Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê tecrîd û rewşa agahînegirtinê ya mûtleq li ser Rêber Apo dimeşîne li girtîgehan belav kiriye. Binpêkirinên mafan ku girtî dixwazin bi nameyan bigihînin malbat û xizmên xwe ji aliyê rêveberiyên girtîgehan ve tên astengkirin. Name yan piştî çend salan digihin malbatan an jî tên veşartin û ji holê tên rakirin. Yek ji wan nameyan jî ya Cîhan Alkan ê li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê tê ragirtine. Nameya ku Alkan di 16’ê çileya 2020’an de ji nivîskar û rojnamevan Huseyîn Aykol re şandibû tam piştî 4 sal û nîvan di 11’ê tîrmeha 2024’an de gihişt cihê xwe. Lê name bi hinceta “bifikare” radestî Aykol nehate kirin. Piştî ku têkildarî biryarê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) gilî hate kirin, biryara “binpêkirina maf” hate dayîn û biryara “bifikare” hate betalkirin.
Tiştên di nameya piştî 4 sal û nîvan gihişt cihê xwe de hatine nivîsîn ji aliyê pirsgirêkên li girtîgehan û li welat diqewimin ve tiştên ku hêj di rojevê de ne. Alkan, di nameya xwe de bersiv negirtina daxwaznameyên xwe yên têkildarî pirsgirêkên li girtîgehê dijîn bi gotina “Wekî ku em keviran diavêjin binê bîreke bê binî.” Alkan derheqê pirsgirêkên di mijara peydakirina rojnameya Yenî Yaşamê ku aboneyên wê bûn de wiha gotiye: “Tu lê dinêrî rojnameyên hefteyekê, deh rojan bi komî tînin. Pêkanîneke ecêb e.”
Alkan di nameya xwe de dibêje “Di van navberan de nameyên me ‘gelek caran’ winda dibin lê berpirsyar kî ye nizanim” pirsgirêkên din ên dijîn wiha rêz kirine: “Pêdiviya ava germ nayê bicihanîn. Tu bêjî bihayên kantînê gelek zêde ne! Di televizyonan de dibêje ku enflasyon salane ji sedî 11 e lê li vir heftane bûye ji sedî 30. Her hefte bi awayekî rûtîn zem heye. Wiha biçe em ê nikaribin dan û stendinê bikin. Wekî din em bi pêkanîneke ku demekî dirêje pê re rûbirû nemane re rû bi rû man. Polîsan cilên cendermeyan li xwe kirin û tev li lêgerînê bûn. Ev yek ne hiqûqî ye. Çima tê kirin, em nizanin. Pirsgirêkeke me ya din jî windabûna daxwaznameyên me û bersiv nedayîna daxwaznameyên me. Hewa sar e. Ji bo vê derfetê me yê ku em zêde sporê bikin nîne. Ji xwe xebatên civakî û sportîf bi hinceta ‘hejmar zêde ye’ kêm tên kirin. Bi hatina biharê dibe ku derfetê kirina sporê pêk bîne.”
Xisûseke din a balkêş jî ew e ku nameya Alkan a piştî 4 sal û nîvan bi awayekî biteahud radestî xwediyê wê hatiye kirin bi bihayê niha 81 lîre jê hatiye girtin. Alkan ê ji Aykol ê nameya xwe jê re şandî di demekî kurt de bersiv wergirt, vê carê di 26’ê îlona 2024’an ji ajansa me re nameyek şand. Alkan ê bi gotina “Hemû pirsgirêkên ku min di wê nameyê de nivîsîne hêj berdewam dikin” dest bi nameya xwe kir, bi lêv kir ku tiştên ku di nameya beriya 4 sal û nîvan hatiye nivîsandin de hêj jî di rojevê de ne.
Di berdewamiya nameyê de Alkan da zanîn ku bi 14 kesan re di heman qawişê de ye û bi lêv kir ku gelek ji wan pîr û astengdar in û girtiyên “ciwan” ên hejmara wan kêm jî bi nexweşiyan re têdikoşin. Alkan di nameya xwe de ev rewş bi gotina “Hema bêje em di qawişa revîrê de ne” penase kir. Alkan bal kişand ser pirsgirêkên hevalên xwe yên li cem xwe û wiha domand: “Hevalê me Mehmet Paksoy ê 3 sal in dîroka berdana wî ya bişert tejî bûye hêj jî bi heman hincetan tê ragirtin. Hevalê me Kadîr Kûrnaz bi mehane li ser tiliya piyê xwe ya ‘şikestina wê biguman e’ dimeşe. Ji bo ku lêgerîna nava dev qebûl nekir, nebirin nexweşxaneyê û ji ber li dijî lêgerînê derket jî mehekê cezayê hevdîtinê danê.”
Alkan di nameya xwe ya beriya niha de balê dikişîne ser sînorkirina mafên sporê , diyar dike ku tevî çend sal bi ser re derbasbûne jî tiştekî ku biguhere nîne û ev tişt gotin: “Em nikarin ji qursekê, aktîvîteyeke çandinî û hunerî sûdê bigirin. Ev daxwazên me yên bi vî warî de bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatin redkirin. Ji daxwaza me ya dawî re bersiv jî nehate dayîn.”
Alkan herî dawî ev tişt parvekirin: “Dema min her du nameyên xwe dan berhev tabloya piştî 4 sal û nîvan xwe bi xwe derdikeve holê” anî ziman ku li aliyê wan tiştekî nû nîne. Alkan, diyar kir ku bûyerên rojane yên di televizyon û rojnameyan de derdikevin dişopînin û ev peyam da: “Mirov pirsgirêkên xwe bi xwe ji bîr dike. Dema mirov tiştên li zarokên keç ên biçûk, pitikan, jinan tên kirin, birçîtî û xizaniyê, daristanên tên şewitandin û bajarên mezin ên tên hilweşandin dibîne, dibêje ku kevir jî bibarin ‘divê mirovê di girtîgehê de li ber xwe bide’. Em ê tevî her tiştî jî li ber xwe bidin.”