Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Nameya Î.E. ya ku çawişê pispor tecawizê wê kir derket holê

Hefteya borî Î.E. ya 18 salî ku çawişê pispor ê bi navê M.O. tecawizî wê kiribû, xwe întihar kiribû û hîn talûkeya wê ya tenduristiyê dewam dike. Bersûcê bi navê M.O. jî serbest hat berdan.  Ajansa Jinnewsê xwe gihand nameya Î.E. ya ku ji malbata xwe re hiştibû.

Di nameyê de wiha tê gotin:

Tecawizî min kir

Ez 18 salî me û li gund dijîm. Mûsa Orhan xeyal û hêviya jiyana min hilweşand. Min lewitand û cîhana min hilweşand. Canê min pir diêşe. Wî ez xapandim. Telefona min tune bû. Ez bi telefona xwediyê ŞOK’ê re bi Musa Orhan re axivîm. Min bir mala hevalê xwe. Rojekê min nehişt dest min bide. Roj duyemîn namûsa min qirêjî kir. Tecawizî min kir. Tevî ku zor dida min jî min nexwest ez eraq vexwim. Dema min got ez venaxwim nedixwest ez wiha bibêjim. Gef li min xwar. Got ‘ger tiştên di navbera me de tu bibêjî ez ê te bikujim’. Ez ê êdî bimirim loma ez natirsim. Dema Mûsa Orhan tecawizî min kir ez giriyam. Ji min re got ‘tu yê xwe bidirû’. Porê min kişand û ez bi erdê ve kaş kirim. Ji min re got ‘Kes ji te bawer nake, tu bê xwedî yî’.

Bilet girt û ez şandim

Min got ez ê ji malbata xwe re rastiyan bibêjim. Te namûsa min qirêjî kir… Wî jî got ‘Dema ez hatim gund û min walîzê te girt kesekî ev yek ferq nekir. Hişê xwe bide serê xwe. Bila qetla te ne ji destên min be rabe kincên xwe li xwe bike. Tu ya min î’. Saetekê min bi wî alî û vî alî de bir û anî. Di 1’ê Tîrmehê de ez birim mala xwe. Ez şevekê li wir mam. Got jixwe ez ê êvarî werim û te bibim Îzmîrê. Min jî got ez nayêm û min got çima tu min nabî cem diya min. Lê pismamê te min bifiroşe? Heba ji bo ez bi halkî nemînim kir nava avê û da min. Hevalê wî yê malê Alî ji min re tiştek negot. Bi min re neaxivî. Xwedê bela wî bide. Ez wî hewaleyî Xwedê dikim. Di 2’yê Tîrmehê de hat malê û bilet da min. Bangî texsiyê jî kiribû. Ji min re got ‘Zû keçê fermandar li operasyonê li hêviya min e. Divê ez biçim peywirê.’Ez li otobosê siwar bûm.

Di 3’yê Tîrmehê ji Îzmîrê li otobusê siwar bûm. Li Misircê ez derbasî otelekê bûm. Her carê ez bi mirinê dihatim tehdîdkirin. Musa gazî min kir û got malbata te digere ez te bidim malbata te? Berê min teslîmî birayê min dawiyê teslîmî bavê min kir.

Tiştên hatin serê min bila neyê serê kesekî din

Ez ne mirî ne jî sax im. Xwezî ez bimirama. Tiştên hatin serê min bila neyê serê kesekî din. Keftare ew, wî jiyana min edem kir. Çi sûcê min hebû? Tecawizî min kir. Înkar jî kiriye. Jiyana min û hêviyên min têk bir. Bila pereyê wî serê wî bixe. Min hew….nikare bikişîne. Ew zalim û bê merhamet e. Xwedê bila bela wî bide. Ya Mûsayê min bikuşta yan jî min ê xwe bikuşta. Ez te efû nakim. Te jiyana min edem kir û te ez kirim nava dev û diranên her kesî.”  ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar