Ev aliyên han jî hemû hesabên xwe yên qirêj ji ser kurdan kirin. Bi awayekî gelek aşkere, ji bo kurd diya xwe nebîne, xebitîn. Mixabin, heta raddeyekî jî biserketin.

Kurd kîlîda sîstemê bûn. Bi dek û dolabên faşîzmê îroj ew kilîd ji destê kurda hatiye girtin. Kurd, ne di parlamentoyê de, ne di komîsyonên parlamentoyê de, ne jî di bandordanîna ser sîstemê de nikarin bi hinde hêsanî tevbigerin. Ev yek destê Erdogan xurttir dike.

Tiştek din jî gengeşiyên me yên navxweyî ye. Serkirdeyên partiyên qada aşkere ya kurda civiyan. Lê beyanên wan tu kesek tatmîn nekir. Gelek alî li bendê bûn ku hin ji van serkirdeyan xwe berpirsiyar bibînin û îstifaya xwe bidin. Nebû.

Bi ya min tu kesek bi awayeke şexsî ne berpirsiyarê vê heyamê ye. Partiyên me ne partiyên kesayetî ne. Hemû biryar bi komî tên girtin. Eger hin kes bandor kiribin jî, yên ku li hember vê bandorê helwest nîşan nedane jî berpirsiyar in. Lê ev nayê wê wateyê ku divê kesek hesab nede. Herkesek divê hesabê xwe bide û rê li ber siyasetê veke.

Mixabin di vî warî de deng tenê ji Selahattîn Demîrtaş derket. Berê nivîsek bi raya giştî re parve kir. Rexneyên tund di nivîsê de hebûn. Her weha îşareta hin nakokiyên navxweyî jî dida. Her weha bal dikşand gelek rastiyan jî.

Ev helwest heta radeyek tê famkirin. Lê dû re twîtek parve kir û got; “Ez ê têkoşîna xwe wekî her hevalê xwe li zindanê bi berxwedêrî bidomînim. Lê di vê heyamê de ez ê dev ji siyaseta aktîf berdim.”

Ev helwestek cidî ye. Ne ji rêzê ye. Di vî warî de rola herî mezin, Selahattîn Demîrtaş jî tê de ya serkirdeyên kurd e. Heke ev muhasebe baş neyêkirin, ew ê nakokî mezin bibe û ji vê nakokiyê ew ê tenê cepheya Erdogan derfet bigre.

Di heyama pêş de plana herî mezin, têkbirina Tevgera Azadiya Kurdistan e. Desthilatdar ji bo vê plana xwe pêk bînin HUDA-PAR di serî de ew ê hin aliyên din jî bi kar bînin. Dixwazin siyaseta qada sivîl jî belavela bikin. Ev jî bi me dide nîşandan ku her nakokî ew ê destê wan xurt bike. Mafê tu kesî tune ye, vê neheqiyê li kurdan bikin. Kurd gelek berdêl dane û her gavên siyasetê ji xwe re wekî rêbaz girtine. Di hilbijartinên 14 û 28’ê gulanê de jî ev yek careke din bi xurtî derketin holê.

Ev gelê bi rûmet, ev gelê berxwêdêr vê neheqiyê heq nake.

Nûçeyên Têkildar